"Divê Serokwezîr vê hesabê bide"
Demîrtaş: Divê Serokwezîr hesabê van mirinan bide
Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş piştî pevçûnên li Colemêrgê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hesabê van mirinan Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hesabê van mirinan bide. Piştî pevçûnên li Colemêrgê, Demîrtaş ji Nûçe TV re axivî û diyar kir ku şer êdî ber bi aliyên din ve diçe. Demîrtaş, bi bîr xist ku di 30 salan e ev cara yekeme li vê herêmê şerek bê navber 15 rojan berdewam dike diqewime. Demîrtaş li aliyek ê welat weke ku tiştek neqewimiye, li aliyeke din ê welat dîmenên ku tu ferqa wan ji Heleb û Şamê tune ne hene. Demîrtaş destnîşan kir ku divê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hesabê mirinên li Colemêrgê diqweimin bide û xwest ji gelê TIrkiyeyê lêborînê bixwaze. Demîrtaş ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li hikûmeta Tirk kir û diyar kir ku di 30 salan de êdî her kesê zanî ku pirsgirêk bi rêya şer çareser nabe û xwest muzakereyên berê di navbera PKK’ê û dewletê de hatibûn pêkanîn, ji nû ve dest pê bike.