‘Divê Tirkiye bi PKK û YPG’ê re hevdîtinê bike’
NAVENDA NÛÇEYAN – Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm anî ziman ku DAIŞ ji bo herêmê talukeyeke mezin e û li hemberî wê hêza berxwedêr PKK û YPG ye, lewre jî divê Tirkiye bi van hêzan re hevdîtinê çêbike.
Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê tevlî konferansa ku ji aliyê Navenda Lêkolîna Aborî ya Teknîk û Stratejîk ve hatiye organîzekirin bû. Kerîm piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kerîm destnîşan kir ku ji meha adarê ve di xeta petrolê ya Kerkûkê de herîkîna petrolê çênabe û niha mûçeya herêmê ya petrolê 30 hezar Dolar e. Kerîm got ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji vir şûnde wê di xeta Kerkûk- Ceyhanê herîkîna petrolê çênebe.
Kerim, li ser pirsek derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bal kişand ku DAIŞ ji bo herêmê talukeyeke mezin e, li hemberî wan jî hêza herî berxwedêr PKK û YPG ye û wiha dom kir: “Pêwîste Tirkiye bi PKK û YPG’ê re hevdîtinê çêbike. Li hemberî DAIŞ’ê tecrubeya YPG’ê li gorî peşmergeyan hîn zêdetir e.”
Kerim derbarê hêza pêşmergeyan ya li Kerkukê de jî wiha got: “Beriya niha li Kerkûkê 5 tabûr pêşmerge hebûn, her tabûrek 3 hezar pêşmerge bûn. Niha bûne 8 tabûr, hejmara pêşmergeyan bûye dû qat.”
Ji bo Kerkûkê modela Quebec
Kerîm derbarê statuya Kerkûkê de ji wiha axivî: “Ji bo Kerkûkê statuyek taybet pêwiste. Referendum giringe, lê pêwiste di navbera aliyan de despêkê hevkirinek hebe. Ji bo Kerkûk mina modêla Quebec ya Kanada statuyek dikare were dayin.”
Kerim derbarê Kerkûk hevdîtinên li Hewlêr û Bexda tên kirin, bi hikumeta herêmê re pêwiste hevditin werin berdewam kirin, yan wê muzakere serketî nebe.
(ra)