1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê meclîs bar hilgire"
"Divê meclîs bar hilgire",divê,meclîs,bar,hilgire

"Divê meclîs bar hilgire"

Kişanak: Bawerî hejiya ye, ji bo çareseriyê divê meclîs bar bide ser xwe

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, anî ziman ku Serokwezîr Tayip Erdogan di kongreyê de tu hewldanên çareseriyê nedaye ber xwe û hêvî nedaye wan. Kişanak, destnîşan kir ku ji bo çareseriyê divê êdî parlamento berpirsiyariyê bide ser xwe û gavê ku baweriyê dide wan bavêje. Kişanak, anî ziman ku heta daxwazên kurdan li ber çavan nayên girtin û makeqanûna demokratîk ku hemû mafan diparêze neyê avakirin pirsgirêk çareser nabe.

Kişanak di civîna koma BDP'ê de li ser geşedanên rojevê axivî. Kişanak, anî ziman ku hêj operasyon û pevçûn bi hemû leza xwe didome û wiha axivî: "Her roj ciwanekî nû tê kuştin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê cenaze diçin malbatan. Lê meclîsê pişta xwe daye vê rastiyê. Ji çar aliyên Tirkiyeyê dilê dayikan dişewitin. Li hemberî vê rastiyê divê parlamento ker û kor nemine. Ji bo vê yekê divê êdî rêbaza diyalog û muzakereyan li ber çavan bê girtin."

'Hikûmetê hişyarî û pêşniyarên me li ber çavan negirt'

Kişanak, destnîşan kir ku wan berê her tim ji bo Tirkiye nekeve vê rewşê her tim parlemento hişyar kir û wiha got: "Her tim me bang kir. Me her tim got talûkeyek li pêş me ye. Me her tim pêşniyar û nexşerêya çaresriyê pêşkêşî meclîsê kir. Me xwest operasyon bi dawî bibe. Operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Me xwest parementerên me yên girtî serbest bên berdan. Me xwest zagona têkoşîna bi terorê re rabe û rê li pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Me xwest komîsyona mekeqanûnê ya demokratîk bê avakirin. Me xwest diyalog û muzakere bên despêkirin. Me xwest mafê nasnameya gelê kurd û statuya gelê kurd bê qebûlkirin. Lê ev daxwazên me li ber çavan nehat girtin."

Kişanak: Li hemberî daxwazên me guhê xwe girtin

Kişanak, da zanîn ku hikûmet û parlementoyê her tim li hemberî daxwazên wan guhê xwe girtin û wiha got: "Niha Serokwezîr der barê pêvajoya osloyê aşkere dibêje 'Me hevdîtinên osloyê qut kirin. Partiya me û kurd kirin hedef. Li her derê êrîş pêk anin. Her tim rastî berovajî kirin û gotin PKK û BDP şer dixwaze. Hikûhmetê bi xwe hevditin qut kir û polîtîkayên şer pêşistin. Ji bo polîtîkayên şer rewa bike salekê derew kirin. "Rojên borî Serokwezîr derewên xwe îtîraf kir û got me hevdîtin qut kirine. Ji bo çareseriyê divê berî her tiştî êdî gerek hûn derewan nekin. Divê êdî hûn li hemberî gel, me û her kesi rastiyê bêjin. Divê hûn li metnê protokolan xwedî derkevin."

Divê ji pêvajoya Osloyê ders bên derxistin

Kişanak, anî ziman ku hêj şolî û aloziyek heye û xwest protokolên tên îmzekirin bi raya giştî û gel re bên parvekirin û wiha berdewam kir: "Lê hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe teve digere. Hin caran dibêjin protokol hene me bi Ocalan re li hevkir, lê PKK'ê xera kir. Hin caran jî dibêje protokol û belge tune. Ger ku hikûmetê ji bo çareseriyê teklifek çareseriyê pêşkêş kiribe bila bi mere parve bike û em jî bibînin. "

'Kesên çareseriya wan tune be kes li pey wan naçe'

Kişanak, destnîşan kir ku êdî kesên ku rêya yan a çareseriyê tune bin û projeyên wan ên çareseriyê tune bin kes li pey wan naçe û wiha berdewam kir: "Niha 8 hezar hevalên me girtî ne. Êdî bi tu awayî îzahata girtinan nabe. Mamoste, parazvanên mafên mirovan, rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hemû kesên rexne dike û nerazîbûnên xwe tinin ziman tev tên girtin û got: "Divê êdî rastî bê aşkerekirin û her tişt ji nûve bên aşkerekirin. Divê êdî gavên baweriyê bên avêtin. Heta ku gavên somut neyên avêtin çareserî pêk nayê."

Kişanak: Divê teqez muzake û diyalog hebe

Kişanak, da zanin ku ji bilî pêvajoya muzakere û diyalogê tu rêyên çareseriya pirsgirêka kurd nabe. Kişanak, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd a doza heq û azadiyê bi tundî, şer û kuştinê çareser nabe û xwest bi rêbaza lihevhatin û diyalogê çareser bibe û wiha axivî: "Divê berî her tişti rê li pêşiya siyaseta demokratîk vek û mafê heq û azadiyê bê dayîn. Êdî gelê kurd koletiyê û neheqiyê qebûl nake. Gelê kurd êdî dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe. Dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiya zimanê zikmakî bibîne. Gelê kurd wekhevî edalet û mafê xwe yê bingehîn dixwaze."

'Divê zarok her sibe li dibistanan sonda 'Ez tirkim' nexwin'

Divê êdî zarokên kurd her serê sibê neçin li dibistana sona "Ez tirk im" nexwînin. Divê em bi hevre bi reng, bawerî û çanda xwe bijîn. Kişanak, destnîşan kir ku di kongreya AKP'ê de derket holê ku tu hewldana Serokwezîr Erdogan tune û wiha berdewam kir: "Dixwaze her kesî têxe bin baskê xwe û li gorî xwe pirsgirêkê çareser bike. Dixwaze her tiştî înkar û îmha bike. Dixwaze împaratoriya xwe li ser her kesî pêk bîne. Lê em di sedsala 21'an de dijîn û ev yek ne pêkan e. Ji bo em di sedsala 21'an de bi hevre bijîn, divê berî her tiştî em bi reng, baweri, ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Divê em xwe bi xwe bi rêve bibin. Ger ku em xwe bi xwe bi rêve bibin wê demê em dê karibin bi hevre bijîn."

Gelê kurd azadiya Ocalan dixwaze

Kişanak, da zanin ku gelê kurd azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan dixwaze û wiha pêde çû: "Ger ku bi rastî jibo aştî û çareseriyê dixwazin gavan bavêjin divê berî her tiştî rast nêzî Brêz Ocalan bibin. Divê berî her tiştî dîsa bi Brêz Ocalan re muzakere û diyalogan dest pê bikin. "

'Heta parastina zimanê zikmakî bê redkirin pirsgirêk çareser nabe'

Kişanak, anî ziman ku 3 salin hevalên wan bê pirs û lêpirsîn tên darizandin. Kişanak, da zanîn ku ji ber hevalên wan xwestin bi zimanê zikmakî parastinê bikin 3 salin bê pirs û lêpirsîn tên darizandin û mafê wan ê azadiyê ji destê wan tê girtin. Kişanak, daxuyand ku ji vê hewldanê çareserî, aştî û demokrasî dernakev û wiha berdewam kir: "Heta mafê parastina zimanê zikmakî bê redkirin pirsgirêk nayê çareserkirin. Heta ku dawazên kurdan ên azadiyê bên redkirin pirsgirêk nayê çareserkirin. Gelê kurd di rojhilata navin de gelê herî qedîm û xwedî maf e. Niha li Kurdistanê di gelek saziyên cemaweriyê di bi kurdî diaxivin. Lê di fermiyetê de nikarin aşkere biaxivin. Lazime astengiya li pêş axaftina zimanê zikmakî, perwerdehiya zimanê zikmakî, azadiya fikir û ramanê ji holê rabe."

'Difikirin ku dîsa bi xapandinê 10 salan li ser îxtidarê bimin'

Kişanak, destnîşan kir ku edî înkar û îmha bi ser nakevin û edalet, wîcdan û azadi dê bi ser bikevin. Kişanak, da zanîn ku ev pirsgirêka wîcdanê ye û wiha got: "Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tenê berpirsiyariya siyasî nadin ser xwe. em di heman demê de berpirsiyariya wîcdan jî didin ser xwe. Êdî tehamula gelê kurd û tirk li hemberî binketinê tune. Em dibêjn bawerî hejiya ye. Parlemento dikare berpirsiyariyê bide ser xwe û rê li pêşiya çareseriyê veke. "

(mae)


Bêjeyên Miftehî