1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê aşitî li ser esasê dadê pêş bikeve'
'Divê aşitî li ser esasê dadê pêş bikeve',divê,aşitî,li,ser,esasê,dadê,pêş,bikeve

'Divê aşitî li ser esasê dadê pêş bikeve'

“Aşitî ne tenê bidawîbûna têkoşîna çekdarî ye, pêşketina aşitiyê li ser esasê edaletê ye."

A+ A-

Ji Abertzale ya çepa BASK’ê Jon Andoni Lekue di sempozyuma “Di Pêvajoya Çareserî û Muzakerayan de Rola Rêberan” de axivî û got: “Aşitî ne tenê bidawîbûna têkoşîna çekdarî ye, pêşketina aşitiyê li ser esasê edaletê ye." Eguren bi bîr xist ku ETA’yê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û got: “Her çendî ETA’yê dawî li têkoşîna çekdarî aniye, lê tacîzên polîsan û binpêkirinên mafê mirovan berdewam dikin.”

Platforma Ji Bo Aştiyê, Ji Ocalan re Azadî, ji bo balê bikişîne ser tecrîda 14 sal in li Îmraliyê didome li Otela Elit Worldê ya İstanbulê konferansa bi navê "Di pêvajoyên çareserî û muzakereyan de rola Rêberan" berdewam dike.

Di sempozyûmê de gelek nivîskar, rewşenbîr, rojnameger, hîndekar û siyasetmedaran amade bûn. Di konferansê de ji Platformê Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Prz. Eren Keskin, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Prz. Ayşe Batumlu, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat û Hurriyet Şener, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tuncel, Nazmî Gur, siyasetmedar Ufuk Uras, Akin Birdal, Endamê Înîsiyatifa Azadiya Ocalan a Navneteweyî Reimar Heîder, Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa û Civaknas Îsmaîl Beşikçî amade bûn.

Konferansê bi nîşandana sînevîzyona ku Ocalan vedibêje û panela bi navê “Ezmûnên cîhanê: Rolê Rêberên Gelan" berdewam kir. Di panelê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî amade bû. Rêvberê Herêma Baskê Prz. Jon Andoni Lekue Eguren, pêvajoya muzakereyên ETA ya têkoşîna Herêma Baskê vegot û wiha got: "Di salek dawî de ETA ji bo aştiyê gavên girîng avêt. Li gel gavên mezin ên ETA polîsan tacîz û aloziyên xwe astengiyên xwe berdewam kir. Aştî li ser hîmê edaletê pêş dikeve. Ji bo pevçûn û şer bi dawî bibe, gava yek alî nabe çareserî. Divê gavên dualî esas bê girtin. Divê hemû aktor ji bo aştiyek mayinde rol bidin ser xwe.

Hîndekarê Zanîngeha Selehedînê Dr. Kamuran Mintik jî bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya kurdan a nava Iraqê û wiha got: "Piştî rejîma Saddam bi dawî bû muzakereyan dest pê kir.

PÊDIVÎ BI MECLÎSEKE NAVNETEWEYÎ HEYE

Mintik, da zanîn ku bi hevdîtinên nû pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û wiha got: "Hêj ev pêvajoya hevditinê didome. Heta niha çareseriyek ji binî ve pêk nehatiye. Niha peşmerge û hêzên navendî ya Iraqê rû bi rû ne. Hevdîtinên di nava kurdan û hikûmeta Iraqê de ne jidil in. Hikûmeta navendî her tim dixwaze kurdan bixapîne. Ji bo kurd di muzakereyan de encamê bistînn ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên astengkirin. Divê hemû kurd piştgiriyê bidin hev. Divê kurd yekîtî û tifaqiya xwe xurt bikin."

Prof. Dr. Mithat Sancar jî di panelê de axivî û wiha got: "Ev hevdîtin di bin siya qetikirina li Parîsê de pêş nakeve. Em hevî dikin ku bûyerek din wisa bi êş neqewime. Ji bo muzakere ber bi aştiyê ve pêş bikevin divê azadiya Ocalan şert û merc pêk bên."

'JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ RÊBER AZAD BIN'

Sancar, bal kişand ser pêvajoya Nelson Mandela û wiha got: "Divê baş bê zanîn ku dema Mandela girtî bû çima hevdîtin qebûl nekir. Mandela, di şert û mercên girtîgehê de ji ber fikara ku dozê bifiroşe hevdîtin red kir. Ji ber vê yekê divê di hevdîtinê de rêber azad bin. Divê bi rêkûpêk bi derve re di nava danûstandinê de bin. Divê bi endamên rêxistinê re jî di nava danûstandinê de bin. Divê hevditinên niha jî li ser vî esasî pêk bê. Hêj ne diyar e ku dê aşitî pêş bikeve ya na. Em hêvî dikin ku aştî û çareserî pêş bikeve. Em dixwazin ku du alî jî li hev bikin û aşityê pêş bixin. Divê dawî li şert û mercên tecrîda Ocalan bê. Ji bo aştiyê muzakere şertê herî girîng in. Divê teqez şert û mercên Ocalan bên başkirin.

Sancar, da zanîn ku di hilbijartina Ocalan a ji bo muzakere û diyalogê de tercîhek rast ratiye kirin û wiha dawî li axaftinê anî:

“Hemû beş û rêveberên rêxistinê bê şert û merc Ocalan esas digirin û qebûl dikin. Divê piştî Ocalan şkandin û perçekirina kurdan jî li ber çavan bê girtin. Ez pir girîng dibînin ku Ocalan di vê pêvajoyê de rol bilîze. Ji bo aştiya li Tirkiyeyê pêş bikeve muhatabê herî baş û girîng Ocalan e."

Zanyarên Civakî yê Herêm Afrikaya Başûr Brian Currin jî diyar kir ku “zimanê her du aliyan pir girîng in û divê ku ji zimanê xerakirin û sorkirinê birevin. Divê êdî PKK bibe legal û hemû girtiyên siyasî jî serbest bên berdan.”

Konferans didome.

ANF NEWS AGENCY