Diviya roja piştî agirbestê reform bihatana kirin
JÎNDA ZEKÎOGLÛ - STENBOL 04.06.2014 07:00:00 Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Baskin Oran diyar kir ku roja piştî ragihandina agirbestê diviyabû reformên demokratîk bihata kirin. Oran ezmûnên xwe yê bi heyetê re li Ege'yê jiya kir pirtûkek û destnîşan kir ku kengî daxwazên Kurdan ên welatîbûna azad bi temamî hatin dayîn, hingî pêvajoyê biçe serî.
Endamê Heyeta Aqilmend a Herêma Ege'yê Baskin Oran, refleksa Rojava ya li hemberî Kurdan di pirtûka bi navê "Di Aştiya Kurd de Eniya Rojava/Gava ez li Egeyê Aqilmend bûm" de yek bi yek nivîsand. Em bi Oran re hem çareserî hem aştî hem jî Ege axivîn.
"LI TIRKIYEYÊ ÇANDA LIHEVKIRINÊ TINEYE"
- Li Rojava têgihiştineke giştî heye ew jî; 'Eger kêfa Kurdan were hingî tiştekî nebaş diqewime!" Hin mirov dixwazin ev pêvajo têk biçe, agirbesta di navbera PKK û TSK de bi dawî bibe. Gelo ev têgihiştin çiqasî berfireh e?
Perwerdeya millî tiştek hînî me kir: Spî û Reş. Tiştekî weke boz nîne. Tiştekî weke qezenç bike-qezenç bike nîne. Eger yek qezenç bike yê din winda dike. Ev her tim hat hînkirin. Li Tirkiyeyê çanda li hevkirinê mixaxibin nêzî sifirê ye. Lê emê bi demê re hemdemî bibin.
Bela ji vê spî û reşiyê tê. Lê divê em ji bîr nekin, piraniya kesên hatin van civînan neteweperestên dijberên pêvajoyê bûn. AKP'yî nehatin, ji ber çi; her hal ji ber zexta derdorê. Yên destek dan pêvajoyê jî zêde dengê xwe dernexistin, ji ber heman sedemê. Ev kar wiha ye.
"CIVÎNÊN HERÎ HÊSAN BI KURDAN RE PÊK HAT"
- Ege, di nava herêman de herêma herî zêde bi awayekî neyînî bersiv da pêvajoyê bû. Bêguman derfetên we yên lêkolînkirina van herêman çê bûn. Bi dîtina we li ku derê bi bandor û kêrhatî ne?
Ji bilî Egeyê, min li mala kek Ahmet Îsvan a li Yalovayê bi CHP'yiyan re hevdîtin kir. Lê belê ji ber ku bi hevalên heyetên din re axivîm, der heqê wan cihan de jî xwedî agahî me. Li herêmên Kurd bi giranî lê ne, civînên gelekî hêsan-rehet hatin lidarxistin. Herêmên din jî mîna herêma me bû, hin jê ji ya me xerabtir bû.
Sedema wê: Serokê heyeta me Tarhan Erdem gelekî şareza tevgeriya. Nehişt kamera bikeve civînan, ji ber vê yekê yên dixwestin şovê bikin nekarî bikin.
"ROJA HEMAN PIŞTÎ RAGIHANDINA AGIRBESTÊ DIVIYABÛ REFORM BIHATA KIRIN"
-Bi dîtina we, projeya Mirovên Aqilmend a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 30 salan hat amadekirin, gihaşt armanca xwe?
Ev proje, kengî daxwazên Kurdan ên welatîbûna wekhev bi temamî hatin naskirin, hingî wê ser bikeve. Ji bo vê yekê jî, diviyabû roja piştî ragihandina agirbestê, reformên demokratîk bihata kirin. Sal û nîvek derbas bû, ti reform nehat kirin. Me wezîfeya xwe kir. Du mehan, me ji bêrîka xwe xerc kirin û geriyan. Hikûmetê reform nekir. Tiştekî di destê min de nîne.
"SEROKWEZÎR DAXWAZA ÇÛYÎNA ME YA ÎMRALIYÊ QEBÛL NEKIR"
- Gelo berpirsyariya heyeta Mirovên Aqilmend bi tenê gera li herêman û vegotina pêvajoyê ji civakê re bû? Mînak; Her tim li ser çûyîna heyeteke rojnamevanan bo Girava Îmraliyê hat axivîn. Daxwazeke bi vî rengî ya heyeta Mirovên Aqilmend jî hebû?
Du wezîfeyên me hebûn: 1) Vegotina kêrhatî û girîngiya Pêvajoya Aştiyê; 2) Hest û nêrîna herêmê bikin rapor û pêşkêşî hikûmetê bikin. Ev pirtûk ji xwe raporek ji 470 rûpelî ye.
Di civîna yekemîn a bi Serokwezîr re daxwaza çûyîna ÎmraliYê hat ziman. Lê belê nehat qebûlkirin. Ji xwe ya dihat kirin ve qanihkirina Îmraliyê, qanihkirina Tirkan bû.
"HÊZA ERDOGAN JI REZÎLTIYA MÛXALEFETÊ TÊ"
- Di pirtûka xwe de hûn gelek caran dibêjin hûn ji sedî sed ne kefîlê helwesta hikûmetê ya di pêvajoya çareseriyê de ne. Li hemberî pênaseya "pirsgirêka terorê" ya Erdogan dibêjin "zimanê aştiyê ev nîne". Li gorî pêşdîtinên we, bi vî zimanî çareserî çiqasî pêkane?
Serokwezîr siyasetmedareke. Nikare rabe bêje "Kurdê şêr, Kurdê piling"; ji xwe tiştekî bi vî rengî nafikirim. Lê belê zimanê xwe qet neguherand. Serokwezîrek çawa dikare rabe bêje, "Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka PKK'ê heye". Li ku derê hatiye dîtin ku bebek diya xwe aniye dinyayê? Wekî din çawa dikare rabe bêje, "Em di wê demê de koalîsyonbûna meyê darve bikira".
Bila xêr û xweşî be. Lê ji berê ve min digot, partiyê mûxalefetê ev hewldan qet neanîn hişê xwe; yûh be ji wan re. Hêza mezin a Erdogan ji rezîltiya mûxalefetê tê.
"HETA 2015'AN BENDE MAYÎNA TIŞTEKÎ NE WATEDAR E"
- Bi dîtina we pêvajo divê niha çawa bimeşe? Ev rewşa xetimandî dikare çawa çareser bibe?
Heta 2015'an yanî heta bidawîbûna hemû hilbijartinan, bende mayîna li pêkhatina tiştekî, ne watedar e. Li Tirkiyeya ku rojev her çaryekekê carekê tê guhertin, kirina texmînan karê sêra bi falan e. Bila hinekî rewş asayî bibe, emê ji nû ve bifikirin.