1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Divê nexşerêyek hevpar bê amadekirin´
´Divê nexşerêyek hevpar bê amadekirin´,divê,nexşerêyek,hevpar,bê,amadekirin

´Divê nexşerêyek hevpar bê amadekirin´

Ahmet Turk: Pêwîst e nexşerêyek hevpar bê amadekirin

A+ A-

Amed ANF Komîsyona Aqilmendan li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şaredar Osman Baydemir ziyaret kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di ziyareta Aqilmendan de got, “Daxwaza wekhevî, edalet, azadî û pêkvejiyanê ji bo me daxwazeke sereke ye ku nebe nabe.”

Heyeta Aqilmendên ‘Başûrojhilatê’ Anatolyayê ku Yilmaz Ensaroglu Serperiştiya wê dike, ligel endamên xwe Yilmaz Erdogan, Kezban Hatemî, Mehmet Emîn Ekmen, Fazil Husnu Erdem, Etyen Mahçupyan, Murat Belge, Lamî Ozgen, Ahmet Faruk Unsal di çarçoveya xebatên xwe yên Amedê de hatin serdana Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr. Baydemîr li gel cihgira xwe Hafîze Îpek, Hevserokên KCDê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê pêşwazî kirin.

Serokê Koma Aqilmendên vê herêmê Yilmaz Ensaroglu diyar kir ku, bi vê serdanê hêviya aştî û çareseriyê zêde bûye û tengezarî di van rojan de kêm bûye. Ensaroglu destnîşan kir ku, wan civîna xwe ya destpêkê li dar xistiye, serdana BDP, AKP û CHP’ê kiriye û hatine serdana Şaredariya Bajarê Mezin. Ensaroglu weha axivî: “Em dibêjin qey herî baş em dê nebza Amedê, daxwaz, fikar û hêviyên gelê Amedê yên bo vê pêvajoyê ji we hîn bibin.” Ensaroglu amaje bi Ahmet Turk û Aysel Tuglukê kir û got: “Her çend pirsgirêka çek danîn, lêkdan, derketina ser sînor a kadroyên PKK’ê weke kêşeyeke navbera PKK û dewletê xuya bike jî em wisa dibînin ku kadroyên BDP û KCD’ê jî dikarin rolên girîng di van kêşeyan de hilgirin.” Ensaroglu bal kişand ku, li Amedê bi derdorên cûda re rûniştine û weha axivî; “Birêz Serokwezîr di hevdîtina li Dolmabahçeyê a bi me re tekez bi wê çendê kir ku, dema gavên ji bo çareseriyeke mayînde têne avêtin dê xebata me jî riyekê deyne ber wan. Me dil heye hem hikûmetê, hem biryargirên herêmê û hevalên xwe yên li herêman dixebitin derbarê vê yekê de agahdar bikin. Hêvîdarin ev pêvajo bi çareseriyeke mayînde, bi aştiyê bi encam bibe.”

TURK: DIVÊ GUH BIDIN HEMÛ HESASIYETAN

Hevserokê KCDê Ahmet Turk bi sipasîkirina li heyetê dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: “Ez bawerim, ger em guh bidin hemû hesasiyetên civakê û wisa xebata xwe bikin em dê faydeyeke baş bidine Tirkiyeyê.” Turk bal kişand ku, pirsgirêka 100 salekê ji gel re bêjin, şêwazeke wiha bidin ber xwe ku gel jê fam bike gelekî hêsan nîne û wiha got, “Heta niha kêmasiya saziyên civaka sivîl ew bû ku mirovên aştîxwaz û demokrasîxwaz ne li pêş bûn. Ez wisa bawer dikim heke parêzvanên demokrasiya girseyî li pêş bûna belkî jî êşên ku heta îro me kişandine nedihatin kişandin.” Turk bi bîr xist ku carina derbarê aqilmendan de rexne têne kirin û wiha domand, “Ez wisa bawerim, niha li vê derê hemû kesayetên ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve têne nasîn ji bo aştiyê ketine rê. Ez dibêjim ew dê ji bo aştiyê nexşeriyekê deynin pêş. Helbet gava dest bi karekî tê kirin divê hemû hesasiyet li ber çavan bêne girtin. Heke tenê li ser hesasiyetên aliyekî bisekinin dê kêmasî çêbe. Divê hesasiyetên Kurdan jî yên Tirkan jî li ber çav bêne girtin û li gorî wê nexşerêyekî hevpar bête danîn.” Turk aşkere kir ku, tu carê bi yek alî aştî pêk nayê û got, divê li ser projeyên herdu aliyan lihevkirin çêbe.

EV WELAT LI AŞTIYÊ DIGERE

Turk destnîşan kir ku, welat li aştiyê digere û got:“Ev welat li aştiya xwe digere. Mirovên bawerî bi demokrasiyê heye li aştiyê digerin.” Turk wiha berdewam kir, “Ez dibêjim qey ev aştî ne tenê bo Tirkiyeyê dê bo Rojhilata Navîn jî bibe bingehê aştiyeke mayinde. Ji ber vê jî divê em hemû li ser vê mijarê biaxivin. Hikûmet heke bêhtir xwedî niyeteke qenc be, em di nav gel de ne, bi vê re rû bi rû ne. Em dikarin hestên gel xweştir bibînin. Heke hesasiyetên hemû aliyan li ber çav bêne girtin û li dora maseyekê kom bibin ev dê bêhtir faydeyê xwe bide aştiyê. Yanî kêmasiya hikûmet nebîne, em dikarin temam bikin.”

Turk aşkere kir ku, ev xebateke wijdanî ye û wiha pê de çû, “Ev pêvajo di wijdana civakê de xwedî qebûleke mezine, ji ber wê şansê wê heye bête domandin. Îro gelê Kurd jî gelê Tirk jî aştiyeke mayînde dixwaze. Nîqaşek tê meşandin. Tê gotin ji sedî 50 bi pêvajoyê re ne. Lê ku pêbawerî li nav herdu aliyan xurt bû ev rêje dê zêdetir bibe. Mirovên me ku êşên mezin kişandine dibêjin ‘tişta ji we tê bikin’ da ku careke din dubare nebin ev êş û nexweşî.”

DAXWAZÊN KURDAN JÎ HENE

Ahmet Turk da zanîn ku, wek partiyên siyasî, DTK û STK ji bo biratiya gelan, aştiya civakî pêk were ew amade ne piştgiriya vê pêvajoyê bikin û wiha axivî, “Lê weke min got, helbet daxwazên kurdan jî hene. Divê polîtîkayên dibin sebeba înkarkirina gel bi nêzîktêdayîneke mantiqî bête terikandin. Heke em rêz li maf û hiqûqa hev bigirin, bi Kurd û Tirkê xwe ve dê Tirkiyeyeke xurt ava bibe.”

ÇARÇOVEYA AŞTIYÊ A BAYDEMÎR

Şaredar Osman Baydemîr jî got, “bingeha wekhevî, edalet, azadî û pêkvejiyanê ji bo me daxwazeke sereke ye ku nebe nabe.”Baydemîr da zanîn ku, ji bilî aştî û hembêzkirinê ew bawer nake ku tu riyên din li ber wan hebin û weha got, “Vê fersendê divê hemû welatî bi Kurdê xwe, Tirkê xwe, Erebê xwe, Ermenê xwe, Suryaniyê xwe, Sunî û Elewîyê xwe ve tev bi hev re pêk bînin.” Baydemîr destnîşan kir ku, ew bawer dike ku aştî tenê li ser binemayê dad û edaletê pêk were û weha axivî:

“Gava aştî tê gotin, yek ji wî tiştî kelecanê dide min ku welatiyên elewî bibin xwedî Cemxane. Dibistana Ruhbanê bête vekirin. Gava aştî bê gotin ewe ku welatiyên Ermen, bê tirs bikaribin li wî welatî bi azadane bijîn. Ku li wî welatî pergaleke demokratîk bête danîn. Bêgûman, aştî ewe ku welatiyên Kurd bi ziman û nasnameya xwe li ser axa xwe bi gelên din yên bira re xwedî mafên yeksan bikaribe bijî. Aştî eve.”

Baydemîr da zanîn ku, ji bilî vê li vê cografyayê şansê tu kesê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Ger Tirkiye bi dînamîkên xwe yên navxweyî bikaribe aştiya xwe pêk bîne, ji min re wisaye ku Rojhilata Navîn jî nêzî aştiyê bûye. Ev jî vê tîne bîra min ku sînorên Rojhilata Navîn sist bibin. Ev li Rojhilata Navîn biratiya Kurd, Tirk, Laz, Ereb, Ermen û Suryanan tîne bîra min. Hêvîdarim ku niha ber bi pêkhatina vê xiyalê ve em ber bi pêş ve diçin.”

Baydemîr ji ber ku xwe dane bin vî barê giran sipasiyên xwe pêşkêşî Heyeta Aqilmendan kir û wiha got: “Ez gelekan ji we dinasim. Ez hinekan ji we wek kekê xwe dizanim û bi heyranî li we temaşe dikim. Di nav we de mamosteyên min hene.”

Piştî serdanê Baydemîr li gel heyetê li Şaredariya Bajarê Mezin firavîn xwar.