Divê HDP tifaqên herî berfireh ava bike
BEHDÎNAN 09.05.2014 07:00:00 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku divê HDP bibe tevgereke derdora herî berfireh a civakê vedihewîne û got, "Em di demeke ku pêwistî bi tifaqên herî berfireh heye de, derbas dibin. Karê ku divê HDP bike, avakirina tifaqên herî berfireh e."
Kalkan di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan Erdal Er de mijarên HDP, rola HDP'ê ya di rêxistinkirina mûxalefeta civakî de, mijara qirkirina Ermenî û hilbijartinên Serokkomariyê nirxand.
Kalkan ragihand ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encameke vê pêvajoya dîrokî ye û wiha axivî: "Rêber Apo ev tişt got; Sekna taktîkî ya destpêka salên 70'yî cuda bû, yanî xeta çalakiyê cuda bû, xeta çalakiyê ya niha cuda ye. Tişta ku bi tenê guheriye ev e; di xeta çalakiyê de cudahî heye. Ev yek jî bi du aliyan dikare were pênasekirin.
Yek; Pêngava destpêka salên 70'yî koma îdeolojîk pêngava partîbûyînê bû. Têkoşîna îdeolojîk li pêş bû, esas bû. Niha têkoşîna polîtîk li pêş e. Dema koma îdeolojîk ji mêj ve bihuriye; partî ava bûne, rast şaş, têrker kêm, serketî ne serketî têkoşînek hatiye meşandin. Pirsgirêk hatine nuqteya çareseriyê û pêvajoya têkoşîna polîtîk destpê kiriye.
Ya duyemîn; Di pêngava destpêkê de şêweya têkoşînê ya bingehîn berxwedan e. Çek jî di nav de berxwedan û têkoşîna çalak li pêş e. Niha di têkoşîna siyasî û demokatîk de ya esasî, ji bo çareseriya pirsgirêkan di xebata demokratîk a radîkal de, pêwistî bi xeta têkoşîn û çalakiyê ya siyasî û radîkal heye. Guhertin di van her nuqeyan de hene. Ji bilî wê pirsgirêkên ku berxwedana 71'ê dixwest çareser bike, hevpariya çareseriyê û HDP ji hev ne cuda ne.
Ew rastiya berxwedanê li gorî îro bi eniyeke berfireh a têkoşînê ya demokratîk tê rêkûpêkkirin. Tevahiya hêzên demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Ji ber ku em çareseriyeke siyasî destnîşan dikin, têkoşîna siyasî û demokratîk dimeşînin. Divê veguhere tevgereke ku derdora herî berfireh a civakê di nava xwe ve vehewîne. Ji ber vê yekê têkoşîneke bi tenê bi çep şoreşger, çep demokratan re bê meşandin nîne. Em di demekê de ne ku divê tifaqên herî berfireh werin avakirin. Ya ku divê HDP bike, avakirina tifaqên herî berfireh e."
LI HEMBERÎ HDP'Ê KAMPANYA LÎNÇÊ HAT MEŞANDIN
Kalkan diyar kir ku her çend ji hilbijartinê encamên hêvî dikir bi dest nexist jî, di demeke ewçend kurt de xwe amadekirina ji bo hilbijartinan serketineke girîng e û destnîşan kir ku her çend ne li nuqteya wergirtina ji sedî 50 ê dengên Tirkiyeyê bû jî, hemû hêzan êrîşî HDP'ê kirin.
Kalkan ragihand ku ji bo HDP xebatên hilbijartinê, propagandayê nemeşîne kampanyayeke lînçê li dij hat meşandin got, "Dewleta kûr ji HDP'ê tirsiya. Tirsiyan ku HDP weke hêzeke çareseriyê wê bibe alternatîfek û asteng kirin. Divê encamên dengên HDP'ê bi vî rengî werin nirxandin. Aliyekî wê yê zêde bê rexnekirin nîne. Aliyekî wê yê neserketî nîne."
DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE ROLA HDP'Ê
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan li ser rola HDP'ê ya di pêvajoya çareseriyê de jî ev nirxandin kir: "HDP dikare modela xwe ya çareseriyê bi xwe biafirîne. Ya girîng ev e. HDK û HDP bi tenê bi Kurdan sînorkirî nîne. Dikare weke modela çareseriyê ji bo tevahiya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê bi rêxistin bibe. Rêbazên çareseriyê dikare di nava xwe de bicih bîne û çareseriya pirsgirêkan nîşanî her kesî bide. HDP'ê jî çareserî nîşan daye. Rêbazên HDP'ê çareseriyê diafirînin. Eger karibe vê yekê pêk bîne, wê hingî desteka beşeke mezin a civakê werbigire. Girseya HDP ji xwe re dike armanc ji sedî 80 zêdetir e, divê derkeve rêjeya ji sedî 90'î. Xwedî perspektîf, polîtîka û sîstemeke rêxistinî ye ku dikare xîtabî ji sedî 90 ê civaka Tirkiyeyê Tirkiyeyê bike, ji wan dengan bistîne, wan bike yek û jiyaneke bi vîna azad û demokratîk ava bike. Li dijî yek destiyê ye. Eger bi vî rengî tevbigere, wê di pirsgirêka Kurd de jî di pirsgirêkên din de jî bibe hêz û navnîşana çareseriyê."
'ERMENIYÊ DAWÎ' DI DEMA DESTHILATDARIYA AKP'Ê DE HAT QETILKIRIN
Kalkan daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi wesîleya 24'ê Nîsanê 99. salvegera Qirkirina Ermeniyan de nirxand û got, "Pêwîstî bi xemgînbûna te nîne, di dema desthilatdariya te de 'Ermeniyê herî dawî' hat qetilkirin, te pêşî li wê bigirta. Lê belê bi xemgînbûyînê ev pirsgirêk çareser nabe. Li holê rastiyeke qirkirinê heye. Ne tenê rastiya wê qirkirinê, rastiya qirkirina Kurdan heye, qirkirina Asûrî-Suryaniyan, qirkirina Rûman heye; sedsala komkujiyan! Sedsala bihurî li Anatolî û Mezopotamyayê bû sedsala komkujiyan. Em bi rewşeke ewçend giran re rû bi rû ne. Civak hînê travmaya van komkujiyên giran dijî. Di nava hev de ye; ne pirsgirêka Kurd bi tena serê xwe çareser dibe, ne jî pirsgirêka Ermenî, pirgirêka Suryanî bi tena serê xwe çareser dibe. Eger wê çareser bibe, ev jî bi hev re dibe."
HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser nîqaşên li ser namzetiyên Serokkomariyê tên meşandin û anî ziman ku ji bo hilbijartinên Serokkomariyê di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê de encamekê derxîne holê divê projeyeke demokratîkbûyîn û çareseriyê hebe. Kalkan diyar kir ku pêwistî bi nêzîkatiyeke wiha heye û destnîşan kir ku niha rewşeke wiha li holê nîne. Kalkan got, "Niha nîqaşa, gelo evê bibe ewê bibe, heye. Kiyê li Çankayayê rûnê? Elî yan jî Welî, ev yek bi ti awayî ne girîng e. Sekna kesê li Çankayayê rûnê wê bi çi rengî bandorê li Tirkiyeyê bike. Di çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, demokratîkbûyînê de wê Çankaya roleke çawa bilîze? Ev girîng in."
Kalkan da xuyakirin ku ew bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re eleqedar in, bi guhertin û veguherîna demokratîk re û got, "Bi rastî jî pêvajoya pêvajoyeke bi vî rengî ye. Lewma em bi vê pêvajoyê re dilsoz in, têkoşîna vê dimeşînin. Eger hilbijartinên Serokkomariyê tevli vê têkoşînê bibe, emê pê re jî eleqedar bin."
Kalkan destnîşan kir ku biryara wan meşandin û pêşxistina têkoşîna demokratîk e.