1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê Ocalan di nav gel de be"
"Divê Ocalan di nav gel de be",divê,ocalan,di,nav,gel,de,be

"Divê Ocalan di nav gel de be"

Demîrtaş: Divê Ocalan di nav gel de be

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û wekîlên BDP'ê gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hate dînê ziyaret kirin. Leşkeran gund dorpêç kir û destûr neda ku gundî ji gund derbikevin. Mehmet Ocalan, diyar kir ku ev hiqûq Tirkiyeyê nabe tu cihan. Demîrtaş jî wiha got: "Êdî divê wekî ramanên xwe ew jî di nav gel de be."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, rêveberên TUHAD-FED'ê û wekîlên BDP'ê gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hate dînê ziyaret kirin. BDP, KCD û TUHAD-FED li navçeya Pirsusê bi konvoyê çûn Amarayê. Li Amarayê rewşa awaret hebû û leşkeran gund dorpêç kir. Riya gund li gelek cihan nokteyên lêgerîn ên leşker û polîsan hatin avakirin û li hewayî jî helîkpter difiriyan. Kesên tedbîrên li gundê Amarayê hatin girtin matmayî diman. Leşkeran destûr neda gundî derbikevin derve û bêdengî li gund hebû. Polîsan li ser mîneraya mizgeftê qemera dikêşand. BDP'î derbasî mala Ocalan lê hate dinê û ji aliyê Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta BDP'ê bi malbata Ocalan re sohbet kirin. Di sohbetê de Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîdê û bertekî nîşanî qedexekirina meşa Amarayê da û wiha got: "Para 60 hezar kes hatin. Tu tişt çênebûn. Çima îsal qedexe kirin. Ev pêvajo zirarê dide gelê kurd."

Demîrtaş: Êdî divê wekî ramanê xwe di nav gel da be

Demîrtaş jî diyar kir ku heta Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe û wiha got: "Divê êdî hemû kes bi bawer be. Divê êdî weke ramanên xwe di nav gel da be. Ev zext û zordarî eciziya dewletê ye."

'Bila Ocalan azad bikin'

Rêveberê TUHAD-FED'ê Faysal Karadenîz jî bal kişand ser qedexekirina meşê û tedbîrên hatin girtin. Pişt re Karadenîz daxuyanî xwend. Karadenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û binpêkirên mafên mirovan. Karadenîz, diyar kir ku ew pêkutiyên qebûl nakin. Karadenîz, da zanîn ku divê êdî Ocalan azad bibe.

Pişt re Mehmet Ocalan, axivî û wiha got: "Abdullah Ocalan birayê min e. 8 mehe em nikarin pê re hevdîtinê bikin. Li gel vê yekê parêzer jî nikarin hevdîtinê bikin. Ev yek di kîjan zagona Tirkiyeyê de ye. Ev yek hiqûq nîn e. Her sal bi deh hezaran kes tê vir. Par 60 hezar însan hatin vir tu tişt neçêbûn. Ev yekê tu fêde nade Tirkiyeyê. Min 12'ê îlonê dît lê di 12'ê Îlonê tiştekî wisa tunebû. Ez vê yekê şermezar dikim."

Fatma Ocalan jî wiha got: "Neheqî li kurdan dikin. Êdî bes e. Bila aştî bê."

Pişt re nûnerên BDP, DTK û TUHAD-FED'ê ji gund veqetiyan.

(bd)


Bêjeyên Miftehî