1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Divê lêpirsîna AFAD'ê bê kurkirin'
'Divê lêpirsîna AFAD'ê bê kurkirin',divê,lêpirsîna,afad,ê,bê,kurkirin

'Divê lêpirsîna AFAD'ê bê kurkirin'

Serokê Koma Meclîsa Şaredariya Wanê Cahît Bozbey: Divê operasyona li Wanê li hemberî AFAD'ê pêk hat bê berfirehkirin

A+ A-

ŞERMÎN SOYDAN Serokê Koma Meclîsa Şaredariya Wanê Cahît Bozbey, diyar kir ku divê operasyona li Wanê li hemberî AFAD'ê pêk hat bên berfirehtirkirin. Bozbey, anî ziman ku AFAD'ê bi raporên dayîn jiyana welatiyan tune dihesîbîne.

Li Wanê di 23'yê tîrmehê de li hemberî malên personelên Miduriyeta Lezîn a Afet a Bajar (AFAD) û avahiya AFAD'ê bi îdîaya ruşvet û di belgeyê de sextekarî operayon hate lidarxistin û 10 kes hatibûn binçavkirin. Di operasyonê de li avahiya AFAD'ê gelek belge û hard dîskên bîlgîsayaran hatibûn destserkirin. Serokê Koma Meclîsa Şaredariya Wanê Cahît Bozbey, anî ziman ku AFAD ji roja ewil hate niha saziyeke dihate lêpirsînkirinbû û wiha got: "Dema Serokwezîr û wezîr dihatin Wanê û an li Enqere daxuyanî didan behsa pereyê ji Wanê re şandin dikirin. Me jî lêkolîn dikir. Behsa alîkariyên piştî erdhejê ji Wanê re kirin dikirin. Lê dema ku mirov berê xwe dide xebatên hatin kirin û pereyê behsa wê dikirin ji Wanê re nehatin me dîtin."

'Di encama nelirêtiyan rapor da'

Bozbey, da zanîn ku raporên AFAD’ê ji bo avahiyên zerar dîtin dan bi pirsgirêk bûn û ji avahiyan re raporên sexte dan. Bozbey, bal kişand ser rapora ji avahiya Midûriyeta Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Wanê (VASKÎ) re hati dayîn û wiha axivî: "Qatên avahiyê yên jêr berê hatibûn firotin. Ji qata bingerhîn re rapora 'zerareke biçûk dît' dan ji qatên jor re rapora zirarek mezin dîtin dan. Dema ku me bi walî re hevdîtin kir ji me re got, hinek kêmasî çêbûn ew dê sererast bikin."

'Divê lêpirsîn bê berfirehkirin'

Bozbey, bilêv kir ku AFAD’ê jiyana welatiyên li bajarê tune hesiband û berpirsiyarê windayan Serokwezîr Erdogan, hikûmet û Waliyê Wanê ye. Bozbey, destnîşan kir ku divê lêpirsîna hate destpêkirin hêj bêtir bê berfirehkirin û jiyana welatiyan tune hatiye hesibandin.

'AFAD ji berpirsiyariya xerakirina avahiyan reviya'

Bozbey, daxuyaniya AFAD’ê ya nêzî 4 hezar avahiyên zirar dîtin hene bi birîxist û wiha axivî: "AFAD berpirsiyarê avahiyên bê xerakirin e lê ji vê berpirsiyariyê reviya û gel bi fîrmayan re rû bi rû hişt." Bozbey, da zanîn ku êdî welatî baweriya xwe bi AFAD'ê naynin û wiha pê de çû: "Welatî dikarin ji Şaredariyê û Odeya Endezyar û Avahisazan (MMO) alîkariyê bigirin." Bozbey, bilêv kir ku divê raporên AFAD’ê avahiyên bi bawerin re dayîn çareke dinli ber çavan bên derbaskirin.

(bd/mae)