'Divê hunermend pêşengiya meşa 1'ê Tebaxê bikin'
AMED (DÎHA) - Gelê Amedê amedakarî dike ku di 1'ê Tebaxe de ji bo Ocalan dest bi meşa dirêj a azadiyê bike. Hunermendê Kurd Hozan Comert jî diyar kir ku kesê dibêje ez hunermend im divê tevlî meşa azadiya Ocalan bibe û bang li hunermendan kir ku bi rengê xwe pêşengiya meşê bikin.
Pêvajoya çareseriyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpê kirin, bi polîtîkayên şer yên AKP'ê bi dawî bû. Li hemberî konsepta şerê giştî ya Hikumeta AKP'ê, Kurd jî berxwedana xwe di her qadî de bilind dikin. Li aliyê din jî ji 5'ê Nîsanê pê ve tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî her ku diçe girantir dibe. Hikumeta AKP'ê nahêle dengê aştiyê yê Ocalan bigihe gelê Kurd û kesên aştîxwaz. Gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê jî diyar dikin ku tenê Ocalan dikare vê rewşa kaos çareser bike. Ji ber vê jî gelê Kurd û dostên wî ji bo azadiya Ocalan dest bi çalakiyek nû ya mezin dikin. Gelê Amedê dê di 1'ê Tebaxê de bi slogana "Em bi sed hezaran re ji bo azadiya Serok Apo dimeşin" meşa ji Amedê heya Gemlîkê bidin dest pê kirin.
'Azadiya Ocalan dê li Rojhilata Navîn Ronesansê pêk bîne'
Hunermendê Kurd Hozan Comert jî bang li hunermendan kir ku tevlî meşê bibin û got, ramana Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû Rojhilata Navîn sembola aştiyê ye. Hozan Comert diyar kir ku heta niha gelê Kurd ji bo demokrasî û aştiyê li Ewropa, Emerîka, Tirkiye û Kurdistanê bi sed hezaran km. rê meşiyane. Comert anî ziman ku li hember xwestekên Kurdan yên aştiyê, her tim hişmendiya dewleta Tirk ya înkarê berdewam kiriye û wiha got: "Gelê Kurd li hember provokasyonên dewleta Tirk weke Hz. Eyûp sebir kir." Comert destnîşan kir ku herî dawî pêvajoya çareseriyê ya Ocalan daye destpêkirin ji aliyê AKP'ê ve hate bi dawî kirin. Comert da zanîn ku fikrê Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû Rojhilata Navîn sembola aştiyê ye û got: "Ji bo wê jî niha gelê Kurd berê xwe dide Îmraliyê." Comert destnîşan kir ku heta niha tenê gelê Kurd fikrê Ocalan dipejirand, lê îro bi projeya HDP'ê ya ji aliyê Ocalan ve hatiye pêş xistin çirûskên fikrê Ocalan li gelan jî belav bû. Comert da zanîn ku eger Ocalan azad bibe dê li Rojhilata Navîn ronesans pêk were. 'Hunermend bi rengê xwe pêşengiya meşê bikin'
Comert diyar kir ku qirkirina civaka Kurd, bi rêya qirkirina çanda Kurdî tên kirin û wiha got: "Ji ber ku çanda Kurdî di bin polîtîkayên tunekirinê de ye, rolekî giran dikeve ser milê hunermendên Kurd. Parastvanên civaka Kurd, hunermendên Kurd in." Hozan Comert herî dawî bal kişand ser meşa 1'ê Tebaxê ya ji bo azadiya Ocalan û bi van gotinan bang li hunermendan kir ku tevlî meşê bibin: "Kesê dibêje ez hunermend im û xwedî wijdan im divê tevlî meşa azadiya Ocalan bibe. Divê hunermendên kurd bi rengê xwe pêşengiyê ji bo meşa azadiya Ocalan bikin."
(byt/sy)