1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Divê deriyê sînor ji bo gelê Rojava tavilê bê vekirin’
‘Divê deriyê sînor ji bo gelê Rojava tavilê bê vekirin’,divê,deriyê,sînor,ji,bo,gelê,rojava,tavilê,bê,vekirin

‘Divê deriyê sînor ji bo gelê Rojava tavilê bê vekirin’

A+ A-

RAHMÎ YAGMÛR - BRUKSEL ANF Endamê Komîsyona Çavdêriyê ya Deriyê Sînor ê Sêmalka Siyamend Osman da xuyakirin ku deriyên sînor ên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtî ne. Osman ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hikûmeta Başûr bi tenê destûrê dide ku birîndarên nikarin li Rojava bên dermankirin, derbas bibin. Osman diyar kir ku tevî dermanan destûr ji derbasbûna ti alavan re nayê dayîn.

Deriyên sînor ên di navbera herdu parçeyên Kurdistanê yên di bin kontrola Kurdan de ne, bi rojane tên nîqaşkirin ka vekirî ne yan na. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îdîa dike ku deriyên sînor vekirî ne, rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî diyar dikin ku ev îdîa ne rast e û bang kirin ku deriyên sînor ji bo derbasbûna xwarin û bazirganiyê bê vekirin.

Yek ji 6 nûnerên Meclîsa Netewî û Meclîsa Gel a Rojava yê ji li DeriYê Sînor ê Sêmalka wezîfedar endamê Komîsyona Çavdêriyê Siyamend Osman got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Çarşema beriya Cejna Remezanê weke roja betlaneyê îlan kir û derî girt. Ev rewş 7 roj in dewam dike. Lê belê ji ber ku di çapemeniyê de hat gotin ku bi wesîleya cejnê wê derî vekirî bin, gel herikî ser derî. Nêzî hezar kes ji bo derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, hatin deriyê sînor ê Sêmalka. Lê belê li aliyê Başûrê Kurdistanê yê derî, bi tenê hêzên ewlekariyê hebûn. Wezîfedarên sînor nebûn, destûr ji kesî re nehat dayîn ku derbas bibin. Me jî ji gel re gotin ku wezîfedar nînin, lewma me pêşniyar kirin ku biçin deriyê Shela da ku li wir bi peyatî derbas bibin. Li wê derê, bi alîkariya hêzên YPG'ê re mirov derbasî Başûrê Kurdistanê bûn."

Siyamend Osman diyar kir ku deriyên sînor ji aliyê Rojava ve vekirî ne û diyar kir ku ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve girtî ne û mirovên dixwazin derbas bibin, tên vegerandin.

‘JI BO ALÎKARIYA ÎNSANÎ JÎ GIRTÎ YE’

Osman ragihand ku rawestandina li ser sînor di nava gel de rê ber bêzariyê vekiriye û got, "Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê dibêje; ji bo alîkariya mirovane derî vekirî ne. Lê ji deriyên sînor, bi tenê nexweşên gelekî giran ên nikarin li vir bên dermankirin, tên derbaskirin. Ji derbasbûna sivîlan, malên bazirganî û serdana malbatan ku ev hemû rewşeke însanî ye, destûra derbasbûnê nayê dayîn."

Endamê Komîsyona Çavdêriyê Siyamend Osman anî ziman ku deriyên sînor di 16'ê Çileya sala 2013'an de hatine vekirin û sê mehan bi armanca bazirganiyê hatine bikaranîn. Osman diyar kir ku vebûna deriyê sînor feydeyeke mezin li gel dike û destnîşan kir, lê ev yek bi tenê sê mehan dewam kir.

Osman anî ziman ku hin mirov dixwazin biçin gel xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê li wir bixebitin, ji bo anîna xwarin û alavên tîcarî dixwazin derbas bibin û got, "Hin xwendekar li dibistanên li wê derê dixwînin û dixwazin dibistanên xwe dewam bikin. Lê destûr ji van tiyan re nayê dayîn." Osman da xuyakirin ku ji ber deriyên sînor girtî ne, di warê xwarin û madî de pirsgirêkên cidî derdikevin pêşiya wan û bibîr xist ku pirsgirêkên xwarin û derfetên jiyanê, mijarên însanî ne. Osman daxuyaniya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya digot, "Bi armanca însanî, derî vekirîne" bibîr xist û got, "Wê demê, ew pêdiviyên însanî yên ew behs dikin çiye? Divê ve were zelalkirin."

Osman daxuyaniyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê yên îdîa dikin ku bi sedema ewlekariyê ew destûrê nadin derbasbûna ji deriyên sînor, bi vî rengî nirxand: "Belê, destpêkê ji bo derbasî Başûrê Kurdistanê bibin girseyeke zêde hat deriyê Sêmalka. Ji bo derbas bibin bi rojan hatin sekinandin. Hin ji wan kon vedan û hejmar her çû zêde bû. Me jî, ji ber tundiya şer nekarî tedbîrên pêwîst bigire. Belê hingî dikare behsa hin pirsgirêkên ewlekariyê bê kirin. Ji xwe bi rûdana pirsgirêkên ewlekariyê re, me girse ji ber deriyê sînor vekişand. Me ew li mal û dibistanên li gundên derdorê yên vala bicih kirin. Me dest bi girtina tedbîrên ewlekariyê kirin. Niha em destûrê nadin kombûna li ser sînor. Her weha me tedbîrên xwe yên li ser sînor zêde kirin. Em ji mirovên dixwazin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin dipirsin ka kî ne ji bo çi dixwazein derbas bibin.

Me hin pêşniyar li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin. Hin malbat dixwazin biçin gel xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê. Me pêşniyar kirin ku ev malbatên mijara gotinê ji bo çûyîna gel xizmên xwe serî li hikûmetê bidin û bi destûrê ew derbas bibin. Ev yek wê biba pêkanîneke mîna vîze. Vê yekê wê ewlekarî zêde bikira. Lê ev pêşniyara me jî qebûl nekirin."

‘DIVÊ DERIYÊN SÎNOR JI BO GELÊ ROJAVA YÊ DI ZEHMETIYÊ DE YE, TAVILÊ BÊN VEKIRIN’

Osman da xuyakirin ku gelê Rojava di rewşeke zehmet de ye û diyar kir ku divê deriyên sînor ji bo alîkariya însanî tavilê bên vekirin. Osman diyar kir ku girtina derî wê pirsgirêka xwarinê ya gelê Rojava mezintir bike û gel têxe rewşeke penaber. Osman bibîr xist ku bi tenê ji nexweşên gelekî giran ên nikarin li Rojava bên dermankirin destûra derbasbûnê tê dayîn û got, "Lê em dixwazin ji bo derbasbûnên giştî, ji bo alîkariya însanî, xwarin, bazirganî û serdanan, derî vekirî bin. Eger deriyên sînor bên vekirin, wê barê me sivik bibe."

Osman ragihand ku di rewşeke berovacî de wê ji ber pirsgirêka xwarin û xizanî koçberî rû bide û destnîşan kir ku bi vekirina deriyên sînor re dikare pêşî li penaberbûyîna mirovan bê girtin. Osman got, "Çima mirov dest ji axa xwe malên xwe berde, li binê konan bicih bibin û bikevin rewşeke penaberiyê. Kes vê naxwaze."

Osman diyar kir ku êdî gelê Rojava nikare xwe li vê rewşê rabigire û got, "Ji xwe em bi êrîş û lîstikên gelek alî re rû bi rû ne. Pêwîste di vê demê de di mijara deriyên sînor rastî werin ziman."

METRO: DIVÊ HIKÛMETA HERÊMÊ REWŞÊ ZELAL BIKE

Di vê navberê Rêxistina Parastina Mafên Rojnamevanan (METRO) ya navenda wê li Silêmaniyê ye, bal kişand ser êrîşên li dijî rojnamevanên ku deriyên sînor ên bi Rojava re kirine mijara nûçeyê. METRO'yê da xuyakirin ku rojnamevanên pirsa "deryên sînor girtî ye yan vekiriye" li hikûmta Başûrê Kurdistanê kirine, rastî êrîşan hatine.