1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê serîhildan bibin!"
"Divê serîhildan bibin!",divê,serîhildan,bibin

"Divê serîhildan bibin!"

Bozan Tekîn: Bi serhildanan piştgiriya bidin çalakiyên gerîlayan

A+ A-

Behdînan - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn serweriya gerîlayan a ku li Şemizînanê mehek li pişt xwe hişt nirxand û diyar kir ku ev pêvajo dê zêdetir pêş ve biçe. Tekîn banga “bi serhildanan beşdarî pêvajoyê bibin” li gelê Kurd kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn rewşa dawî ya Şemîznanê ji ANF’ê re nirxand. Tekîn destnîşan kir ku şerek şoreşgerî yê gel ê herî berfireh ê dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê tê meşandin, ji niha ve encamên girîng ên siyasî û leşkerî bi dest xistiye û diyar kir ku dê berdewam bike.

Tekîn got; “Dijmin di warê siyasî û psîkolojîk de înîsiyatîfê wenda kiriye û serdestî bi temamî ya tevgera me ye. Bi taybet operasyonên li Oremar, Şitazin û Çelê hatibûn destpêkirin, îro li Şemzînanê pêş ve diçin û berdewam dikin. Helbet, têkoşîna gerîlayan jî li deverên din ên Kurdistanê jî ji her demê xurttir berdewam dike. Mêtîngeriya Tirk û hukûmeta AKP’ê hatine ber hilweşînê. Ev yek jî dewleta mêtînger zêdetir êrîşkar dike.”

Tekîn bal kişand ku dixwazin bûyera Dîlokê biavêjin stûyê PKK’ê û ragihand ku tu eleqeya tevgera wan bi vê teqînê re tune ye. Bozan Tekîn got; “Dixwazin bûyerên wiha ji xwe re bikin hincet û derbeyên giran ên li Şemizînanê dixwe veşêre.”

Tekîn wiha berdewam kir: “Li aliyekê bûyerê dikin hincet û bi gotinên nijadperest û şoven êrîşê gelê Kurd û saziyên wan dikin. Ev kampanyaya lîncê didome. Li aliyek din jî serokwezîrê faşîst ê sîstema mêtîngeriyê û pêşengên wî yên din di her firsendekê de gef li gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dixwin. Dixwazin bi vê yekê gelê Kurd pasîvîze bikin, bê rêxistin bihêlin û bê bandor bihêlin. Lê ev polîtîkayek bê encam e. Hukûmeta mêtînger a AKP’ê bi armcan çewisandina gelê Kurd berê êrîşên keriyên nijadperest dide Kurdan. Heta dawiyê mafê xweparstinê yê gelê Kurd heye û divê bê dudilî vî mafî bi kar bîne.”

‘PÊVAJO DÊ ZÊDETI PÊŞ VE BIÇE’

Tekîn destnîşan kir ku hevparên şerê gel ê şoreşgerî gel û gerîla ne û got ku çalakiyên gerîlayan di heman demê de çalakiyên hesabpirsînê ne. Tekîn diayr kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê hêzek mêtînger û dagirker e û ji ber wê jî tu rewatiya dewleta Tirk li Kurdistanê tune ye. Tekîn destnîşan kir ku li hemberî vê yekê jî mafê xweparastinê mafek xwezayî, mirovahî, exlaqî û wijdanî ye. Tekîn wiha berdewam kir: “Ji ber vê jî ji bilî qewitandina mêtîgeriya ku vîna gelê Kurd nas nake û tune dihesibîne, tu carekeyek din nemaye. Gelek herêm bin kontrol û serweriya gerîlayan de ne. Ev pêvajo dê zêdetir pêş ve biçe.”

‘DIVÊ GELÊ KURD SÎSTEMA XWE AVA BIKE’

Bozan Tekîn bal kişand ku divê gelê Kurdistanê bi serhildanan beşdarî pêşxistina pêvajoyê bibin û xwest ku divê çalakî ne tenê protestoyên tên daxwazkirin bin, divê di vê demê de sîstema xwe bi xwe ava bikin. Tekîn wiha axivî:

“Beriya sala 2011 gelê Kurdistanê ji heft heta heftê salî bi hemû beşên civakê ve bi awayeke xurt daxwazên xwe yên demokratîk ên neteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman. Lê mêtîngeriya dewleta Tirk li aliyekê dixwaze gelê Kurdistanê bi rêbazên weke TRT 6 mijûl bike, li aliyek din jî dixwaze bi operasyonên qirkirina siyasî vîna gelê Kurd bişkîne. Li aliyeke din xwestiye li hemberî gerîlayan modela Srî Lankayê bi kar bîne û xwestiye bixe meriyetê. Tecrîda li ser Rêber Apo ya ku veguheriye îşkenceyê siyaseta dewleta mêtînger a AKP’ê bi aşkereyî nîşan dide. Ji ber vê jî, ne vîna gelê Kurd hatiye nasîn û ne jî rêz jêre hatiye girtin. Êrîşên ku hene bi berfirehî berdewam dikin. Gelê Kurdistanê jî êdî li hemberî êrîşên mêtîngeriya Tirk hukûmeta AKP’ê tenê bi vegotina pirsgirêkê, daxwaz û protestoyan ve sînordar nemîne. Divê ev sekna heye derbas bikin. Di vê demê de jixwe gerîla derbeyên giran li dijmin dixe û qada xwe berifeh dike. Divê gelê Kurdistanê jî gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar hebûna mêtîngeriya Tirk qebûl neke. Divê li hemberî hêzên dagirker gundê xwe, navçe û taxên xwe bi awayeke rêxistinî biparêze. Divê sîstema xwe bi xwe ava bike.”

‘DIVÊ CIWANÊN KURD NEÇIN LEŞKERIYÊ’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî asîmlasyon, leşkeriya neçarî û sîstema huqûqa dewletê jî seknek civakî nîşan bide û ev bang kir:

“Ji bo vekirina dibistanan ku navendên asîmlasyon û helandinê ya mêtîgeriyê ye, dviê gelê Kurd zarokên xwe neşînin van saziyan. Divê di vê dema ku şerê azadiyê têde xurt bûye de tu malbatek bi neçarî zarokên xwe neşînin leşkeriyê û divê tu ciwanên Kurd nebin amûrên destê dijmin ên ku pê birayên xwe dikujin. Divê tu ciwanên Kurd şerm û fediya leşkertiya artêşa Tirk a mêtînger, komkuj û dagirker nejî. Dîsa, divê hemû saziyên huqûqê yên mêtîngeriya dewletê bêne redkirin. Divê tu ciwanên Kurd neçin leşkeriyê, tu zarokên Kurd neçin dibistanan, sîstema huqûqê nas nekin. Divê ciwanên Kurd berê xwe bidin çiyayên Kurdistnaê.

SERHILDAN PEYWIREK NETEWEYÎ YE

Tekîn destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn nexşe ji nû ve tên sererastkirin û diyar kir ku divê gelê Kurd bi tu awayî bê statu û bê azadî nemîne û wiha domand; “Bêstatuyî koletî ye. Em dikarin bi têkoşîneke wiha mafdar û bir rûmet, azadiya xwe jî û azadiya Rêber Apo jî garantî bikin. Ji ber vê jî, ji her demê zêdetir niha pêwîstiya me yekitiya neteweyî ya demokratîk, rêxistinbûn û serhildanên encamgir heye. Beşdarbûna van serhildanan berpirsyartî û wezîfeyek neteweyî ye.”

Bozan bal kişand ser nerazîbûna gelê Colemêrgê ya li hemberî Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn û got; “Gelê me ji wezîrê navxweyî yê sîstema mêtînger re got ‘Em we li vir naxwazin’ û nerazîbûna xwe nîşan da û ew dan ber keviran, dîsa li Robarokê ciwanek Kurd bi tenê nerazîbûn nîşanî wî da û got ‘hûn li vir li çi digerin’, ev yek zanebûna neteweyî ya ku gelê Kurd bi dest xistiye. Li ser vî esasî êdî dem hatiye ku hemû têkiliyên xwe yên bi mêtîngeriyê re bibirin, li her qadê bi zanebûn û rêxistinî serhildan bêne xurtkirin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî