1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Divê Cîhan li hemberî faşîzma Erdogan bisekine’
‘Divê Cîhan li hemberî faşîzma Erdogan bisekine’,divê,cîhan,li,hemberî,faşîzma,erdogan,bisekine

‘Divê Cîhan li hemberî faşîzma Erdogan bisekine’

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li Saziyaên mafê mirovan kirin ku li hemberî faşîzma Erdogan bisekinin

A+ A-

MEDYA HENAN-TOLÎN MÛSA

QAMIŞLO – Şêniyên bajarê Qamişlo bang li Saziyaên mafê mirovan kirin ku li hemberî faşîzma Erdogan bisekinin û li  hemberî êrîşên û dagirkeriya li Kobanê, rawestin.

Şêniyên bajarê Qamişlo derbarê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ya li herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet êrîşa li dijî sivîlên Kobanê, ji ANHA’yê re axivîn.

Safiye Elî:SAFYA ELIDewleta Tirk wê bi van kiryarên xwe negihêje, armancên planên xwe  yên qirêj ên li dijî gelê Rojava. Ew ê nikaribe, vîn û îradeya gelê Kobanê têk bibe. Tu mafê Tirkiyê tine ye ku axa Rojava dagir bike. Bila Tirkiye baş zanibe ku em ê li hemberî wê bisekinin û nehêlin ku planên xwe yên li dijî axa me, pêk bîne.

Bezûra Miî:BIZURA MERHIWelat welatê me ye, em nahêlin ku tu kes nêzî axa me bibe û dagir bike. Em weke gelê Rojava, em ji van kiryarên hikûmeta Tirk netirsin û em ê li hemberî wê bisekinin û li ber xwe bidin. Her çiqas ew êrîş bikin, wê îradeya me xurt bibe. Em Ii pişt gelê xwe yê Kobanê ne. Ez bang li Saziyênê mafê mirovan dikim û li hemberî vê rewşê û li hemberî van kiryarên hikûmeta Erdogan û êrîşên wan ên li dijî sivîlan, bisekinin û bibin xwedî helwest.

Mizgîn Mehmûd:MIZKIN MIHEMEDDivê cîhan tev de li hemberî faşîzma Erdogan bibe yek.

Îsmayîl RifaîISMAHIL RIFAHIEz bêdegiya li hemberî kiryarên hikûmeta Tirk ên li dijî sivîl û axa Rojava, şermezar dikim. Pir eyb e ku rêxistinên mafê mirovan li hemberî kiryarên  Erdogan ên li dijî sivîlan û dagirkirina axa Rojava û Sûriyê, bêdeng bin.

Xalid Mihemed:XALID MIHEMEDArtêşa Tirk a dagirker êrîşî axa me dike û ji mafê me ye ku em xwe û axa xwe biparêzin. Em yek bihûstê ji axa xwe jî ji Erdogan re nahêlin. Axa ma ya Rojava pîroz em dest ji axa xwe bernadin. Axa me bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em nahêlin ku kesên gemar destê xwe yên qirêj pê bikin.

Îsmayîl Hesen:ISMAHIL HESENKiryarên hikûmeta Tirkiyê û yên DAIŞ’ê heman in, ji ber ku ew hevalbendên hev in. Divê raya giştî û rêxistinên mafê mirovan çavên xwe ji komkujiyên ku li dijî Kurdan û tevahiya gelê Rojava tên pêkanîn re, negrin.

(dm)

ANHA