1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê serlêdana me qebûl bikin"
"Divê serlêdana me qebûl bikin",divê,serlêdana,me,qebûl,bikin

"Divê serlêdana me qebûl bikin"

Mehmet Ocalan: Heke wezîr ji dil be divê serlêdana me bê qebûl kirin

A+ A-

Birayê Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Mehmet Ocalan bertek nîşanê gotinên Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn a "Kesên ku bawer nakin Ocalan li Îmraliyê ye, bila biçin binêrin" da û wiha got: "Heke wezîr di gotinê xwe de jidil be dê serlêdana ku me ya vê hefte kir bê qebûl kirin û pêkanîna tecrîda giran bê rakirin."

Hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a bi parêzer û xizmên xwe ji roja 27'ê Tîrmehê 2011'an heta niha bi hinceta "Keştî xerabe ye", ""Rewşa hewayê ne baş e" û "Keştî di tamîrê de ye" tê astengkirin. Herî dawî Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn derbarî rewşa Ocalan got, "Kesên ku bawer nakin Ocalan li Îmraliyê ye, bila biçin binêrin" û pêşiya nîqaşekî din vekir. Birayê Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Mehmet Ocalan bertek nîşanî gotinên Wezîr Ergîn da û diyar kir ku nêzî salekî ye parêzeran ji bo hevdîtin pêk bînin her hefte 2 caran serî li dozgeriyê didin û wiha got:" Lê her caran bi angaşta 'keştî xerabe ye, rewşa hewayê ne baş e, keştî di tamîrê de ye û keştî ji tamîrê vegeriya lê ji ber ku ewraqên wê kêm in nikare tev bigire' em tên astengkirin."

'Heke jidil be...'

Ocalan diyar kir ku derbarî rewşa birayê xwe Ocalan tu agahî nagirin û wiha axivî: " Em nizanin birayê min dijî an najî. Em derbarî tendûristî û jiyana birayê min di nava fikaran de ne. Gotinên wezîr me jî ji televîzyonê temaşe kir. Birayê min li Îmraliyê ye an na, tendûristiya wî çawa ye, tu agahiya me tune ye. Hemû van tiştan dewlet dizane. Me jî ji bo hevdîtinê serî lê da. Heke wezîr di gotinên xwe de jidil be dê serlêdana me ya vê hefteyê bê qebûl kirin Û pêkanîna tecrîda giran bê rakirin."

'Astengkirin siyasî ye'

Ocalan anî ziman ku hewceye li rayagiştî nîqaşa "Çima nahêlin Ocalan bi malbata xwe hevdîtin pêk bîne?" bê kirin û destnîşan kir ku astengkirina hevdîtinê nayê qebûl kirin. Ocalan bilêv kir ku mafê wan a demokratîk çi be divê ew bê kirin û astengkirina hevditina Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û 5 girtiyên din ên bi parêzer û malbatan şermezar kir. Ocalan hincetên ku ji bo astengkirinê tên diyar kirin jî derewand û diyar kir ku astengkirina hevdîtinê siyasî û polîtîk e.

'DMME û CPT jî berpirsyarê tecrîdê ne'

Mehmet Ocalan da zanîn ku di çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê herî mezin û girîng Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan e û wiha pê de çû: " Birayê min ne girtiyekî ji rêzê ye. Siyaseta ku li ser wî tê meşandin ne exlaqî ye. Em dixwazin mafên mirovan ên ku li hemû cîhanê ji bo girtiyan pêk tê ji bo me û birayê min jî pêk were. Heta ku em bi birayê xwe hev bibînin em ê serlêdanên xwe bidomînin. Yek ji berpirsyarên tecrîda giran a li ser birayê min tê meşandin DMME û CPT ye jî. Ligel ku tecrîda li ser birayê min dizanin, lê li hemberî vê kerr û lal in. CPT yek alî tev digere. Berpirsyariya xwe bi cih nayne."

Ocalan herî dawî ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe xwest hemû rayagiştiya cîhanê û parastvanên mafên mirovan bikevin nava hewldanan.

(ab)