´Divê meclis bi qanûnan gavan biavêje´
Serokê HAKPAR'ê yê Amedê: Tiştên li Îmraliyê hatine axaftin û qebûl kirin ji niha şûnde maye li ser samîmiyeta dewlet û hikumetê
ZEYNEL A. BULUT Serokê HAKPAR'ê yê Amedê Vasif Kahraman, diyar kir ku ew texmîn dike ku di navbera Ocalan û dewletê de gelek tişt hatine axaftin û li hev kirin û wiha got: "Tiştin ku li Îmraliyê hatine axaftin û qebûl kirin ji niha şûnde mayi li ser samîmiyeta dewlet û hikumetê ku gavên xwe gorî li hevkirinê biavêje.
Serokê bajarê Amedê yê HAKPAR'ê Vasif Kahraman derbarê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de nerînên xwe anîn ziman. Kahraman, diyar kir ku ew girîngiyê didin pêvajoyê û ji bo aştiyek amayînde çi ji destê wan bê ew dê bikin. Kahraman, destnîşan kir ev pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye despêkirin ji bo hemû gelan û bi taybet ji bo gelê kurd û tirk gelekî bi wateye. Kahraman, li ser banga Rêberê Gelê Kurd a ku bira gerîrala derkevin derveyî sînor jî rawestiya û da zanîn ku ev bang ji bo polîtîkayên siyasî bi awayekî zelal û baş pêk bê û pêşiya çereserkirina pirskirêka kurd ku bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin gelek girîng e. Kahraman, diyar kir ku heke vekîşandina gerîlayan di meclîsê de bi qanûn bê kirin dê baş bi û wiha got: " Li ser banga Ocalan, Qendîlê agirbest îlan kir. Em bi agir bes tê kefxweşin. Ev ji xuyadiki ku pêşiya sîyasetê vedibi. Ji bo gerîla derkevi derveyi sinor divê meclis bi qanûnan gavan bavê. Ez ne bawerim ku meclis biryarek wiha bigre. Jixwe şerê çekdarî siyaset jî dixetimand. Me berê jî dixwast serê çekdarî raweste û peşiya sîyasete vebe. Lê paşvekişandina gerîlayan a derveyî sînorê Bakur dê bi çi awayî be em nizanin. Dibêjin bila di vî aliyê de meclîs qanûnê derxi ya rast jî ev e. Lê ez bawer nakim ku meclis qanûnê derxi. Di be ku hikumet di vî aliyî de berpirsyariyê bigre. An jî qomîsyona aqilmenda bê avakirin."
Kahraman, derbarê yekitiya kurdan û hewcedariyê de jî aşkera kir ku kurd ne kurdên berêne, barekî giran li ser milê kurdaye heke piştgiriya hev bikin wê di Rojhilata Navîn de bibin gelekî herî xurt ên serbixwe. Kahraman, destnîşan kir ku xelasiya perçeyekî Kurdistanê dê xelasiya perçeyê din jî bi xwe re bîne.
Kahraman, da zanîn ku peyaman Ocalan a ku di Newrozê de hat xwendin bê gûman polîtikayên hêzên hegemonya jî guherî û wiha bi lêv kir: "Rojhilata navin gelek tevli hevî hemû hêzen hegemaya li ser Rojhilata Navi hesabên wan wekî her gav didome. Polîtîkaya DYA ya gelek bi bandore. Li hevhakirina îsraîl û Tirkiye di bi li ser Îranê polîtikayen nû bidin despekirin. Dibe ku Îsraîl û DYA li Îranê jî bixe. Ji bo vê yekê polîtikayên xwe yên şer têxin dewrê ji Tirkiye lêborîn xwest. Peyama Rêberê Gelê Kurd bê gûman bandora xwe li ser van polîtikayan kir."
Li ser hevdîtinên ku li Îmraliyê di navera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de jî Kahraman, rawestiya û diyar kir ku ew texmîn dike ku di navbera Ocalan û dewletê de gelek tişt hatine axaftin û li hev kirin. Kahraman, da zanîn ku ew tiştin ku li Îmraliyê hatine axaftin û qebûl kirin ji niha şûnde mayi li ser samîmiyeta dewlet û hikumetê ku gavên xwe gorî li hevkirinê biavêje.
Ji bo gavên destpêkê bên avêtin jî Kahraman ev tişt anî ziman: "Divê di despêkê de di makeqanûnê de nasnameya kurdan bê naskirin. Divê bi zimanê dayêkê mafê perwerdehiya bê dayîn. Divê pêşiya siyaseta kurdan neye birîn. Divê kurd di karibin xwe bi xwe bi rêve bibin."
(aw/mae)