1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Divê heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan!
Divê heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan!,divê,heyetek,bi,lezgînî,biçe,serdana,girtîgehan

Divê heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan!

Binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtîgehan, bi Rewşa Awarte re di mehên dawî de zêde bûn. Nivîskar Adîl Okay bal kişand ser rewşa li girtîgehên Tarsûs, Sîncan, Şakran û Sîlîvrî û xwest, heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan

A+ A-

ÊLIH - OZGUR AYDIN Binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtîgehan, bi Rewşa Awarte re di mehên dawî de zêde bûn. Nivîskar Adîl Okay bal kişand ser rewşa li girtîgehên Tarsûs, Sîncan, Şakran û Sîlîvrî û xwest, heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan.

Nivîskar Adîl Okay li ser rewşa girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Okay da xuyakirin, bi Rewşa Awarte re girtîgeh nema ye ku mafên mirovan lê nayên binpêkirin û anî ziman, di rewşa heyî de bi taybetî li girtîgehên Tarsûs, Sîncan, Şakran û Sîlîvrî rewş gelekî giran e, mafên mirovan di asteke bilind de tên binpêkirin.

Okay diyar kir, wê kes nemîne ku zilm lê nehatiye kirin û got, "Ji bo em pirsgirêkên heyî raxin pêş çavan, tevî komek ji hevalan me malpereke înternetê ya bi navê www.gorulmustur.org vekirine û nameyên ji girtîgehan ji wan re tên, ew di vê malperê de diweşînin."

'DESTÊ ZEBANIYÊN ZÎNDANAN BI REWŞA AWARTE RE XURT BÛ'

Okay bal kişand ser zêdebûna astengiyên li pêşiya gihandina name û faksan û wiha dewam kir: "Êdî name bi derengî ji girtiyan re tên dayîn. Cezayên ragihandinê zêde bûn. Bi Rewşa Awarte re mafên mirovan di asteke gelekî dijwar de tên binpêkirin. Sirgûn ewçend zêde bûye, em êdî nikarin xwe bigihînin wan. Em timî adresê nû dikin."

Nivîskar Okay da zanîn, tecrîda di nava tecrîdê de, qedexeyên kêfî, bicihnanîna qanûnan û terikandina girtiyên nexweş ji mirinê re, pêkanînên nû nînin û got, "Lê belê Rewşa Awarte destê zebaniyên zîndanê xurt kir. Dema dewlet dibêje lê bide, ew dikujin."

'GIRTÎGEH BÛNE CIHÊ NEXWEŞXISTIN Û RIZANDINA MIROVAN'

Okay got, "Ya rast ew e ku mirov ji girtîgahn re bêjin, cihên dîzaynkirina civakê 'bi zorê', yan jî cihê nexweşxistina girtiyan. Li derve jî çoyê bêrehm ê dewletê heye. Em dibêjin, em li derve jî ne azad in. Lê belê li gorî 'girtîgehan' rewş gelekî cuda ye. Di dîroka Komarê de polîtîkaya girtîgehê ti carî nebûye 'islahkirin an jî tevlîkirina girtiyan li civakê'. Her tim bûye laboratûvareke ku girtiyan bê şexs dike, dirizîne û tine dike."

'DI REWŞA HEYÎ DE 197.500 GIRTÎ Û HIKUMXWAR HENE'

Okay da xuyakirin, ku li temamiya 360 girtîgehên li Tirkiyeyê, sirgûn, talankirina mafên mirovan, qedexeyên kêfî û îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî di asteke xeternak de ne û wiha dewam kir: "Bi hezaran mirov di bin navê darbekar û hevkarên wan de hatin girtin. Piştî ku nifûsa li girtîgehan 210 hezar derbas kir êdî pirsgirêka cih rû da. Rêveberiyên girtîgehan, bi cesaereta ji Wezareta Edaletê, ji Rewşa Awarte wergirtî, ev pirsgirêka cih bi sirgûkirina girtinên çep, sosyalîst û welatparêzên Kurd re, bi bicihkirina 6 kesan li hucreyên 3 kesî çareser kirin. Piştre tê zanîn, ji bo girtiyên edlî 'serbestiyeke bi kontrol' derxistin. Niha li girtîgehan 197.500 girtî û hikumxwar hene. Û wezîrê edaletê da xuyakirin, ku wê 17 girtîgehên nû bên vekirin. Hê jî 7 hezar zêdehî heye."

'900 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'

Nivîskar Adîl Okay anî ziman, niha li Tirkiyeyê 900 girtiyên nexweş hene û got, "Di rapora par a ÎHD'ê de ev hejmar 721 bû. Lê belê hejmar gihîştiye 900'î. Bi qasî nîvê wan girtiyên bi nexweşiyên giran in. Divê derhal bên berdan. Lê nayên berdan. Raporên saziyên serbixwe nayên dîtin. ÎHD her Şemiyê di serî de li Stenbolê li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakiya rûniştinê lidar dixe, lê medya desthilatdariyê van çalakiyan ji nedîtî ve tê. Ne tenê em qala vê rewşa tirsnak dikin. Girtiyên li hevalên xwe yên nexweş dinêrin, name û faksan dişînin û hewl didin vê vebêjin."

'JI XWE RE HEVALEKE/Î NAMEYÊ BIBÎNIN'

Têkildarî erk û wezîfeya raya giştî jî Okay got, "Em hewl didin dengê wan bidin bihîstin. Li her bajarê em lê ne, hewl didin destekê bidin çalakiyên li dijî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan. Her wiha, her kesê ji xwe re dibêje ez çepgir-sosyalîst-şoreşger-welatparêz im, divê ji xwe re hevaleke/î nameyê bibîne. Çavkaniya bingehîn a girtiyên li zîndana xwe pê xwedî dikin, name ne.

Binêrin, mehkûm Denîz Tepelî ku cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn, di nameya xwe de ji bo 'dengê' ji derve bê wiha dibêje: 'Dostên ku em li derve bûna belkî me qet hev nedîtibûna, di nava şert û mercên girtîgehê de me hev nas kirin. Ev yek jî comerdî û edaleteke jiyanê ye. Dîwar û qedexe pêşî li gelek tiştan digirin, asteng dikin. Lê belê bedewî di nava derza astengiyan de ji xwe re rêyekê dibîne û tê. Tiştekî biçûk e; her hevokeke bê nivîsandin, helwesteke bê nîşandan û vegotinek. Lê belê qala gelek tiştan dike.' Ma hê hevaleke/î we yê nameyê nîne? ji bîr nekin, ew ji bo we girtî ne."