`Divê em Kurdistana Xweser ava bikin`
Tuncel: Divê em Kurdistana Xweser ava bikin
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Yek ziman, yek ol, yek netew" rexne kir û wiha got: "Ger ku yên wan 'Yek' hebin yên me jî pir zinan, pir çand, pir ol û pir neteweyên me hene.
Şahiya alternatîf ya Murat Elîbol ya Buharê ku ji aliyê Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (DYG) yên li Zanîngeha Egeyê dixwinin ve tê meşandin, bi bernameyên cuda berdewam dike. Di şahiya ku li Kampusa Bornovayê tê lidarxistin panel, şano, sînevîzyon, konser û mijarên din tên pêşandan. Di şahiyê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mukaddes Kubilay, Endama Meclîsa BDP'ê Yildiz Çelîk, Hevserokê BDP'a Îzmirê Fuat Mikailoglu, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Li qada şahiyê wêneyên Akif Yilmaz, Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Alî Çiçek, endamê Rêveberiya Konseya KCK'ê Rustem Cudî (Rüstem Osman), Endamê Konseya Leşkeri ya HPG'ê Çiçek Botan (Guhar Çekirge) û Yucel Halîs (Alişer Koçgiri), Aydın Erdem, Şerzan Kurt, Murat Elibol û gelek kesên din hatin daliqandin.
'Ger zimanê zindana Amedê hebe'
Pişti ciwanan şahiya muzîkê pêk anîn, Parlementer Tuncel, axivî û wiha got: "Zext û zordariyên li ser xwendekar û ciwanan didomin. Em di meha gulanê dene. Meha gulanê meha şehîdan e. Di vê mehê de Denîz Gezmiş, Huseyin Înan, Yusuf Arslan, Îbrahim Kaypakkaya û ciwanên li Zindanê Amedê li dijî zilmê di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan. Serozwezîr Erdogan dibêje 'Ger zimanê Amedê hebûya û bi axiviya' Rast e xwezî zimanê Amedê hebûya û rastî vegota. Karîbuya komkujiya Zilan Dêrsim, Gurgum, Roboskî û Amedê vegota. 30 salin li heremê şerek tê meşandin. Di vî şerî de hikûmet her tim ziman, çand û nasnameyan înkar dike. Ciwan an derdikevin çiyê an jî tên girtin. Serokwezîr hêj derdikeve dibêje 'Yek ziman, yek ol, yek netew'. Ger ku yên wan 'Yek' hebin yên me jî pir zinan, pir çand, pir ol û pir neteweyên me hene.
'Divê em li Tirkiyeyê Kurdistana Xweser ava bikin'
Tuncel, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Suriyeyê jî rexne kir û wiha berdewam kir. Tirkiye dixwaze rolê xwe yê dagirkirina Iraqê niha li Sûriyeyê jî bilîze. Li rojhilata navîn şeklekî nû tê avakirin. Di vê guhertinê de pergala kapîlatist dixwaze cih bigire. Helwesta Erdogan a li dijî Esad li dijî rêxistinbûna kurdên li sûriyeyê ye. Naxwaze kurd li Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin. Kurd dixwazin xwe bi rêxistin bikin. Divê li Tirkiyeyê Kurdistana xweser ava bibe û astengiyên li pêş wê bên rakirin. Divê em Kurdistana Xweser ava bikin."
Şahiyê bi konsera Halit Bilgiç berdewam kir. Di şahiyê de Belgefîlma Ji Dîroka bi Agir hate peşandan. Şahiya xwendekaran dê îbo bi dawi bibe.
(mae)