´Divê di bin baneyê mecisê de komîsyon bê avakirin´
Baluken: Divê di bin baneyê mecisê de komîsyon bê avakirin
SERKAN KURT Serokwekîlê Koma BDP'e Îdris Baluken, der barê serdema pêvajoya nû ya di 21'ê Adarê de hat destpêkirin diyar kir ku dê bi partiyên siyasî û hikûmetê re binirxînin û bixwazin ku di bin baneyê meclisê de komîsyonek bê avakirin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de di Newroza dirokî ya li Amedê de banga dîroki kiribû. Ocalan xwestibû ji bo ev pêvajo pêş bikeve divê Komîsyona Mirovên Aqil bê avakirin. Serokwekîlê Koma BDP'e Îdris Baluken, der barê banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dîrokî de diyar kir ku gelê kurd û tirk li vê bangê xwedî derket û xwest ji bo pêşketina vê pêvajoyê komîsyon di bin baneyê meclîsê de bê avakirin. Baluken, anî ziman ku ji ber gelê Tirkiyeyê li vê pêvajoyê xwedî derket, Konseya Rêveberiya KCK'ê agirbest îlan kir û wiha got: "Di vê pêvajoya ku nû hatiye destpêkirin em dixwazin hikûmet û meclis destê xwe bi lez bigirin. Divê bi lezgîn înisiyatifê bigire û gavên şênber bavêje. Ger ku bê zanîn berê PKK'ê guh da banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û leşker û polîsên destê xwe de serbest berdan. Piştî banga Birêz Ocalan a Newrozê ya di şahiyiya milyonan de KCK'ê bi lezgîn bersîv da û agirbest ilan kir. Ev gavên herî şênber û aştiyane ne."
'Em dê vê hefteyê bi partiyên siyasî re bicivin'
Baluken, anî ziman ku ji bo gavên şênber bên avêtin divê berî her tiştî li meclisê komîsyona berpirsiyar bê avakirin û wiha berdewam kir: "Me pêşniyarek amade kir û em dê di nava vê hefteyê de bi hemû partiyên siyasî re parve bikin. Em armanc dikin ku pêşniyarek hevpar derxin holê. Em dixwazin ku Komîsyona Aştiyê ku hemû parlamenter û nûnerên partiyên siyasî di navde cih bigirin. Sedê jî CHP'ê Komîsyona Lihevkirina Civakê pêşniyar kiribû. Komîsyona Aştiyê, Komisyona Lihevhatina Civakî ango Komîsyona demokratîkbûnê, navê wê çi dibe bila bibe. Komîsyona bê avakirin pitî çek bên berdan û pêvajoya piştî çekberdanê divê têkeve nava hewldanê û ropê aştiya civakî bide ser milê xwe.
'Hestiyê pişta xebatê meclis e'
Baluken, daxuyand ku ger komîsyon li meclisê bê avakirin peyvir û mîsyona xwe bi cih bine, dê birîn û nebawerya ku di nava şerê 30 salan de pêk hatiye bi lezgîn derman bike. Baluken, destnîşan kir ku niha bêtir niqaş li ser Komîsyona Mirovên Aqil tê kirin û wiha berdewam kir: "Em bawer dikin ku hestiyê pişta xebatê meclis e. Ji ber vê yekê divê meclis di bin baneyê xwe de Komîsyona Aştyê ava bike. Divê komisyona mirovên aqil jî bê avakirin. Lê divê teqez komîsyona aştiyê jî bê avakirin. Ji avakirina komarê heta niha 90 salin pirsgirêka kurd heye. Divê komîsyon, di nava pirsgirêka kurd de travma, kaos, sorkirin, failên nediyar tevan ronî bike. Divê komîsyona Aştiyê û Komîsyona Heqîqetê rastiya dîrokie ji nûve vebêje û lêborin bê xwestin.
'Divê komîsyonên meclisê bi hevre bixebitin'
Baluken, da zanîn ku di demê berê de jî dema PKK vekişiya dervê sînor provokatif pêk hatin û operasyonên leşkerî pêk hatin. Gelek leşker û endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê komîsyonên bên avakirin divê berî her tiştî welatiyên ku ji ber şer gundê xwe vala kirine û gundê wan vala bûne bibin alîkar ku karibin li gundê xew vegerin û bingeha vegara gundan ava bikin. Ji ber vê yekê rol û misyona dikeve ser Komîsyona Mirovên Aqil û Komîsyonê Aştiyê gelek e."
Baluken, xwest kesên di nava Komîsyona Mirovên Aqil de cih bigire divê berî her tiştî hemû beşên civakê hembêz bike û ji aliyê hemû kesan ve bê pejirandin û qebûlkirin. Divê teqez parazvanên mafên mirovan, aştî, demokrasî û edaletê di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Em bêtir li ser navan niqaş nakin. Em li ser rêgez û pîvanên kesan niqaş dikin. Em dixwain kesên di nava van komîsyonan de cih bigirin xwedî erk û rola parazvaniya mafên mirovan ên gerdûnî bin bi adîlane û wîjdan tev bigerin. Em wekî partiyê dê di rojên pêş de der barê komîsyonan de pêşniyar û bernameya xwe aşkere bikin."
(mae)