1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê hemû parêzerên demokrat piştgiriyê bidin çalakiya ma ya li Gemlîkê'
'Divê hemû parêzerên demokrat piştgiriyê bidin çalakiya ma ya li Gemlîkê',divê,hemû,parêzerên,demokrat,piştgiriyê,bidin,çalakiya,ma,ya,li,gemlîkê

'Divê hemû parêzerên demokrat piştgiriyê bidin çalakiya ma ya li Gemlîkê'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr diyar kir ku ew ê bi daxwaza ku dawî li polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, dê di salvegera hevdîtinên parêzeran û Ocalan ji hev hatin qûtkirin de li Gemlîkê bin û bang li hemû parêzerên demokrat kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.

Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 5'ê Nîsanê heta niha nikare bi Heyeta Îmraliyê, malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di 27'ê Tirmehê de astengkirina parêzeran a bi Ocalan re dikeve sala 5'emîn de. Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) dê ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan parêzer, ji bo tecrîda li ser Ocalan protesto bikin û daxwaza hevdîtinan bikin dê di 27'ê Tîrmehê de li naçveya Gemlîkê ya Bursayê bin.

Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr û parêzera Buroya Hiqûqnasên Asrinê Ebru Gunay bi daxwaza azadiya Ocalan û ji bo muzakere bên destpêkirin bang li hemû parêzerên demokrat kirin ku piştgirî bidin çalakiya wan a li Gemlîkê.

'Çalakiya me ya Gemlîkê destpêka Kampanyaya ji Ocalan re azadiye'

Hevserokê OHD'ê yê Stenbolê Sînan Zîncîr diyar kir ku tecrîda kul i ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji sala 1999'an heta niha berdewam dike. Zîncîr bi lêv kir ku wan weke parêzer di serîde bi rêyên hiqûqî yên li dijî tecrîdê bikaranîne û wiha got: "Me li hemû cihan bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman. Ji bo em tecrîdê bixin rojevê, em ê di salvegera astengkirina parêzeran a bi Ocalan re bi hiqûqnasên li Kurdistan û Tirkiyeyê re li Gemlîkê bin. Armanca me rakirina tevrîdê ye. Armanca me azadkirina serokekê ku bûye sembola aştiyê ye."

Zîncîr da zanîn ku wan weke parêzeran ji bo azadiya Ocalan kampanyayek birêxistine kirine, di 27'ê Tîrmehê de bi daxuyaniya ku dê were dayîn kampanayayê jî bidin destpê kirin û dê kampanyayên wan ên ji azadiya Ocalan berdewam bikin.

Zîncîr anî ziman ku divê ne tenê hiqûqnas, hemû raya giştî ya demokrat, kesên aştîxwaz li hemberî tecrîda li Îmraliyê derbikenin û dengê xwe bilind bikin. Zîncîr destnîşan kir ku ger dê bi rêberê gelekê re şertên aştî were nîqaş kirin, divê şert û mercên tendirûstî, ewlehî û azadiyê werin sererast kirin û wiha got: "Ev pergala modernîst bi tecrîda ku li Îmraliyê dide meşandin bi agir dilihîze. Gelê kurd hertim bertekên xwe yên li hemberî tecrîdê bi awayekî xurt nîşandan û dê ji îro pêde jî nîşan bidin."

'Em ê avahiyên edliyeyan bikin navenda çalakiyên ji bo azadiya Ocalan'

Zîncîr diyar kir ku divê hemû raya giştî ya azadîxwaz bi armanca azadiya Ocalan li qadan bin û wiha pêde çû: "Êdî Gemlîk dê ji bo me hiqûqnasan bibe deriyê aştiyê. Nobeda me û serlêdanên me yên li wir dê berdewam bikin. Em ê avahiyên edliyeyan bikin navenda çalakiyên ji bo azadiya Ocalan."

'Her kesê ku dibêje ez parêzerê demokratim divê tecrîda li Îmraliyê ne pejirîne'

Parêzera Buroya Hiqûqnasen Asrinê Ebru Gunay jî anî ziman ku her kesê ku dibêje 'ez parêzerê demokratim' divê tecrîda li Îmraliyê ne pejirîne û wiha got: "Girtîgeha Îramliyê li Tirkiyeyê dîroka bêhiqûqiyê dinivîse. Em bang li hemû parêzeran dikin ku piştgiriyê bidim çalakiya me ya li Gemlîkê."

(mb)