'Divê ji her alî ve alîkarî bi Rojava re bê kirin '
Kampanya alîkariya Gelê Rojava berdiwam dike
Kampanya alîkariya Gelê Rojava berdiwam dike. Li Pirsûs, Amed, Agirî û Gimgimê di çarçoveya kampanya alikariya Rojava de bang hat kirin û hat xwestin ku bi her ali alîkariyê bidin Gelê Rojava.
PIRSÛS
Li naveya Pirûsê ya Rihayê Rêxistina BDP'a Pirsûsê, di çarçoveya kampanya alîkariya Rojava de bi tevlêbûna saziyên sivîl ên civakî û xebatkarên şardariyê li ber avahiya Şaredariya Pirsûsê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberen BDP'ê û Wekîlê Şaredar û endamên Meclisa Şaredariyê jî amaed bûn. Wekîla Şaredara Pirsûsê Hulya Demîr daxuyanî da û xwest ku êdî gel bi her awayî piştgiriyê bide Gelê Rojava. Demîr, anî ziman ku lazim e ne tenê alîkariya zexîre bi her alî alîkariyê bidin gelê Rojava.
AMED
Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî di çarçoveya alîkariya Rojava de li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de rêveberên BDP'a Yenîşehirê, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek gelek endam û rêveberên BDP'ê jî di navde amade bûn. Hevserokê BDP'ê yê Amedê Mehmet Emin Yilmaz, têkoşîna gelê Rojava a şoreyê silav kir û wiha got: "Alîkariya kurdan a Gelê Rojava berdewam dike. Divê gelê me Gelên Rojava bi tenê nehêle. Em wekî BDP'a Amedê ji bo piştevaniya neteweyî, civakî aborî û hemû qadên din piştgiriya xwe berdewam bikin. Em bang li her kesî dikin ku di vî alî de gelê me hestyar tev bigere."
AGIRÎ
Rêxistina BDP'ê ya Agirî jî bi heman armancê ji bo alikariya Gelê Rojava li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de nûnerên saziyên sivîl jî cih girtin û piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê BDP'a Agiriyê Halef Keklik, diyar kir ku gelê Rojava ne bi tenê ye û xwest her kes piştgiriyê bide Gelê Rojava. Keklik, xwest kesên alîkariyê bi Gelê Rojava re bikin serî li Rêxistina BDP'ê bidin.
GIMGIM
Li navçeya Giemgimê ya Mûşê jî Rêxistina BDP'e ji bo alîkariyê bide gelê Rojava civînên xwe yên li tax û gundan berdewam dikin. Rêxistina BDP'ê bi keyayên gund û taxan re civîn pêk ani û xwest her kes alîkariyê bidin Gelê Rojava. Civin li avahiya Şaredariya Gimgimê pêk hat. Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî û Serokê BDP'a Gimgimê Giyasettin Altun tev li civinê bûn. Şaredar Gulşen Çelebi, diyar kir ku Gelê Rojava ji ber şerê navxweşî pirsgirêkên mezin dijî û xwest her kes piştgiriya xwe binin ziman.
(mae)