"Divê hemû bendavên qirkirinê bêne hilweşandin"
Cemîl Bayik: Divê hemû bendavên qirkirinê bêne hilweşandin
Li Sêrtê piştî ku bêyî agahî bidin gel deriyên bendavê hatin vekirin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku windahiyên can zêdetir jî bibûna. Dikaribû bibûya sedem ku bi sedan welatî jiyana xwe ji dest bidin. Ya rast ev cînayet nîşan didin ku qîmet nadin canê Kurdan. Ji ber vê li Kurdistanê her tişt li gor qanûnên qirkirina çandî û kapîtalîzma hov pêk tê. Li Kurdistanê tu bendav ji bo pêdiviyan nayê çêkirin. Bendavên ku li Kurdistanê hatine çêkirin deh qat pêdiviyên Kurdistanê bi cih tînin. Li aliyê din çêkirina bendavên hîdroelektrîk û HES´an jî sûcek e. Bi giştî sûcek ekolojîk e û li Kurdistanê jî sûcê qirkirinê ye. Bendav ji bo Kurdistanê bê mirov bihêlin têne çêkirin. Mîna ya li Heskîfê, bendav di heman demê de qirkirina çandî ne jî.
Mirovahî her dayîm li qiraxê çeman jiyan saz kiriye. Dîrok û çand li van qadan hatiye jiyîn. Bendav tevahiya van çandan wê di bin avê de bihêle. Bi vê yekê dixwazin Kurd bê hafiza û bê bîr bihêlin. Bendavên ku li Kurdistanê têne çêkirin encama polîtîkayên desthilatdarî û qirkirinê ya li ser Kurdan e. Di heman demê de di şerê li Kurdistanê de li dijî gel û tevgera azadiyê jî weke çekekê tê bikaranîn. Mîna keleşkof, tank, top, helîkopter û balafiran weke rêbazek şer bikar tînin. Îlana şerê tinekirina Kurdan e. Bendav, ji qereqol û kalekolan jî xetertir ketiye rewşek weke rêbazekî şer û qirkirinê. Ji bilî tinekirina komî zêdeyî bi armanca qirkirinê tê bikar anîn. Bendav kujerin. Bi çêkirinê re armanca wan qirkirina Kurdan e. Bi vî awayî çalakiyeke ku li qadên navneteweyî bê dadgehkirine. Li Behrareş li dijî HES ên ku li ser newalan têne çêkirin qiyamet radikin. Fikirandina encamên felaketa ekolojîk û bêmirovhiştinê ya bendavên li peravên geliyê Dîcle têne çêkirin mirovan ditirsîne. Li Kurdistanê çêkirina bendavan mîna ku li cihê tê çêkirin, her roj bombeya atomê bêne avêtin. Yên bombeya atomê avêtin jî qirkirina çandî ya bi bendavan re hatiye armanckirin neanîne hişê xwe. Bendavên ku li Kurdistanê têne çêkirin sûcekî qirkirina çandî ye ku bi zanebûn pêk tê. Ya rast ev ji aliyê aqilê ku dixwaze Kurdan qir bike ve hatiye pêşniyarkirin, hikûmetan jî ji bo bihêzkirina vî şerê qirkirinê ev proje amade kirine. Dewleta Tirk îdîa dike ku heta niha li Kurdistanê çiqas razemenî hatiye kirin, piraniya van reqaman ji bo projeyên bi armanca qirkirina çandî di warên eskerî, siyasî û qirkirina çandî de hatine kirin tê xerckirin.
Mentiqê ku bendavan û rêyan çêdike û yê ku qereqol û kalekolan çêdike heman mantiq e. Ji ber vê divê li dijî hemû bendavên ku têne çêkirin bê derketin. Heta divê li dij derketina qereqolan zêdetir li dijî çêkirina bendavan bê derketin. Divê çêkirina van bendavan bê rawestandin. Mutehîd û karker jî di bin amûrê qirkirina çandî. Evana mîna qereqol û kalekolan hedefên eskerî ne. Ji ber vê sedemê ji xwe di hedefên gerîlayan de ne. Hemû mutehîdên ku vê yekê dikin sûcê qirkirina çandî dikin. Fîrmayên taşeron ku ji aliyê mutehîdan ve têne girtin jî hevparên sûcê qirkirinê ne. Ji ber vê divê her kes vê rastiyê zanibe û her kes zanibe çi dike. Li Kurdistanê zanebûna li dijî bendavan pir kêm e. Li dijî vê qirkirinê bêhelweste. Saziyên asîmilasyonê çibin bendav jî wisa ne. Yên wisa fêm nekin û nizanibin xwedî zanebûna welatparêziyê nînin. Ji ber vê divê hemû Kurd û yên ku ji xwe re dibêjin em welatparêz in, divê zanibin ku bendav weke rêbaza qirkirina çandî têne bikaranîn. Çawa li dijî bombeya atomê û hemû çekên nukleerî tê derketin, li Kurdistanê jî divê li dijî bendavan derkevin. Çalakiyên ku ev bendav nayên xwestin pêk tên. Divê ev çalakî bi çend çalakiyan bi sînor nemînin. Pêwîstî bi çalakiyên demdirêj heye. Israra çêkirina qereqol û kalekolan israra di neçareseriyê de ye.
Hikûmeta ku di çêkirina bendavan de israr dike, avêtina gavan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî baweriyê nade. Ji lewra heta li dijî saziyên dewleta Tirk a ku bendav, qereqol, kalekolan û rêyên bi armanca eskerî û qirkirina çandî têne çêkirin têkoşîn neyê meşandin, dewleta Tirk wê neyê polîtîkaya çareseriyê.
Çavkanî: Yeni Özgür Politika, Azadiya Welat