1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Divê jina kurd pêşeng be´
´Divê jina kurd pêşeng be´,divê,jina,kurd,pêşeng,be

´Divê jina kurd pêşeng be´

‘Divê jina Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bike’

A+ A-

Li Saziya Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi wesîleya 8’ê Adarê ji aliye Meclisa Îştar ve civîn hat lidarxistin û paşê jî sînevîzyona der barê 8’ê Adarê de hat nîşandan.

Li Saziya Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji aliye MeclîsaÎştar ve civînek hat li darxistin û sînevîzyonaku der barê 8’ê Adarê de hatibû amadekirin hat nîşandan. Di civînê de girseyeke qelebalix a jinan amade bû. Li ser navê Meclîsa Îştar Xelat Mardin axivî û bal kişand ser girîngî û watey 8’ê Adarê û got, “Em 102’emîn Salvegera 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana jinê ku bi biryareke mezin têkoşîn pêş xistine û bi taybet di kesayeta her sê hevalên me yên li Parîsê de hatin qetilkirin de silav dikin. Divê em di zanebûna hessasiyeta demê de bin, ji bo em karibin ruhê 8’ê Adarê bidin jiyan, û salvegera 8’ê Adarê bi ruhekî berxwedanê pêşwazî bikin. Bi taybet pêwîst e jina Kurd ji vêpêvajoyê re pêşengiyê bike. Pêwîst e em sala 2013’an bikin sala azadiya Rêber Apo, gele Kurd û jina Kurd. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.” Piştî axaftina Xelat Mardîn, sînevîzyona ku der barê 8’ê Adarê de hatibû amadekirin hate nişandan û civîn bi dirûşmayen “Bijî Serok Apo”, “Bijî 8’ê Adarê” bi dawî bû. Di heman demê dewê 7’ê Adarê saet 08.30’an de li wargehê meşeke jinan were lidarxistin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî