"Divê her kes alîkariya Rojava bike"
Parlemeneterên kurd: Divê her kes alîkariya Rojava bike
Bi boneya azadkirina hindek beşên ji Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistana Federal li bajarê Hewlêrê firaksiyona serbixwe li Parlemena Kurdistan peyamekî pêşkêşi hêz û aliyên siyasî kir û piştgiriya xwe ji bo gelê kurd a rojava da nişandain.
Li Herêma Kurdistana Federal bi boneya azadkirina hindek beşên Kurdistana Rojavaya peyameki ji aliyê fraksiyona serbixwe li Parlemena Kurdistanê hate dayin û ev peyam radestî hêz û aliyên siyasî û peywendîdar hate kirin. Di peyamê de wiha tê gotin: "Slav ji bo berxwedan û xebatan gelê me yê Rojavayê Kurdistan. Em pirozbahiyê li wî gelê niştimanparêz ku niha di nava tekoşîn û berxwedanê de ne dikin û ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn rehmetê dixwazin û hêvidarim bi van boneyan asankariyekî mezin ji bo gelê kurd çê bibe û bi hêvîne ku wê rojên xweştir bi dest bixin û jiyan bikin. Em bi hêvine ku wê xewnên tevayî Kurdistanê pêk bên û wê kurd li duv rastî û duristiya xwe bi rêve biçin û wê Ala Kurdistanê bi awayekî herî pîroz were bilind kirin û wê Kurdistan bibe warekî heri xweşî û azadî ku jiyaneke xweş lê were jiyan kirin. Ji bona vê yekê divê ku gelê kurd li her derê bibin xwedî hêvî û serî hildin ji bo azadîya xwe, ji ber ku roj roja kurdan e û roj roja azadkirina Kurdistanê û di Kurdistanê de bi bextewarî jiyan kirin e. Ji bo vê dive ku gelê me yê Rojavayê Kurdistanê hin bêhtir hêvî û berxwedan û tekoşina xwe xurtir bikir. Ji ber ku roj roja serkeftinê ye."
Her wiha di peyamêde hat gotin: " Divê ku gelê kurd jî weke hemû gelan bi serfirazî û bi awayekî xweşî jiyan bikin û bibe xwedi nasname û bigihije hemû mafên xwe yên rewa. Serkeftinê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin."
(po/ab)