"Divê Kurd piştgirî bidin hev"
Serokê Herêma Kurdistanê di 3'emîn Kongreya Tendûristîya Mezopotamyayê de wiha got: "Neteweya Kurd bo tekoşîna azadîya xwe gelek bedel dane. Îro jî ev tekoşîn bi destê keç û xortên zana û zanyar tenê meşandin. Êdî nayê qabûlkirin ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin. Pewist e piştgirî bidin hev. Êdî ne bi çek, bi rê û rebazê aştî û demokrasîyê mafên xwe dest bixin. Dema şerê aştî û demokrasîyê ye. Ez bawer im ku Kurd bi hewldanên aştî û demokrasîye serkeftinê bînin"
3'emin Kongreya Tendûristîya Mezopotamya, duh li bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistan pêk hat. Di kongreyê de Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî axivî û diyar kir ku gelê Kurd li her çar parçêyen Kurdistan ji bo şoreşa azadi gelek bedel dan û wiha got: "Em wekî neteweyekê di dirokê de rastî zilmeke mezin hatin. Hemû gel bûne xwediyê dewleta xwe û bûne. Bi taybetî dumahiya cenga cîhanî ya yekem ew gel xedreke mezin lê hate kirin. Di rastiyê de em yek netew in. Gelek caran min li gel berpirsên siyasî yên birayên me yên Ereb, birayên me yên Tirk û birayên me yên Faris munaqeşe kiriye, behs hatiye kirin.
Barzanî ragihand ku dema şerê çekdarî bi dawî bûye û êdî divê pirsgirêkên xwe bi diyalog û rêya demokrasiyê çareser bikin. Barzanî, xwest ku êdî Kurd şerê hev nekin û yekîtiya xwe saz bikin. Barzanî xwest ku hemû Kurd piştgiriyê bidin hev û li her çar aliyan zimanê Kurdî bibe fermî û wekî zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn.
Barzanî der barê hewldanên aştî û demokrasiyê yên Kurdan de jî destnîşan kir ku ev hewldanên Kurdan dê serkeftin û aştiyê pêş bixe. Bartanî, destnîşan kir ku heta niha gelek zilum li Kurdan hatiye kirin û êdî ne pêkan e ku Kurd bibin bindest. Barzanî li ser kerasêta Wanê xemgînîya xwe rave kir û got, "Careke din ez serxweşiyê ji xizmên xuşk û birayên xwe yên Wanê dixwazim.
ANF NEWS AGENCY