'Divê dewlet li hemberî peyama Ocalan gavan bavêje'
Nivîskar û rewşenbirên ku duh tev li Newroza dîrokî ya Amedê bibûn jî peyama Ocalan erênî dîtin û xwestin êdî dewlet gavan bavêje
Li Amedê duh Newroza dîrokî ya herî mezin a Cîhanê hat pîrozkirin. Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşberî milyonan kesan ve hat xwendin û ji aliyê milyonan ve hat erêkirin. Nivîskar û rewşenbirên ku duh tev li Newroza dîrokî ya Amedê bibûn jî peyama Ocalan erênî dîtin û xwestin êdî dewlet gavan bavêje. Rojnameger Can Dundar, anî ziman ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek erênî bû û lazime êdî dewlet gavên bavêje. Endamê Koma Temas û Diyalogê Osman Kavala jî diyar kir ku tevlêbûna Newrozê ji bo pêvajoya nû pir girîng bû û west êdî rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin.
Duh li Amedê Newroza Dîrokî ya herî mezin bi tevlebûna zêdeyî 2 milyon mirovan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya duh a dîrokî de peyama Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi kurdî û tirkî hat xwendin. Peyama Ocalan ji aliyê 2 milyon kes ve bi silogana "Bijî Serok Apo" hat erêkirin. Nivîskar û rojnameger Can Dundar, peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku peyam pir erênî bû. Dundar, anî ziman ku ev peyam ji bo pêvajoya aştiyê gavek gelek watedar bû û wiha got: "Bi vê peyamê îlan kir ku pêvajoya şerê çekdarî bi dawî bûye. Bi vê peyamê wehda aştiyê da. Bi vê daxuyaniyê peyam da hemû Tirkiyeyê. Ez bawer dikim ku peyam ji aliyê dewletê ve hatibe bersivandin. Serokwezîr Erdogan peyam erênî dîtiye. Ev nîşan dide ku dewletê jî peyam erênî dîtiye. Ev pêvajoyek pir tenik e. Tevlêbûna Newrozê dihat payin ku eleqeyek mezin hebe. Gelê Herêmê birçiyê aştiyê ye. Gelê herêmê piştgiriya xwe ya aştiyê anî ziman. "
'Ne hêsan e'
Rojnameger û nivîskar Pelîn Batu jî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan erênî dît û diyar kir ku dema peyam guhdar kir pir hestyar bû û wiha got: "Peyam gelek gelek baş bû. Peyama ku aştiye hembêz dike ye. Ev peyama ku di pêşerojê de em hemû hev hembêz bikin û mil bidin milê hev bû. Ji ber vê yekê heviyên min ên aştiyê mezintir bûn. Em hêvî dikim ku hikûmet jî dê bi heman helwestê bersîv bide vê peyamê. Em dizanin ku ev pevajoyek ne hêzan e. Nêzê 50 hezar kesan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Şerê 30 salin didome heye. Her kes di nava vî şerî de para xwe digirin. Bi taybetî herî zêde bandorê li ser kesên şehîdê wan heye dike. Divê ji niha û şûnde her kes li kirin û gotinên xwe baldar bin. Îmralî bandorê li ser Qendîlê û gelê kurd dike. Bi bêdengiyek mezin li peyamê guhdar kirin û hurmet nîşan dan. Ev hêjaye hurmetê. Dema min li qadê lehiya girsê dît min hêsirê çavan negirt. Coş û kelecana gel bandorek pir mezin li ser min çêkir. Milê MHP'e hişk rexne dike. Divê berî her kesî em guhê xwe ji rexneyen wan re bigirin. Divê êdî wekî gotina Ocalan ne şer fikr û siyaset derkeve pêş. Divê êdî BDP jî wekî alî bê nîşandan.
'Divê maseya dualî bê avakirin'
Endamê koma Temas û Diyalogê Osman Kavala jî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Ocalan bi vê peyama xwe diyar kir ku pêvajoya berê qediya û pêvajoyek nû dest pê dike. Bê gunam divê piştî vê peyamê gavên şênber bên avêtin. Niha wekî peyamek yek alî tê dîtin. Divê hikûmet û dewlet jî êdî gavên şênber û daxazên kurdan qebûl bike. Divê ev yek bi lez bê kirin û baweriyê bide. Divê hikûmet bi lezgîn daxwazên gel û Ocalan têxe meriyetê û bibersivîne. Divê girtiyên siyasî yên ji doza KCK'ê serbest bên berdan. "
Endamê MYK'ê yê Partiya Kibrisê Murat Kanatli jî anî ziman ku ev peyamek gelek girîng û gavek pir wêrek bû. Kanatli, da zanîn ku di vê pêvajoya ku hatibû xetimandrin kurdan dîsa gavek pir girîng a aştiyê avêtin. Kanatli, "Divê êdî her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Divê gavên erênî bê avêtin. Mixabin dema ji bo pîrozbahiya Newrozê em çûn dema em çûn otele me dît ku balafirên şer difirin. Me dît ku li hemberî van gavên erênî gavên çareserî û dostaniyê nayên avêtin. Em hêvî dikin ku aştiya ku li Kurdistanê û Anatoliyayê pêş bikeve dê bandora xwe li ser Kibris û Rojhilata navîn jî bike.
(mae)