'Divê Kurdên Misilman di hilbijartinan de mîna mucahîdekî tevbigerin'
Mele Tûrhalli got, "Dewlet û AKP'ê, mizgeftên li Ewropayê ji bo siyaseta xwe bikar tînin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Mizgefet mala Xwedê ye û divê bi wekhevî nêzî her kesî bibin. Quran çi dibêje divê em li gorî wê tevbigerin."
HAGEN - NÎZAM BARAN / ANF Mele Tûrhalli got, "Dewlet û AKP'ê, mizgeftên li Ewropayê ji bo siyaseta xwe bikar tînin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Mizgefet mala Xwedê ye û divê bi wekhevî nêzî her kesî bibin. Quran çi dibêje divê em li gorî wê tevbigerin."
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Hafiz Ahmet Tûrhalli, nêrînên xwe yên li ser rewşa mizgeftên li Ewropayê û hilbijartinan ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN Û LI DIJÎ DIZAN BISEKININ'
Mele Tûrhalli got, "Weke gelê Kurd em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin. Civata Îslamê di demeke gelekî hesas re derbas dibe. Armanca herî mezin a bicihbûna Tevgera Îslamî li Kurdistanê, pêkhatina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştiyane bû. Ji ber pirsgirêkên ev 35 sal in dewam dikin, bi hezaran mirovên me hatin kuştin û sirgûnkirin. Gel û welatê me hatin talankirin. Lê îro firsendek derketiye pêşiya me. Girîng e em vê firsendê baş bikar bînin." Mele Tûrhalli da zanîn ku wezîfeya di vê dema hilbijartinê de dikeve ser milê Misilmanan çûyîna ser sindoqê ye û destnîşan kir ku divê Misilman di sindoan de li dijî dizan, li dijî yên ol bikar tînin û mirovan dikujin, bisekinin.
'AŞTÎ BI RÊYA SIYASETÊ Û HEVDÎTINAN DIKARE PÊK WERE'
Mele Tûrhalli ragihand ku ji bo Kurd bigihêjin mafên xwe divê hemû Misilmanên paqij biçin ser sindoqan û got, "Eger vê nekin, wê gunehê xwîna dirije li stuyê hemû Misilmanan be. Ji ber ku navê ola me ya Îslamê aştî ye. Aştî jî bi rêya siyasetê û hevdîtinan dikare pêk were."
'DEWLET Û AKP MIZGEFTÊN LI EWROPAYÊ JI BO XWE BIKAR TÎNIN'
Serokê CÎK'ê Mele Tûrhalli diyar kir ku li Elmanyayê 40 mizgeftên ser bi CÎK'ê hene û got, "Em li van mizgeftên xwe, van mijaran her tim tînin ser ziman. Em vê jî dibînin; dewlet û AKP hemû mizgeftên li Ewropayê kirine amûreke siyaseta xwe û ji xwe re bikar tînin. Divê her kes civatê serbest berde û Quran çi dibêje em li gorî wê tevbigerin. Eger Quran dibêje aştî, em weke civat jî divê bibêjin aştî û biçin ser sindoqan, derî li aştiyê vekin. Eger em vê rê venekin, sibe dusibe rêya aştiyê bixetime û xwîn birije, wê gunehê wê li stuyê me hemûyan be."
Mele Hafiz Tûrhalli ev bang li Kurdên Misilman kir: "Pêwîste hemû Kurdên Misilman di pêvajoya hilbijartinan de mîna mucahîdekî tevbigerin, ku karibin pêşî li xwîna bê rijandin bgirin û xwe ji vî gunehî rizgar bikin."