Divê BDP'yî AKP'ê şermezar bikin!..
Divê hilbijêrên BDP'ê helwesta AKP'ê ya destnedayînê şermezar bikin
Li herêma Federal a Kurdistanê li dijî nedestdayîna parlamenterên Kurd ji aliyê parêzer, rojnamevan û endamên partiyan ve berktek hat nîşandan.
Hikumeta AKP'ê ya ku li aliyekê hewld dide nedestdayîna parlamenterên Kurd rake û li aliyê din jî bang li PKK'ê dike û dibêje ger hûn çek deynin hûn dikarin biçin welatên din. Dema ku mirov li vê siyaseta hukumeta AKP'ê dinêre mirov dikare bêje AKP dîsan li hemberî gelê Kurd şer îlan kir û tu gavên çareseriyê navêje. Li hember vê helwestê AKP'ê parêzer, rojnamevan û endamê saziyên Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşanda. Parêzer Hilal Îbrahim diyar kir ku ev karekî ne hiquqî ye û li dijî qanûnê ye û wiha got: "Kesên ku tên hilbijartin ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Ev parlamenterane nunertiya vî gelî dikin ji bo vê yekê rakirina nedestdayîna BDP'iyan karekî ne yasayî û ne qanuniye". Hilal got divê ew kesên ku dengê xwe dane parlamenteran hemu helwesta xwe bidin nîşandan û li hemberî vê yekê rabin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev parlamenterane li Meclîsê li pey doza wan kesan diçe û heqîyê diparêzin. Divê gelê başûrê Kurdistanê jî helwesta xwe nîşan bike, ji ber ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka parçeyeke ya her çar parçeyan digre nava xwe."
'AKP ji bo ku ketiye tengasiyê serî li van rêyane dide'
Endamê rêveberiya PÇDK'ê Mihemed Abdullah ji bertek nîşanî helwesta AKP'ê ya li hemberî parlamenterên Kurd da û got dewleta Tirkiye mafê mirovahiyê binpê dike û wiha got: "Xebata tekoşîna gelê Kurd ne îro destpêkiriye. Em gihiştine qonaxekî pêşketî. Ji bo wê dewleta Tirk hertim dixwaze rê li ber van pêşketinan bigre û bi vê yekê jî dewleta Tirkiye yasayan binpê dike. Di heman demê de mafê însanî jî binpê dike." Abdullah balkişand ser tekoşîna zindaniyên siyasî yên li Tirkiye ku 67 rojan ketin rojiya birçîbunê û wiha got: "Dewleta Tirkiye bi hukmeta xwe ve ketiye tengasiyê, ji berku pêşî li berxwedana zindaniyên Kurd negirtiye ji bo wê serî li vê rêyê dide. Êdî Kurd li parlamentoyê jî nebin wê tekoşîna xwe bilind bikin, ji bo wê tenê gelê Kurd azadiyê nas dike. Êdî bi milyonan endamên vê tevgerê hene û wê hemu bi hevre bi tekoşina xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin.
'Hêza AKP'ê ya rê li pêşketinên Kurdan bigre nîne'
Rojnamevan Hesen Cudî jî da diyarkirin ku AKP dixwaze parlamenterên Kurdan durî siyasetê bêxe û wiha pêve çû. "Em hemu gelê li başûrê Kurdistanê bi taybet hêz û aliyên Kurd yên li başûrê Kurdistanê divê êdî vêna baş bizanin AKP êdî nahêle Kurd siyasetê jî bikin, gelek alî hene ku dibêjin ger PKK çek deyne wê AKP pêngavên baş yên siyasî bavêje. Em dibînin îro her tişt li ber çave, parlamenterên Kurd bê çekin û tenê ji bo mafê Kurd yê rewa xebatê dikin, lê belê tehemula AKP'ê ji vê yekê re jî nîne". Hesen Cudî got ev cure siyasetane hemu jî ji bo qirkirina îradeya Kurd tên meşandin, ji bo wê pêwîste gelê başûrê Kurdistanê jî li hemberî vê yekê bêdeng nemîne.
Cudî da diyarkirin ku careke din diyarbu AKP şer li hemberî Kurdan ragihandiye, ger AKP çareseriyek kiriba wê li hemberî xwestekên zindaniyên Kurd yên ku 67 roj bedena ji bo ku aştî û azadiya gelê Kurd dayîn nîşandan bêdeng nemaba. Lê belê diyare ku ne di bername ne jî di projeyên hukumeta AKP'ê de tu çareserî nîne. Herî dawî jî rojnamevan Hesen Cudî got pêwîste sazî û partiyênli başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan û helwesta xwe li hemberî vê helwesta AKP'ê ya hember parlamenterên Kurd nîşan bide.
(rt/ik/mae)