1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Divê gel serî hilde!"
"Divê gel serî hilde!",divê,gel,serî,hilde

"Divê gel serî hilde!"

Cemîl Bayik: Divê gelê me bi hemû hêza xwe rabe serhildanê

A+ A-

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêvajoya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Bayik da zanîn ku ev ev komplo operasyona herî mezin a NATO’yê bû û ev bang li gelê Kurd kir; “Divê gelê me bi hemû hêza xwe rabe serhildanê.”

Nivîsandina nirxandina komploya 9’ê Cotmehê ya Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di malpera fermî ya PKK’ê (http://www.pkkonline.com/) hat weşandin. Bayik got; "Divê gelê me bi hemû hêza xwe rabê serhildanê, salvegera komployê veguherîne roja hesabpirsîna êrişê û bi vî awayî li rûmeta xwe xwedî derkeve."

Nivîsa Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik a di derbarê komploya 9ê Cotmehê de di malpera PKKê ya Înternetê "pkkonline.com" de hate belavkirin. Bayik ku di destpêka nivîsa xwe de komploya 9ê Cotmehê wekî rojek herî tarî di dîroka gelê kurd de bi nav dike, komplogeran şermezar dike û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna gelê kurd û tevgera wî ya li dijî komployê wekî cihê şanazî û pesindanê binav dike.

Nivîsa Bayik weha dewam dike:"Komploya 9ê Cotmehê rojek wisa ye ku partiya me, gelê Kurdistanê û hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im wê ji bîr nekin. Lewra xwestin di şexsê rêber APO de bi vê komployê pîşeroja gelê me tarî bikin. Li hember êrişek wiha berfireh, berxwedanek bê hempa divayabû. Gel, heval û tevgera me jî ev yek kir. Li zindanan, çiyayên Kurdistanê û li derveyî welat bi dehan mîlîtan û welatparêzên me helwestek dastanî nîşan dan, bi agirê ku berdan bedenên xwe gotin "kes nikare roja me tarî bike" û tevlî karwanên şehîdên bêmirin bûn."

Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik ku balê dikişîne ser qonaxa komployê û pêvajoya piştre, tîne ziman ku armanc ji komployê bi temamî têkbirina tevgera kurd û şikandina hemû hêviyên gelê kurd ên ji bo azadiyê bûn.

Bayik bi bîr dixe ku bi dîlgirtina rêberê gelê kurd Abdullah Ocan, komplogeran derbek giran danîbûn, lewra 6 meh temen li tevgera azadiya gelê kurd birrîbûn lê bi helwesta rast a gelê kurd û rêberê wî ev yek hate pûçkirin.

Di vê derbarê de Bayik vê dibêje: "Ji heft heta 70 salî, hemû beşên civaka Kurdistanê li dora rêberê xwe bû yek dest û yek deng. Rêber APO jî bi helwestek rast bersiv da û çarenivisa sedê salan ku di her serhildanê de li ser me hatibû ferzkirin guherand. Lewra dagirkeran ne karîn gelê me bişkînin û encamê bistînin û ne jî cesaret kirin nêzîkî rêber APO bibin."

Bayik destnîşan dike ku di encama vê siyaseta rast û xwedîderketina li tevgera azadiyê û Ocalan de, têkoşîna azadiyê gihiştiye pêngava 4. a stratejîk û bi îlankirina Xweseriya Demokratîk ne tenê gelê kurd, her weha azadiya hemû gelên li Tirkiyê jî hatiye hedefkirin.

Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik tîne ziman ku her çiqas gelê kurd û tevgera azadiyê li dijî komployê têkoşînek bêhempa dabin, bi dayina berdêlên mezin nirxên xwe parastibin jî, di vê pêvajoya hesas û dîrokî de, gelê kurd rastiya gelek dostên sexte naskiriye û îxaneta navxweyî jî di vê demê de jî ruyê xwe yê reş nîşan daye.

ENCEX BI AZADIYA RÊBER APO KOMPLO TINE DIBE

Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de tîne ziman ku eger sedemên pêkhatina komploya 9ê Cotmehê rast neyên xwendin, mirov wê nikaribe rastiya têkoşîna tevgera azadiya gelê kurd ya berê, niha û pêşerojê jî fam bike. Bayik ku balê dikişîne ser lingên hundir û derve yên êrişê jî, dibêje: "Encex dema Rêber APO azad bibe, em dikarin bêjin ku komplo hatiye tasfîyekirin."

Bayik komploya li dijî Ocalan pêkhatî, wekî operasyona herî mezin a NATO binav dike û di vê derbarê de weha balê dikişîne ser sedema êrişa modernîteya kapîtalîst a li dijî PKKê û rêbertiya wê: "Tê zanîn ku ji bilî yên netewî û herêmî, beşek ji têkoşîna PKKê, têkoşîna îdeolojîk ya li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst e. Ev bi tena serê xwe jî nîşaneya herî berbiçav ya sedema êrişa li hember rêber APO û tevgera me ye. Ev sîstema hegamonîk, projeya rêber APO û tevgera me konfederalîzma demokratîk ji xwe re wekî tehîdê dibîne."

Bayik her weha tîne ziman ku di eslê xwe de beriya êrişên li ser Îraq û Afganîstanê, komplogeran dixwest ji bo projeya xwe ya Rojhilata navîn, rêber û tevgera gelê kurd ji holê rakin. Di vê derbarê de Bayik dibêje, PKK siyasetên komplogeran serû binî hev dikirin. Lewra divabû yan PKKê bikişînin cem xwe, an jî ji holê rakin.

Lê li gor Bayik rola herî balkêş û girîng a di komployê de, rola rêxistin û partiyên kurd ên wekî PDK û YNKê bû balê dikişîne ser peymana Washingtonê ya sala 1998ê ku bi pêşengiya Amerîkayê di navbera PDK û YNKê de hatî mohrkirin: "Bi helwesta van hêzan a di dema komployê de jî eşkere bû ku yek ji xalên vê peymanê, têkbirina PKKê û rêbertiya wê bû. Lewra di dema komployê de wan bi awayekî vekirî, li welatên Ewropa digeriyan û digotin PKK rêxistinek terorîst e. Armanca komplogeran bi vê yekê, têkbirina PKKê û xweşkirina zemîn ji rêbertî û hêzên kurd ên sexte re bû. Hewldanên perçekirina tevgera me ji hundir ve bi rêya çeteyên wekî Osman û Botan jî beşek ji vî karî bûn."

Bayik tîne ziman ku di qonaxa niha de, mirov dikare bêje ku komploya 9ê Cotmehê hatiye pûçkirin, lê nikare were gotin ku bi temamî hatiye tasfîyekirin. Di vê derbarê de Bayik tecrîda li ser Ocalan wekî beşek ji vê siyaseta komplogeran destnîşan dike û dibêje, encex dema Ocalan azad bibe, em dikarin bêjin, komplo bi temamî hatiye tinekirin.

Bayik ku di dawiya nivîsa xwe de balê dikişîne ser tevgera gerîllayên HPGê ku li Bakurê Kurdistanê berfirhe dibe û serketina li Rojavayê Kurdistanê, tîne ziman ku tevgera kurd vî rih û heyecana berxwedêr ji berxwedana Ocalan a li dijî komployê distîne.

Di banga xwe de Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik dibêje, divê gelê me di 14. salvegera komploya 9ê Cotmehê de, têkoşîna li dijî Stratejiya Îslama Siyasî di şexsê AKPê de derxe asta herî bilind.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî