'Divê AKP biryarê bide bi hevdîtinan re çi dixwaze'
ÇEKDAR TOFAN - QENDÎL - ANF Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser rawestandina çûyîna heyetê ji bo Girava Îmraliyê û got, "Divê hikûmeta AKP'ê biryarekê bide; van hevdîtinan weke tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pênaseya wê weke navgîneke 'qedandina terorê' dibîne, yan jî weke çareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, mijarên astengkirina çûyîna heyeta HDP'ê ji bo giravê, pêvajoya çareseriyê û berxwedana Rojava, ji ANF'ê re nirxand.
Ok da xuyakirin, ku di dema dawî de bi Kobanê re rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê gelekî guherî ne û destnîşan kir ku hestyariya gelê Kurd û hêzên demokratîk ê şoreşger ji bo Kobanê, polîtîkayên hikûmeta AKP'e kifş kiriye.
Ok da zanîn ku gelê Kobanê bi berxwedana xwe re hem rêzdariya xwe ya li nava gelê Kurd û tevahiya gelan zêde kir, hem jî bandora Şoreşa Rojava belav kir, hêza têkoşîn û moralê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bilind kir.
Ok bal kişand ser serhildanên 6-8'ê Cotmehê û got, "AKP bi rastî jî gelekî zehmetî kişand. Gel û ciwanên Kurd li gelek cihî kontrol xist destê xwe. Hikûmeta AKP'ê di wê baweriyê debû, ku gelê Kurd êdî mîna berê di vê astê de nikare rabe serhildanan, lewma li pêşberî van serhildanan şoq bû. Ket nava panîk û tengezariyeke mezin. Di tevahiya 12 salên desthilatdariya xwe de, yekemcar ket nava tirsa windakirina hikûmetê."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da zanîn ku serhildanên gelê Kurd bi heybet û dîrokî bûn û destnîşan kir ku rabûna ser piyan a gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, ji her kesên pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye, peyameke gelekî mezin bû.
Ok da xuyakirin ku van serhildanan ruhekî nû yê civakî ji aliyê siyasî, çandî û neteweyî ve da gelê Kurd û diyar kir, ku hikûmeta AKP ji bo vê asta gelê Kurd têk bibe û bê ser xwe, dest bi kampanya şerekî psîkolojîk ê bi zimanekî êrîşkariyê kir, hewl da vînê bişkîne. Gelek welatparêzên me hatin qetilkirin û bi sedan hatin girtin. Bi vê yekê re hikûmeta AKP'ê hewl da polîtîkayên xwe yên pûç bûne, veşêre."
'AKP BI BILINDKIRINA DENGÊ XWE Û TÛJKIRINA ZIMANÊ XWE DIXWAZE SER POLÎTÎKAYÊN XWE YÊ XETIMANDÎ BINIXUMÎNE'
Ok bibîr xist, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de çûyîna heyeta HDP'ê ji bo Girava Îmraliyê hatiye astengkirin û ev nirxandin kir: "Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dabûn xuyakirin ku divê êdî ev hevdîtin derbasî qonaxa muzakere û avêtina gavan ji bo çareseriyê bê kirin, nêzîkatiyeke li derveyî vê wê neyê qebûlkirin. Hikûmeta AKP ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkaya xwe Nîne, li pêşberî vê daxwaza Rêber Apo û Tevgera me, ji bo rûyê xwe yê rastî bipêç e, serhildan weke hincet nîşan da û ziman û helweta xwe tund kir. Bi bilindkirina dengê xwe re, hewl dide ser polîtîkayên pirsgirêka Kurd çareser nakin, binixumîne. Her wiha bi vê helwesta xwe re dixwaze nîşan bide ku heta ew nexwaze kes nikare behsa aştiyê bike. Li aliyê din jî bi gotina 'deriyê pêvajoya çareseriyê vekiriye, mase li şûna xwe ye' dixwaze îmajeke welê biafirîne ku ji ber polîtîkaya Tevgera Azadiyê ya Kurd çareserî pêk nayê."
'AKP TI CARÎ NEKET NAVA PÊVAJOYÊ'
Ok nîqaşên li nava raya giştî yên li ser 'pêvajo dewam dike, yan jî qediyaye' nirxand û anı ziman ku ev nîqaşên bi vî rengî bê encam in, ji ber ku ji bo çareseriyê ti carî pêvajoyeke muzakereyê û gav avêtinê li holê nebû.
Ok diyar kir ku AKP'ê bi nedîtina firsend û hemû gavên yekalî yên Rêbertî û Tevgera me re, bi nêzîkatiya xwe ya hegomonîk re pêvajo pûç kiriye û wiha axivî: "AKP ti carî neket nava pêvajoyê. Piştî ewçend êrîşan û bêyî avêtina gavekê, dibêje em hînê li dora masê ne. Başe, eger mase hebe, hingî erwş û helwesta te ya li dora maseyê çi ye? Eegr wê hevdîtinên Îmraliyê dewam bikin, hingî mîna berê wê çûn û hatin be, yan jî veguhere muzakere û avêtina gavên ji bo çareseriyê? Bersiva van pirsan girîng e."
'DIVÊ AKP ÊDÎ BIRYARÊ BIDE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd beriya niha dabû yakirin ku pêvajo êdî mîna berê nabe, diyalog qediya ye, divê muzakere û pêvajoya çareseriyê destpê bike û got, "Eger mase hebe û li dora vê maseyê muzakere li ser bingeha çareseriyê nemeş, hingî ti wateya wê nîne. Divê hikûmeta AKP biryarekê bide; Divê hikûmeta AKP'ê biryarekê bide; van hevdîtinan weke tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pênaseya wê weke navgîneke 'qetandina terorê' dibîne, yan jî weke çareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne? Heta ev mijar zelal nebe, ne pêkane ku AKP di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavê biavêje."
'LI PÊŞ ÇAVAN E KU KONGREYA NETEWEYÎ WEZÎFEYEKE NABE BÊ TALOQKIRIN'
Ok di mijara berxwedana Rojavayê Kurdistanê û kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurdan de ragihand, ku nakokiyên navbera hêzên siyasî yên li Rojava di komnebûna kongreyê de astengiyeke girîng bû û anî ziman ku ev astengî êdî ji holê rabûye.
Ok da zanîn ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê, Şengalê, Mexmûrê, Xaneqînê, li Rebîa, Cezaa, bi taybetî jî li Kobanê hêz û berxwedaneke baş hatiye dayîn û anî ziman ku hêzên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û Pêşmerge li gelek cihan lokal be jî bi hev re tevdigerin û têdikoş in.
Ok bal kişand ser gefa li dijî hebûn û azadiya Kurdan û got, "Ev rastiyeke; Heta ku parçeyên din ên Kurdistanê azad û ewle nebin, wergirtina statuyê yan jî azadbûna parçeyekî, xwedî ewlehiyeke mayînde nîne. Ev rastî, bi bûyer û rewşa dawî re bêtir derketiye holê. Ev rastî di heman demê de bûye sedem ku hem rêxistinên li Rojava pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, hem jî li dijî êrîşên dawî yên DAIŞ'ê, di nava gelê Kurd de meyleke yekîtiya neteweyî û tevgereke siyasî ya bi hev re derxistiye holê. Meyl û nêzîkatiyên bi vî rengî coş û moral dane gelê Kurd. Bi êrîşên DAIŞ'ê re yekemcar li gelek deverên Kurdistanê, li Rojava û Başûr Pêşmerge û hêzên HPG û YPG bi hev re tevgeriyane. Hema bêje beriya yekîtiya siyasî, yekîtiya neteweyî, yekîtiyeke leşkerî di astekê de derketiye holê. Ev rastî bi awayekî vekirî radixe pêş çavan ku yekîtiya neteweyî, wezîfeyeke lezgîn a nabe bê taloqkirin e."