1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Divê em li dijî tundiyê serî rakin'
'Divê em li dijî tundiyê serî rakin',divê,em,li,dijî,tundiyê,serî,rakin

'Divê em li dijî tundiyê serî rakin'

'Divê em di her qada jiyanê de li dijî tundiya jinan serî rakin'

A+ A-

HAMDULLAH KESEN

EDENE (DÎHA) - Li Herê Çukurova û Edeneyê betalî di asta jor de ye. Bi betaliyê re tundiya li ser jinê jî zêde ye. Nûnerên saziyên jinan diyar kirin k ji ber betalî, koçberî û tundiya li ser jinê zêde ye, qetilkirina jinan jî pir zêde ye.

Li Edeneyê ji ber betalî û koçberî zêde ye, tundî, tacîz, tecawiz, kuştin û zextên li ser jinan jî zêde ye. Dîsa xizanî û betalî jî bandorek xerabtir li ser jinan dike. Jinan diyar kir ku nerîn û feraseta dewletê û hikûmeta AKP' ya zilam û serdest rê li pêş tundiyê vedike. Jinan xestin ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Aktîvîsta Kolektdifa Kedê ya Jinan Derya Çiçek Nar, anî ziman ku ji ber nasnameya xwe ya jinê rastî tundiyê tên, tên kuştin û rastî neheqiyên giran tên. Nar, anî ziman ku li gorî lêkolîn û îstatîstika Komeleya Mafên Mirovan li tevahiya Tirkiyeyê di 7 salên dawî de 4 hezar û 190 jin hatin qetilkirin. Herî zêde jin di sala 2009'an de hatin qetilkirin. Di 6 mehên ewil ên 2012'an de nêzî 100 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di 10 mehên ewila salê de jî 106 jin rastî tecawizê hatin. Ji sedî 45’ê mêran ku kuştin pêk anîn piştgiriya xwe ji dewletê girtin. Li gorî lêkolînên dawî 478 jin rastî tecawizê 722 jin rastî tacîzê, 6 hezar û 423 jin rastî tundiyê hatin.

Di navbera salên 2005-2010'an de 100 hezar jin rastî êrîşa zayendî hatin. Di serdema AKP'ê de ji sedî 400 tundî zêde bû.

'Betalî tundî û kuştinê zêde dike'

Endama Meclîsa Sosyalist (SKM) û endama Rêveberiya HDK'e ya Edeneyê Serpil Arslan, jî ani ziman ku ew 25'ê Mijdarê bi kuştin û tundiyê pêşwazî dikin û herî zêde kuştin li Edeneyê pêk tê. Aslan, ani ziman ku ji ber betalî û xizaniyê tundî zêde ye û ev yek rê li pêşiya kuştinên nû vedike.

'Arslan, destnîşan kir ku di serdema hikûmeta AKP'ê de zextên li ser jinan zêde bûn û êdî vîna jinan nehat qebûlkirin.

(mae)