´Divê siyasetmedarên Kurd bên parastin´
Wekîlên Alman: Divê siyasetmedarên Kurd bên parastin
Komek ji parlementerên Alman qetilkirina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hat şermezar kir û ji hukûmeta Berlînê xwest ku siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê biparêzin. Parlementerên Partiya Çepgir bal kişandin ku siyasetmedarên Kurd ên li sirgunê dikarin rolek baş ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bileyizin û banga “demek beriya demekê komkujiyê ronî bike” li Franseyê kirin.
9’ê çileyê ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şayelmez li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin. Ev komkujî cihek berfireh di çapemeniya cîhanê de girt. Parlementerên Partiya Çep a Alman ev komkujî bi daxuyaniyeke tund şermezar kirin. Wekîlên Meclîsa Federal a Almanyayê Sevim Dagdelen, Heidrun Dittrich, Andrej Hunko, Ulla Jelpke, Ingrid Remmers, Harald Weinberg, endama Meclîsa Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir ve civaknas Martin Dolzer daxuyaniyek hevpar derbarê mijdarê de dan.
Siyasetmedarên Alman bal kişandin ku ev êrîş di dema ku hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de hatin destpêkirin pêk hat û destnîşan kirin ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî gerîlayan zêde dibin dê derbe li vê pêvajoyê bidin. Parlementerên Alman ji hukûmeta Parîsê jî xwest ku komkujiyê demek beriya demekê ronî bike û ev daxuyanî dan:
'DIVÊ SIYASETMEDARÊN KURD BÊN PARASTIN’
"Bûyereke wiha li welatek ku her tim çalakên Kurd dişopîne û binçav dike, mirov dixe nava fikaran. Agahiya ku dibêje tîmên komando yên kuştinê yên Tirk sala 2011 hatine Ewropayê. Polîsên Alman û Belçîkayê agahî didin ku Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar bikin hedef.
Gelo rêxistina sîxûrî ya Franseyê an jî welateke din a Ewropayê bi îstîxbarata Tirk re xebitî? An jî rêxistinên sîxûrî berê jî haya wan ji vê planê hebû? Kovara Spiegel nivîsand ku bi hinceta “endamên rêxistineke biyanî ya terorîst in” doz li du jinên Kurd ên hatin qetilkirin hatibû vekirin. Li ku dibe bila bibe dewleta Alman mohra “terorîst” li koman dixe û ev yek mirov dixe nava fikaran. "
Siyasetmedarên Alman ji bo pêşîlêgirtina cinayetên nû, ji hukûmeta Almanyayê xwestin ku li şûna krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd ên li sirgunê, bi wana re bikeve diyalogê. Siyasetmedaran diyar kir ku ev diyalog dê feydeyeke mezin bide çareseriya pirsgirêka Kurd û her wiha ji Almanyayê xwest ku siyasetmedarên Kurd biparêze.
ANF NEWS AGENCY