‘Diviyabû Barzanî li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin kiriba´
09:41 14.11.2013
HEWLÊR (DÎHA) – Serokê Yekîtiya Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistanê Nîmet Abdulla trafîka hevdîtinan a di navbera Bexda-Enqere û sedemên taloqkirina lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxand û got ku Tirkiye û Iraq careke din li ser kurdan hesaban dikin. Abdullah, der barê mijara ku tê payîn Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li ser daxwaza Serokwezîr Tayyîp Erdogan di 16’ê Mijdarê de wê biçe Amedê ji wiha got: “Eger ev ziyaret wê xizmetê ji pirsgirêkên di navbera kurdan de çareser bike baş e. Na eger armanc tenê hevdîtina bi Erdogan re, be li Enqereyê hevdîtin çêkiriba baştir bû.”
Di wan rojên dawî de di navbera Irak-Tirkiye-Herêma Federal a Kurdistanê de trafîkeke dîplomasiyê ya berbiçav xuya dike. Ziyaretên wezîrên karên derve yên Iraq û Tirkyeyê û li pey wan tê payîn ku ziyaretên serokwezîran pêk bê. Ligel wê Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî çû Tirkiyeyê. Di demeke ku hewaya sar a ji ber firotina petrolê ya di navbera Irak û Tirkiyeyê û Iraq û Hewlêr de hebû vê trafîkê bala gelekan kişand. Ji ber pirsgirêkên di navbera partiyên kurdan de jî ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd hat taloqkirin hat diyarkirin ku wê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li ser daxwaza Serokwezîr Tayyîp Erdogan di 16’ê Mijdarê de biçe Amedê. Der heqê wan mijaran de Serokê Yekîtiya Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistanê Nîmet Abdulla daxuyanî da DÎHA'yê
‘Bexda û Enqere bi rêya petrola Kurdistanê hesaba dikin’
Serokê Yekîtiya Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistanê Nîmet Abdulla da xuyakirin ku têkiliyên di navbera dewletan li ser çend prensîbên wek siyasî, aborî û civakî pêk tên û got, “Di wan çend salên dawî de di navbera Irak û Tirkiyeyê de pirsgirêkên siyasî hebûn. Ji ber dema dîtin bi vî awayî berjewendiyên wan tesîr dibin, xwestin siyaseta xwe deynin aliyekî. Pêwendiyên ku niha pêş dixin ne stratejîk in, li ser berjewendiyan e. Ev berjewendî bi taybet di mijara petrola Başûrê Kurdistanê de bûn yek. Ji ber Tirkiye dizane ku heta Iraqê li ber çavan negire, nikare ji petrola Başûrê Kurdistanê feyde bigire. Ji ber vê ziyaretên wezîrên karên derve çêbûn. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê çû cihên şîayan Kerbela û Necef jî. Yanî xwestin bêjin bi her aliyê Iraqê re em dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê belê ev tenê ji bo aboriyê, petrolê ye.”
‘Bi hevdîtinên Iraq û Tirkiyeyê re dibe ku peymanên di dema Saddam de bên nûkirin’
Abdulla di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ligel wê pêwendiyeke siyasî jî heye û wiha axivî, “Ji ber ku li di rewşên Başûr, Rojava, Bakur û Rojavayê Kurdistanê de guhertinên girîng çêbûn. Di pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bi qasî aborî ji ber pirsgirêka kurd xusûsên siyasî jî hene. Ji ber vê yekê mecbûr in di navbera xwe de polîtîkayan pêş bixin. Divê li hember wan pêwendiyan em hişyar bin. Bi hevdîtinên Iraq û Tirkiyeyê re dibe ku peymanên di dema Saddam de bên nûkirin. Ji ber vê gumanên me hene. Divê serokên partiyên her çar parçeyan vê mijarê bigirin dest. Peymanên wan dewletan ên di navbera xwe de û yên hêzên navneteweyî timî ji bo kurdan encamên xerab derxistin.”
‘Wê birayên me yên li Bakur bişkin’
Abdulla der barê ziyareta Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya rojên borî û dîsa Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li ser daxwaza Serokwezîr Tayyîp Erdogan di 16’ê Mijdarê de wê biçe Amedê de got, “Em pêwendiyan erênî dinirxînin, lê divê em hişyar bin. Divê di wan pêwendiyan de em birayên xwe yên li Bakur û yên li parçeyên din jî bifikirin.” Abdulla der barê hevdîtîna Barzanî, Tayyîp Erdogan a tê payîn li Amedê pêk bê jî wiha got, “Min jî ji çapemeniyê bihîst. Bi rastî jî pêwendiyên di nav parçeyan de ne baş in. Eger bi rastî ji bo başkirina pêwendiyan wê Birêz Barzanî biçe, girîng e û baş e. Lê eger tenê wê ji bo hevdîtina bi Erdogan re biçe,birayên me yên li Bakur wê bişkin. Heta hinekî hişk jî axivîn. Madem hevdîtin li Amedê ye bila Birêz Barzanî bi birayên me yên li wir re jî rûne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bide. Na eger wê wisa nebe, hevdîtin li Enqereyê ba baştir bû.”
‘Gotinen Erdogan’
Abdulla herî dawî der heqê Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî ku nêrînên xwe anî ziman wiha got, “Kongre ya tevayî gelê kurd e. Bi sedê salan hesreta gelê kurd e. Lê belê kêliya ku Birêz Erdogan der barê kongreyê de axivî, wê demê bidawîbûna lidarxistina kongreyê bû. Gotinên Erdogan ên ku digot, ‘Bila serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd Mesut Barzanî be’. Piştî wan gotinan me nexwest em piştgiriyê bidin kongreyeke ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê. Yek jî dihat gotin Kongreya Neteweyî ya Kurd. Lê ez jêre dibêjim, kongreya partiyan. Ji ber tenê partiyên siyasî kom bibûn. Her partiyek jî berjewndiyên wan ên herêmî, navneteweyî hene. Eger di nav komîteya Amadekar de ji saziyên civaka sivîl û kesên maqul û tên qebûkirin hebûna dibe ku kongre pêk hatiba.”
(nk-ad/yş/mae)