"Divê pêvajoya aştiyê bi qanûnan bê ewlekirin"
MURAT KUSEYRİ - STOCKHOLM 03.06.2014 07:27:19 Berpirsê Bernameya Rojhilata Navîn û Ewropayê a ‘Koma Krîza Navneteweyî’Hugh Pope ku ji bo konferansekî bibe hat Stockholmê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi yekalî û pir giran dimeşe û da zanîn ku ji bo pêvajo bigihêje serketinê divê bi qanûnan bê ewlekirin.
Panela ku Enstîtuya Polîtîkaya Derve ya Swêdê organîze kir ya bi navê ‘împaratotiya Erdogan an jî sînorê derve yê pêşeroja Ewropayê’ pêkhat. Axaftina vekirinê Hugh Pope kir û her wiha Şêwirmendê wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bîldt Olof Ehrenkrona, pispor Bjorn Fegarsten, rojnameger Alî petren, endamê hîndekariya beşa aboriya dibistana bazirganî ya taybet a Stockholmê Erîk Meyersson û berpirsê herî berê yê Navenda Olof Palme ya Tirkiyeyê Helîn Şahîn wek axaftinker tevli bûn.
Moderator redaktorê kovara Ul, Per Jonsson kir û Dîrektorê Kibris û Tirkiyeyê yê Koma Krîza Navnetewî Hugh Pope jî geşedanên siyasî û aborî yên Tirkiyê nirxand.
TIRKIYE DÊ NEGIHE HEDEFÊN XWE
Pope got Erdoga bi qasî ku lîderekî karîzmatîke, lîderekî demagog e û got: “Erdogan di 2002’an de hilbijartin qezenc kir û di hawireke ku ji bo aboriyê amade hikûmet ava kir û li Tirkiyeyê di nava 10 salan de pêşveçûnên girîng yê aborî hatine jiyîn.
Çêkirina riyên nû, mezinbûna sanayiyê, di 2012’an de Riyên Hewayî yên Tirk li Ewropayê bû yekem, li Enqereyê kêmbûna şevneşînan, belavbûna fîlmên tirk a li cîhanê, Tirkiyeyê dike rêza 18’emîm a aboriya mezin a cîhanê û ligel ku hedef dike di 2013’an de bikeve rêza 10’ên destpêkêjî , dê negihêje hedefa xwe.
Pope da zanîn ku di azadiya demokrasî û firk-ramanê de li gorî performansa aboriyê Tirkiye pêş nakeve û got di 2009’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurd di operasyonên ku pêk hatin de bi hezaran siyasetmedar hatine girtin.
TIRKIYÊ ÎRAN DERBAS KIRIYE
Pope wiha got: “Erdogan kanalên televîzyonê kiriye bin kontrola xwe. Yên ku rexneyan lê bikin jî diçewisîne. Karneya Tirkiyê di alî perwerdehiyê de zêde name. Perwerdehiya li Tirkiyeyê Îran li pey xwe hiştiye.
ENDAMTIYA TIRKIYÊ YA YE’Ê NE MUMKUNE
Pope anî ziman ku Yekitiya Ewropayê ji helwest AKP’ê û Erdogan ne raziye û got pirsgirêka herî mezin jî azadiya çapemenî û fikr-ramanê ya di navbera Yekitiya Ewropa û Tirkiyeyê de dibîne. Pope diyar kir ku wisa xuyaye endamtiya Tirkiyeyê ya YE’ê ne mumkukne û got: “Ligel ku Erdogan daxuyanyên tund li dijî YE’yê dide ku hewcedariya Tirkiyê bi YE’yê heye. Ewropa û Tirkiye bi hev dilîzin û polîtîkaya berfirehbûna YE’yê têk diçe.
DIVÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEHIYA KURDAN BÊ DAYÎN
Piştî axaftina Pope, Erîk Meyersson axivî û diyar kir ku hikûmeta Swêdê pêşveçûnên aborî yên li Trikiyeyê derxistiye pêş lê binpêkirinên mafan yên li Tirkiyê ji nedîtîve tê û polîtîkayên Swêdê rexne kir. Meyersson got: “Ez ne li dijî têkiliyên başim. Lê girtina siyasetmedaran, bi zimanê dayikê perwerdehî nedayîn û tenê dibistanên taybet sînorkirin, pirsgirêka perwerdehiya zimanê dayikê ji holê ranake.
ŞÎDETA POLÎS TEŞE GUHERT
Helîs Şahîn jî destnîşan kir ku di salên dawî de şîdeta polîsan a li Tirkiyeyê teşe guhertiye û got: “Li qerekol û girtîgeha îşkence kêm bûye lê şîdeta li ser girseya çalakiyan pêk tînin zêde bûye. Polîsên şîdetê dikin jî dernakevin pêşberî darazê. Di demên dawî de bi guherîna hinek qanûnan zêdetir raye daye yên welat bi rêve dibin û polîsan.
Pispor Bjorn Fegarsten jî bi lêv kir ku rojek berê di salvegera çalakiyên Geziyê de 25 hezar polîs li Taksîmê hatine bicih kirin, lê ji bo protestokirina serdegirtina Mavî Marmarayê yek polîsek tune bûye û got dewlet dizane li ku derê çi bike.
HIKÛMETA TIRK AZADIYA ÇAPEMENÎ Û FIKR BALDAR NAGIRE
Şêwirmendê Carl Bîldt, Olof Ehrenkrona jî wiha got: “Me bi Tirkieyyê re zêdetir ji bo ku dest ji bernameya nukleerê ya Îranê berde nîqaş kir. li Tirkiyeyê di alî azadiya fikr û ramanê de pirsgirêkên cidîhene. Di dema hilbijartinan de hewl hat dayîn ku înternet bi giştî biçe.ligel ku ev biryar jia liyê Dadgeha Destura Bîngehîn ve hat betalkirin jî , dewleta tirk ev cidî negirt. Di navbera PKK û dewleta tirk de hêj hevdîtinên aştiyê tê kirin û ligel vê hêj 43 rojnamger girtînge. Ev hejmara sala borî 105 bû. Me di hemû hevdîtinên xwe yên ku bi rayedarên tirk re kiriye de me ev aniye rojevê.”
Me pirsa ‘Ya ku li Tirkiyeyê mijara gotinê ye aboriye an jî krîterên Kopenhangê girînge?’ hat pirsîn û got: “Bê guman krîterên Kopenhagê. Astengiya herî mezin ya li Tirkiyeyê ku pêkneanîna Krîterên Kopenhagê ye.heta Tirkiye van krîteran neyne cih dê muzakereyên endamtiya YE’yê bi Tirkiyeyê re ne dome.
HELWESTA ERDOGAN ENDAMTIYÊ DIDE ZORÊ
Nûçegîhan Alîce Petren jî diyar kir ku helwesta Erdogan û bangên wî yên ji bo Tirkên ku li derveyê welat dijîn, endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê dide zorê. Petren got ne tenê polîkavanên welatên Ewropayê, gel jî li dijî endamtiya Tirkiyeyê dertê û îsal di anketeke ku li Fransayê hatiye kirin de ji sedî 83’ê wê diyar kirin ku ew li dij endamtaiya Tirkiyeyê ne.
XITIMANDINA PÊVAJOYÊ JI POLÎTÎKAYA DEWLETÊ PÊK TÊ
Piştî panelê me ji Hugh Poe der barê pêvajoya aştiyê û çalakiyên Parqa Geziyê de pirs pirsî. Pope diyar kir ku pêvajoya agirbestê ya yek alî diodme û ji meha adara borî heta niha pêknehatina pevçûnan û ji ber ku kes nemiriye ev qezenceke mezine.
Pêvajiya aştiyê pir giran dimeşe û ev jî ji helwesta kevneşopî ya dewleta tirk diqewime. Tirkiyeyê tu carî ji berêde planek nekiriye. Ji ber ku Tirkiye li herêmeke gelek qerebalix de ye dikare her tim biguhere û rewşên nû derkevin holê.
POPE: GELO DÊ KOMÎSYONA HEQÎQETÊ BÊ AVAKIRIN
Pope wiha got: “Ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe divê her du alî jî hedefên xwe diyar bikin û ji rayagiştî re aşkera bikin. Divê PKK jî nêrîna xweya ji bo dewletek serbixwe, dixwaze an na bibe je. PKK carna xweseriya demokratîk û carna jî Kurdistanek serbixwe dixwaze. Lê di heman demê de dibêje ez Kurdistanek serbixwe naxwazim. Divê Tevgera kurd vê zelal bike. gelo Delweta tirk dê şert û mercên vegera PKK’iyan ava bike. dê komîsyona heqîqetê bê vakirin? Divê ev hemû bên nîqaşkirin. Pêvajoya tê jiyîn pêvajoya agirbest û destpêkirina aştiyê ye. ev gelek girînge. Qe nebe kes namire. Divê daxwaz hemû bên ziman. Divê hevdîtin jî bigihêjin statuya qanûnîn.”