"Divê em ji bo azadiya gelê kurd têbikoşin"
Turkalî: Divê em ji bo azadiya gelê kurd têbikoşin û piştgirî bidin
Di çarçoveya kampanyaya ji aliyê Komîsyona Şaxa ÎHD'ya Stenbol ya Girtîgehê ya bi navê "Tecrîd dikuje bila girtîgehên tîpên F'ê bên girtin" hate dest pê kirin, pêşangeha ji wêneyên nivîskar, rewşênbîr û hûnermendan hucreyên temsîl de kişand hate pêşkeş kirin. Nivîskarê navdar Vedat Turkalî yê tevlî vekirina pêşangehê bû û diyar kir ku dewleta Tirkiyê buyê weran û heta pirsgirka kurd neyê çareserkirin azadî pêk nayê.
Wêneyên di hucreya temsîl de ji aliyê nivîskar, rewşênbîr û hûnermenden di nav wan dê Şanar Yurdatapan, Vedat Turkalî, Ece Temelkuran, Derya Alabora, Sezgîn Tanrikulu, Julîde Kural, Hakan Yeşîlyurt heyî, di çarçoveya kampanyaya ji aliyê Komîsyona Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) Şaxa Stenbol ya Girtîgehê ya bi navê "Tecrîd dikuje bila girtîgehên tîpên F'ê bên girtin" hate dest pê kirin de kişand wek pêşangehê li Otela Taksîm Hîll hate pêşkeş kirin. Salona pêşangeh hate vekirin de pankartên "Jiyan bi 8 metrayan de naye astengkirin", "Tecrîd dikuje bila girtîgehên tîpên F'ê bên girtin" hate daliqandin. Endamên Partiya Gel û Ked (EHP), TUAD, Parlementerê Amedê ye berê Akin Birdal, Îlkay Akkaya, Şanar Yurdatapan, nivîskar Vedat Turkalî, Înîsîyatîfa Dayikên Aşitiyê, Listîkvan Julîde Kural, Hûnermend Pinar Sag û Basrî Vardar tevlî vekirina pêşganhenê bûn. Parêzerê Komîsyona ÎHD'ê ya Girtîgehê Fazil Tamer di vekirine de axivî diyar kir ku li welatên din rakirina girtîgeha te nîqaşkirin, li Tirkiyê girtina girtîgehên tîpa F'ê te nîqaşkirin ev jî tiştekî şerme. Tamer, da zanîn ku girtîgehên tîpên F'ê 10 sal berê vebûn û hebûna xwe li ser îşkenceyê berdewam dike. Tamer, xwest ku girtîgehên tîpên F'ê bên girtîn û got ewê ji bo ve tekoşîna xwe berdewam bikin.
'Hijmara rojnamegerên girtî du qet zedê bû'
Piştî Tamer Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol AbdulbakÎ Boga jî, axivî û bilêvkir ku kesên ev girtîgeh vekirin ewê rojek bikevin van girtîgehan dê. Boga, da zanîn ku rojnamegerên girtî bi zedêtir girtîgehên tîpa F'ê de ne û wiha berdewam kir: "Demek em wek parêzvanên mafê mirovan baş ne xebitîn ku hijmara rojnamegerên girtî zedê bû. Tu sûcên wan tuneyê, dixwazin wan bi girtinê ceza bikin."
Bîrdal: Yekemîn e hejmara girtiyan ji 120 hezarê derbas dibe
Piştî axaftina Boga Hûnermend Îlkay Akkaya stranek got. Hûnermend Pinar Sag jî axivî û wiha got: "Ez van êrîşan şermezar dikim. Heya dawiyê ez dê li cem rêhevalên xwe bim." Parlementerê Amedê'ê yê berê Akin Bîrdal jî diyar kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de care yekem e hejmara girtiyan ji 120 hezarê derabas dibe. Bîrdal, bang li hemû kesî kir ku ji bo makezagonekî demokratîk, sivîl, wekhevî bêtir xebat bê kirin, kir.
Turkalî: Ji bo azadiyê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
Nivîskar Vedat Turkalî jî diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê azadaî çêbibin berî her tiştî divê pirsigrêka kurd bê çareserkirin. Turkalî, anî ziman ku tiştên li girtîgehan pêktên mirov êdî ranagirin û wiha got: "Ez ji vê dewletê re dibêjim Dewleta Wêran. Rastî jî hate asta dewleta wêran. Mînak bûyera Hrant Dînk êdî veşarî nîn e. Kê kir ji holê rabûye. Gelo li hemberî ewqas rezaletiyê dê çawa çare bê dîtin? Tirkiye salên borî rastî heqaretên gelek mezin hat. Ev hemû pîsî kom bûn. Damezirandina vê dewleta wêran wisa dest pê kir. Tu kes bi hêsanî kesê din sûcdar nake ji ber ku hemû kes suçdar in." Turkalî axaftina xwe bi gotina "Ji têkoşîna azadiya gelê kurd re piştgirî û têkoşînê bikin" bi dawî kir.
'Rojekê em jî dê aştiyê bibînin'
Dayîka Aştiyê Dondu Ergîn jî diyar kir ku umrê dayîkên kurdan li ber derê girtîgehan derbas bû. Ergîn, anî ziman ku ew bawer dike ku mirovên bi dil dê vê zilmê xilas bike û wiha got: "Kesên ramanên wan xiraba hevdîtin qedexe kirin. Lê dema ku li girtîgehan agahî neyên dilê dayîkan dişewit e." Ergîn, da zanîn ku ew dixwaze aştiyê bibîne û wiha axivî: "Ez 71 salîm û hêj ji bo aştiyêl dixebitim. Tenê li Tirkiyeyê raman sûc e. Hikûmet dixwaze reş bike lê ev gel di riya ronahiyê de ye."
Piştî axaftinan gala bi stranên hûnermendan bi dawî bû. DÎHA (ft/dt/mae)