'Divê kurd ber bi sînor ve biherikin'
'Di mudaxeleyeke li hemberî Rojava de divê kurd ber bi sînor ve biherikin'
NAZIM DAŞTAN
DÎLOK (DÎHA) - Di wan rojên ku ji bo mudaxeleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê roj tên hejmartin Endamê Platforma Dijberên Şer a Dîlokê Omer Faruk Koç, da xuyakirin ku ji aliyê Fermandariya Tugaya 5'emîn a Zirxî a Dîlokê tank, maşîne û alavên zirxî yên leşkerî ji bo Fermandariya Tabûra Hudûd a 2'emîn a Kîlîsê ten sewqkirin. Koç destnîşan kir ku yekane armancaTirkiyeyê ya di mudaxeleyê de Rojava ye û ji ber vê jî tevayî Kurdên Bakur divê li sînor zîncîreke mirovatiyê çêbikin.
Têkildarî mudaxeleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ku di rojeva DYA, Ewropa û Rojhilata Navîn hîn germ e, hat ragihandin ku Tirkiye ji bo mudaxeleyeke leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ketiye nav hewldanên leşkerî. Endamê Platforma Dijberên Şer a Dîlokê Omer Faruk Koç têkidarî pêşveçûnên dawî agahî dan û got ku ji aliyê Fermandariya Tugaya 5'emîn a Zirxî a Dîlokê tank, maşîne û alavên zirxî yên leşkerî ji bo Fermandariya Tabûra Hudûd a 2'emîn a Kîlîsê ten sewqkirin. Koç da xuyakirin ku AKP xwe li ber taşerontiya DYA rakiriye û mirov dikare bêje hema hema tenê Tirkiye dixwaze li hemberî Sûriyeyê mudaxeleyeke leşkerî çêbibe. Koç da diyarkirin ku eger mudaxele pêk were dê Dîlok bi awayekî neyênî bandor bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dibe ku ev bandor niha zêde nayê hîskirin, lê belê dema şer pêş bikeve em ê vê bi awayekî zelal bibînin. Ez bawer im ji bo em wan bijîn tenê roj man. Ji ber ku, ber bi sînor ve leşker tên sewqkirin. Di van rojên dawî de ji Fermandariya Tugaya 5'emîn a Zirxî a Dîlokê tank, maşîne û alavên zirxî yên leşkerî ji bo Fermandariya Tabûra Hudûd a 2'emîn a Kîlîsê hatin sewqkirin. Her wiha li navçeyên Karkamiş û Oguzelî jî veguhestina leşkeran berdewam dike."
'AKP ji bo di bejahiyê re derbasî Sûriyeyê bibe amadekariyan dike'
Koç da xuyakirin ku bi sewqiyatên leşkerî re hikûmeta AKP'ê xwe ji bo şer amade dike û di mudaxeleyekê de wê DYA bi fuzeyan, AKP jî di bejahiyê de bikeve Sûriyeyê. Koç da diyarkirin ku di polîtîkayên Sûriyeyê de rewşa Rojava AKP'ê ditirsîne , lê şûna tirsê divê kêxweş bibe û wiha berdewam kir: "Ji ber ku avabûneke demokratîk a li wir ji bo feydeya Tirkiyeyê ye. Lewma pêwîst e Tirkiye piştgiriyê bide. Lê armanca AKP û Tirkiyeyê ya di mudaxeleya li hemberî Sûriyeyê ev e ku têkoşîna azadiyê ya li Rojava bê bandor bike."
'Di mudaxeleyeke li hemberî Rojava de divê kurd ber bi sînor ve biherikin'
Koç di berdewama axaftina xwe de got ku di encama şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hejmara penaberên hatine Sûriyeyê 200 hezar derbas kiriye; lê hejmara rast 500 hezar jî derbas kiriye û da xuyakirin ku di mudaxeleya li hemberî Sûriyeyê de di êrîşeke li hemberî Rojava de divê kurdên Bakur demildest bikevin nav tevgerê û wiha berdewam kir, "Di mudaxeleyeke li hemberî Rojava de divê gelê Bakurê Kurdistan tevayî çalakî û aktîvîteyan bixe pratîkê. Ev dikarin wek çalakiyên aştiyane yên demokratîk bin. Divê tevayî kurdên li Bakur biherikin sînor. Divê di xeta sînor de karibin zîncîreke ji mirovatiyê çêbikin. Pêwîst e di vê mijarê de her kes hişyar be."
(yş/mae)