1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê li şûna gerîlla ciwanên kurd cih bigirin'
'Divê li şûna gerîlla ciwanên kurd cih bigirin',divê,li,şûna,gerîlla,ciwanên,kurd,cih,bigirin

'Divê li şûna gerîlla ciwanên kurd cih bigirin'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Civînên KCD'ê û BDP'ê yên bi gel re berdewam dike. BDP'ê û KCD'ê li Wan, Mûş, Bedlîs, Şirnex û Mêrdînê li tax û navçeyan civînên gel ên girseyî berdewam kir. Di civîna li taxa Akkopru ya Wanê Hevseroka BDP'ê ya Wanê Figen Yaşar, diyar kir ku HPG'ê di 8'ê Gulanê de hêza xwe vekişandiye dervê sînor û xwest li şûna gerîlla ciwanên kurd ên leheng cihê xwe bigirin.

Rêxistina BDP'ê û KCD'ê civina xwe ya li gund, tax navçe û bajaran a ji bo ragihandina pêvajoya siyasî berdewam dike. Rêxistina BDP'ê li taxa Akkopru ya Wanê bi tevlêbuna endam û reveberên BDP'ê civîna gel pêk anî. Di civînê de Hevseroka BDP'ê ya Wanê Figen Yaşar, Aligira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabri Abî û bi sedan welatî amade bûn. Girsê di civînê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" berz kirin. Di civinê de Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, bal kişand ser peylama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Amedê û diyar kir ku ji bo gelê kurd manifesto ye. Yaşar, da zanîn ku bi vekişîna HPG'ê re divê êdî ciwanên kurd şûna wan tije bike û di qada sivîl û civakî de gavên xurt bavêjin û tev li pêvajoyê bibin. Yaşar, da zanîn ku bêtir kar û berpirsiyar dikeve ser milê ciwanên kurt û lazime û bêtir bi rêxistinî û zanebûn tev bigerin. Yaşar, anî ziman ku gelê kurd dê ji gelê Rojhilata Navîn re bibe mînak û pêşengiya aştiya Rojhilata Navîn bike û wiha got: "Ciwanên kurd û gelê kurd dê manifesto û cesareta Birêz Abdullah Ocalan ji bo xwe mînak bigire. Em dê destûr nedin ku qereqol bên avakirin. Em destur nedin ku gelê me rahêle cekên cerdevaniyê. Ji bo jiyanek azad divê Birêz Ocalan bê azadkirin. "

BDP'ê li taxa Şabaniye ya Wanê jî civîna gel pêk anî.

MÛŞ

Heyeta BDP'ê ya Mûşê ku di navde Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, endam û reveberê BDP'ê û gelek kesên din ji cih digire çûn Bajaroka Qizilxaçê civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamenterê BDP'ê Demîr Çelik, anî ziman ku ji 3'ê Çileya 2013'an û heta niha bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê dest pê kiriye û bi vê hevditinê re "Pêvajoya çareseseriyê" hatiye destpêkirin. Çelîk, anî ziman ku ew dizanin di vê pêvajoyê de berpirsiyar û karekî mezin dikeve ser milê wan û divê ji bo aştî û demokrasiyê bêtir bixebitin. Çelîk, anî ziman ku PKK'ê di 8'ê Gulanê de dest bi vekişîna hêza gerilla kiriye û xwest her kes tev li vê planê bibe.

NORŞÎN

Rêxistina BDP û KCD'ê jî bi heman armancê beriya civîna ku di 12'ê Gulanê de li Norxînê bê lidarxistin li nava welatî û esnafan belavokên banga tevlêbûna mîtîngê hat kirin. Rêveberê BDP'ê yê Norşînê diyar kirin ku dê saet di 10.00'ê 12'ê Gulanê de li qada Roboskî mîtîngê pêk bînin.

SÎLOPÎ

Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê jî bi heman armancê li taxên Yenîşehir, Başak û Barbarosê civînên gel pêk anîn. Di civinên gel de bi sedan kes amade bûn. Li gel endam û rêveberên BDP'ê û meclisa şaredariyê bi sedan welatî jî beşdarî civînan bûn û der barê geşedanên pêvajoyê de gel agahdar kirin. Girseya beşdarî civînê bû bê navber siloganên "Biji Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Piştî axaftinan nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Piştî civînê ciwanan bertek nîşanî polîsên ku hatin taxê dan û xwestin polîs ji taxê dûr bikevin. Ji ber ku polîs ji taxê dûr nexetin ciwanan bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Welatiyê di pevçûnê de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.

MÊRDÎN

Rêxisitna BDP'ê ya Mêrdînê jî li navçeyên Kerboran, gundê Amara, taxa Bahçebaşi civînên ge pêk anî. Di civînan de alên PKK'ê û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di civînê de pankarta "Em Manîfestoya Birêz Ocalan a Şoreşa Kurdistanê ku ji bo Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad daye destpekirin diparêzin û ji bo serkeftina vê manîfestoyê ji bo xwe wekî erk û rêgezek esasî dibînin." vekir. Di civînê de posterên 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin û bi dîwaran hatin daliqandin. Civînê piştî rêzgirtinê test pê kir. Hevserokê BDP'e yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, di civînê de axivî û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan her tim aştî parast. Gelê kurd bi têkoşîna xwe aştî bi dest xistiye. Daxwazên me yên sereke û teqez azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, makeqanûna demokratîk, rakirina pergala cerdevaniyê, paqijkirina mayinên çandî, berdana girtiyên siyasî û parastina mafên kurdan daxazên wan ên esasî û bingehîn in. "

Girsê di civînêde siloganên "Bê serok jiyan nabe", "Biji serok Apo" û "Ciwan Fedaiyên Apo ne" berz kir.

DÊRIK

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî rêxistina BDP û DTK'ê li gundê Şabana, bi tevlêbûna sedan kesan civîna gel pêk anî. Li vir jî geşedanên dawî hatin hiqaşkirin û xwest gel bêtir li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û proja wî xwedî derkevin.

QOSER

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî li gundên Dihêm, Meşkok, Girgevrê civînên gel pêk anîn. Di civînan de bi sedan welatî amade bûn û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.

(mae)