1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin"
"Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin",divê,hevkariya,bi,tirkiyeyê,re,bê,rawestandin

"Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin"

A+ A-

STOCKHOLM - ANF Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjöstedt li dijî girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê nerazîbûn nîşan da û xwest ku muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê bê rawestandin û hevpeymana penaberan a mabeyna Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de bê betalkirin.

Di daxuyaniyê de ku ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re kir, got Tirkiye bi awayekî lezûbez ber bi dîktatoriyê ve diçe, êdî divê cîhan li dijî Tirkiyeyê helwestekî eşkere nîşan bide.

Sjöstedt got; “Dema lîderê partiya mûxalefeta herî girîng tê girtin, wê demê derfetên mûxalefeteke demokratîk tê tinekirin. Hikûmet niha divê bang li Sefîrê Tirkiyeyê bike û bi awayekî xurt protesto bike.”

Piştî vê daxuyaniyê bi çend saetan Wezîra karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bang li Sefîrê Tirkiyeyê yê li Swêdê Kaya Turkmen kir û hevdîtin pêk anî.

Sjöstedt bi bîr xist ku çûye Tirkiyeyê û serdana Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kiriye, wiha dewam kir; “HDP, partiya herî girîng a mûxalefeta Tirkiyeyê ye. Dengê herî girîng ê Kurdan e. Niha zext bi taybet li ser Kurdan e. HDP, ji bo demokrasî, çareseriya aştiyane hêviyek bû. Niha hikûmet hewl dide vê derfetê tine bike”

Sjöstedt daxwaz kir ku hevkariya bi Tirkiyeyê re bê bidawîkirin, bang li Swêdê û cîhana derve kir ku bi awayekî eşkere li dijî dewleta Tirk rabin û got; “Niha divê cîhana derve zextê li Tirkiyeyê bike. Her ku diçe Erdogan dibe dîktator. Pêwîst e cîhan li dijî zorê bi zorê bersivê bidiyê.”