1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Divê hevserok biçin Îmraliyê´
´Divê hevserok biçin Îmraliyê´,divê,hevserok,biçin,îmraliyê

´Divê hevserok biçin Îmraliyê´

Demîrtaş: Divê hevserok biçin Îmraliyê

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku pêvajoya diyalogê bi xêra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye û wiha domand: “Divê şandeyeke siyasî biçe Îmraliyê. Divê bi taybet hevserok biçin Îmraliyê. Ji bo muzakereyek saxlem dest pê bike, hevdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pir girîng e.” Hevserokê Giştî yÊ BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li bajarê Zurîha Swîsreyê tevlî civînek gel bû. Demîrtaş di civîna duh de ku bi beşdariya bi sedan kesî li Komeleya Çandê ya Kurdan a Zurîhê pêk hat axivî û derbarê pêvajoya diyalog û muzakereyan de daxuyaniyên girîng da.

Demîrtaş pêşî beşdarên civînê silav kir û got ku Kurdên li Ewropayê dijîn pêşketinên li welatê xwe û cîhanê kêlî bi kêlî dişopînin û destnîşan kir ku ev yek jî bêrîkirina wan a ji bo azadiyê nîşan dide. Demîrtaş diyar kir ku ev bihîstyarî û têkoşîna gel ji bo siyasetmedaran moral û coşek mezin e û wiha axivî: “Ji bo nevî û zarokên me bikarin di dahatûyê de azad bijîn, em vê têkoşîna azadiyê dimeşînin, em di arîfeya bidestxistina serkeftina demokratîk de ne.”

Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Kurd sed salên xwe di bindestiyê de derbas kir û got: “Bêguman li her derê gel bindest in. Lê tu gelê ewqas li hemberî bindestî û qirkirinê rû bi rû maye tune ye. Lê gelê Kurd ê li deşt û çiyayan dimeşin vê yekê nîşan dan ku êdî Kurd bin nakevin. Êdî gelê Kurd weke vînek a gel derketiye pêş û êdî li Rojhilata Navîn bûye xwedî mafê gotinê.”

Demîrtaş destnîşan kir ku bi xêra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya gelê Kurd li cîhanê hatiye nasîn û got ku ev yek jî di encama dayina bedelên mezin de pêk hatiye. Demîrtaş wiha domand:“Gelê me yê ku gelek bedelên mezin da bi zanebûna neteweyî têkoşîna azadiyê bi biryardariyeke mezin dimeşîne.”

Demîrtaş destnîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê zanebûn û yekitiya neteweyî hatiye afirandin û got: “Êdî gelê Kurd nêzîkê serkeftinê ye.”

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de û feraseta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û hukûemta AKP’ê ya li hemberî diyalog û muzakereyan bi zimanek tund rexne kir.

“Serokwezîr Erdoganê ku nunertiya hukûmetê dike, dixwaze li her du aliyên maseyê ku dê bê dayin rûne û li her du aliyan bibe muxatab. Ango dixwaze li ser maseyê hem temsîla Kurdan û hem jî temsîla dewletê bike. Ger dibêje me gelek deng ji Kurdan girtiye ez ê li her du aliyan rûnim, lê em çi ne?”

Demîrtaş diyar kir ku pêvajoya diyalogê bi xêra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye û wiha domand: “Divê şandeyeke siyasî biçe Îmraliyê. Divê bi taybet hevserok biçin Îmraliyê. Ji bo muzakereyek saxlem dest pê bike, hevdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pir girîng e.”

Demîrtaş diyar kir ku ev maseyê diyalog û muzakereyan bi hêsanî neyatiye danîn got: “Yê ku vê pêvajoyê daye destpêkirin Birêz Ocalan e. Encama bedlên ku gelê Kurd daye. Ev muzakereya ligel îşkenceyê, li gel girtinan, bi berxwedana ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane û berxwedana greva birçîbûnê hatiye bidestxistin. Ev bi hêsanî çênebû. Ev salek û nîv e berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Herî dawî znaîn ku bê Kurd ji Rojhilata Navîn ji nû ve ava nabe.”

Demîrtaş diyar kir ku îro gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwe bi xe bi rê ve dibin, Bakûrê Kurdistanê jî gelê Kurd têkoşînê dimeşîne û xwedî li rêberê xwe derdikeve û destnîşan kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê diqîre.

Demîrtaş got: “berxwedana vî gelî, wêrekiya vî gelî û fedekariya vî gelî dê bi ser bikeve” û li hemberî faşîzmê banga yekitiya neteweyî kir.