'Divê AKP li dadgeha sûcên şer bê darizandin'
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê di encama polîtîkaya hevpar a AKP û DAIŞ'ê ya li dijî aştiya gelan pêk hatiye û got, "AKP ji ber van sûcên li dijî gelan kiriye, divê li dadgeha şer a navneteweyî bê darizandin."
HEWLÊR - HALÎT ERMÎŞ / ANF Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da xuyakirin ku komkujiya li Pirsûsê di encama polîtîkaya hevpar a AKP û DAIŞ'ê ya li dijî aştiya gelan pêk hatiye û got, "AKP ji ber van sûcên li dijî gelan kiriye, divê li dadgeha şer a navneteweyî bê darizandin."
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç da zanîn ku piştî serketina Girê Spî dewleta Tirk agirbest xera kir û li hemberî Kurdan şer îlan kir. Koç da xuyakirin ku tevî vê yekê dewleta Tirk xwestiye berxwedana hevpar a gelan bişikîne û ev nirxandin kir: "Komkujiya li Pirsûsê vegotina şênber a vê êrîşê ye. Di serî de têkoşîna Kurdan dihat xwestin ku têkoşîna aştiyê ya hemû gelên li dora berxwedana Kobanê civiyane, bê tinekirin. Ji ber ku vê hêviya aştiyê gav bi gav gelên li cîhanê anî cem hev û xist ser rêgeheke eniya aştiyê. Armanca siyasî ya vê bûyerê ev e."
'DIVÊ AKP LI DADGEHA SÛCÊ ŞER BÊ DARIZANDIN'
Koç got, "Bicihbûna DAIŞ'ê li cihên xeta sînor ên weke Pirsûs û Kîlîsê, bi destek û kontrola dewleta Tirk pêk tê" û diyar kir ku hêzên navneteweyî beriya niha bi wesîleyên cuda ev yek aşkera kirin.
Koç bibîr xist ku DYA û gelek hêzên navneteweyî beriya niha ragihandin ku dewleta Tirk xeta xwe ya sînor naparêze, berevajî destekê dide DAIŞ'ê û got, "Tevî hişyariyên li qada navneteweyî hatin kirin jî, desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê dewam kir. Komkujiya li Pirsûsê di encama vê destekê de pêk hat. Ji ber vê yekê, di serî de gelên Tirkiyeyê divê her kesên di şoreşa Rojava de pêşerojê dibînin êdî vê eniya berxwedanê xurt bikin û nîşan bidin ku bi polîtîkaya AKP'ê re berxwedana gelan naşikê. Divê ev polîtîkaya AKP'ê ji sedî sed bê pûçkirin. Êdî bi tenê rexnekirin têrê nake, sûcdarkirin têrê nake. Pêwîste AKP ji ber van sûcên xwe, ji sedî sed li dadgeha sûcên navneteweyî bê darizandin."
Koç anî ziman ku bi komkujiya li Pirsûsê re careke din derketiye holê ku AKP DAIŞ'ê li dijî Kurdan, aştîxwaz û gelên ji bo azadiyê têdikoş in, bi kar tîne û got, "Ji ber vê yekê, eger tê xwestin pêşî li komkujiyên bi vî rengî were girtin, neçar e AKP li dadgeha sûcên şer bê darizandin. Ji ber êrîşa li vê derê yekser li hemberî sivîlan, li hemberî mirovên bê parastin hatiye kirin. Ev yek bi awayekî vekirî sûcekî şer e."
'TÊ XWESTIN PIŞTEVANIYA GELAN BÊ ŞIKANDIN'
Koç da xuyakirin ku êrîşên AKP'ê bi taybetî piştî serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de û serketina Girê Spî zêde bûne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kobanê, Şoreşa Rojava ji bo hemû hêzên sosyalîst bû hêviyek. Bû nîşaneya aştiyê. Li Tirkiyeyê di hilbijartinan de piştevaniya gelan afirand û rê li ber serketina HDP'ê vekir. Her wiha serketina Girê Spî jî weke serketina hevpar a gelên li Rojava derket holê. AKP ji bo vê piştevaniyê bişikîne her tiştî dike. Ev ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, ciwanên demokratîk û çep ên ji bo avakirina Kobanê diçûn bûn. Ji bo ev piştevanî were şikandin û pêşî li ji nû ve avakirina Kobanê bê girtin, komkujiyên bi vî rengî dikin. Ji ber vê yekê komkujiya li Pirsûsê ne tenê li hemberî Kurdan li dijî hemû gelan hatiye kirin. Eger komkujiya li Pirsûsê bi vî rengî were nirxandin, bi vî rengî xwedî li van ciwanan were derketin û bi ruhekî hevpar bersiv ji komkujiyê re bê dayîn, wê pêşî li AKP û DAIŞ'ê were girtin."
Koç diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên komkujiyê neiya berxwedanê were xurtkirin û got, "DAIŞ êdî makîneyeke mirinê ye di destê AKP'ê de. Kî behsa azadî, demokrasî û aştiyê bike, wê hewl bidin wan bikujin. AKP wê di vî zîhniyetê faşîst de israr bike. Eger em dixwazin vê faşîzmê bisekinînin, divê hemû gelên Tirkiyeyê bi gelê Kurd re têkoşîna hevpar bimeşîne."
'DIVÊ HIKÛMET Û GELÊ BAŞÛR BÊDENG NEMÎNE'
Heveroka KNK'ê Nîlufer Koç ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê bang li hemû Kurdan kir ku li dijî faşîzma AKP'ê û DAIŞ'ê têbikoşin û ev bang li Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir: "AKP li Bakurê Kurdistanê tola hilbijartinê hiltîne û li aliyê din jî li Rojava ji bo statuyeke xweser a Kurdan û gelên li Rojava di nava Sûriyeyê de ava nebe, li dijî Kurdên li wir bi awayekî vekirî şer dike. Bi vê polîtîkayê re siyaseta li Başûrê Kurdistanê jî dixe bin kontrola xwe. Başûrê Kurdistanê di rewşeke welê de ye polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yekser bandora xwe lê dike. Ji ber vê yekê di destpêkê de Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, hemû derdorên civakî divê her kes li hemberî vê komkujiyê derkevin û nerazîbûna xwe bi dengekî bilind berz bikin. Wê îro li Hewlêrê ji bo xwedîderketina li şehîdên Pirsûsê çalakî bê lidarxistin. Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê çalakiyên bi vî rengî li her deverê pêk bîne û nîşan bide ku ew ê rê nede polîtîkayên AKP'ê yên qetilkirina Kurdan û gelan."