´Divê Dêrsîmî xwedî li Cansiz derkevin´
DÊRSÎM (DÎHA) - Şaredariya Dêrsîmê bi esnafên jin re hate cem hev û pirsgirêkên jin dijîn nîqaş kirin. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn di civînê de axivî û diyar kir ku di serî de hemû jinên Dêrsîmî û hemû Dêrsîmî divê xwedî li cenazeya Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz derbikevin.
Şaredariya Dêrsîmê li Otela Grand Şaroglu bi esnafên jin re hate cem hev. Di civîna nêzî 100 jinên esnaf tevlî bû de pirsgirêkên esnafên jin dijîn hatin guhdarkirin. Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, xebatkarên Navenda Jiyanê ya Jinê û xebatkarên jin ên şaredariyê tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn axivî. Şahîn, anî ziman ku di serî de hemû jinên Dêrsîmî û hemû Dêrsîmî divê xwedî li cenazeya Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz derbikevin.
'Em li hemberî hêzbûna wê gelek bi bandorbûn'
Şahîn, da zanîn ku yekemîn car di girtîgehê de bi Sakîne Cansiz re hev du nasîn û ji wê gelek bi bandorbû û wiha axivî: "Dema me hêzbûna wê dît em hemû gelek jê bandorbûn. Di pêvajoya girtîgehê de gelek heval bi wê re man û ji wê gelek bi bandorbûn. Têkoşîna wê bandor li me hemûyan kir."
Piştî axaftinê pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin.
(bd/mae)