1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Divê Tirkiye rastiya Şemzînanê bibîne"
"Divê Tirkiye rastiya Şemzînanê bibîne",divê,tirkiye,rastiya,şemzînanê,bibîne

"Divê Tirkiye rastiya Şemzînanê bibîne"

Kişanak: Divê Tirkiye rastiya Şemzînanê bibîne

A+ A-

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, piştî çûn li Şemzînanê lêkolîn kirin û şûnde li Rêxistina BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîne de Kişanak, diyar kir ku li herêmê şerek heye û salên 1990'an dîsa dubare dibe. Kişanak, anî ziman ku medya ji tirsa hikûmet û dewletê rastiyê vedişêre û li herêmê dîsa gund tên valakirin. Kişanak, da zanîn ku kesên rastiyê diparêzin li pey rastiyê diherin wekî kesên dijber tên dîtin. Aysel Tugluk, jî anî ziman ku kesên tirsa xweda di dilê wan de tune li ser şer û xwînê siyasetê dikin û şer pêş dixin. Tugluk, da zanîn ku kesên doz û vîna wan ne mezin be ranahêlin çekê û dernakevin çiyan.

Heyeta BDP'ê û KCD'ê piştî çûn li Şemzînanê lêkolîn kirin û hatin li avahiya BDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê yên Amedê Emîne Ayna û Nûrsel Aydogan tev li civîna çapemeniyê bûn.

Tirsa xwedê di dilê wan de tune

Ewil Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk axivî. Tugluk, anî ziman ku kesên şer dixwazin li ser şer rantê dimeşînin û siyaset ê dikin. Tugluk, da zanîn ku ji ber tirsa xwedê di dilê wan de tune û wîjdan bi wan re tune, her tim di şer de israr dikin û wiha got: "Ez li vî welatî bi sedan karan di kontrolê leşkeriyê re derbas bûm. Bi sedan caran rastî lêgerînê hatim. Em dema çûn leşkerên ku dixwastin slavê bidin me ji tirsa newêrîbûn tev bigeriyana. Niha îxdîtar li ser xwînê siyasetê dike. Ger tirsa wan ji xwedê hebûya li ser xwînê siyaset nedikirin. Xweda her kes bi ziman, nasname, reng û baweriyên cuda afirandine. Lê ji ber ku xweda nasnakin û hurmeta wan ji xweda re tune, ji nasname, bawerî û olên cuda re jî hurmeta wan tune. Niha deriyên sînor ên bazirganiyê li welatiyan tên girtin. Çavkaniyên aboriyê ji ser wan qut dikin. Kesên dixwazin li ser sînor bazirganiyê bikin, li ser sînor tên qetilkirin. Li aliyê din ji me dixwazin ku em zarokên xwe terorîst qebûl bikin. Bila kes ji me teroristiyê nexwazin. Zarokên me ji bo mafê xwe yê edalet, demokrasî azadiyê derketine çiya. Li kurdan zilm tê kirin. Dixwazin bi kuştinê pirsgirêkê çareser bikin. Dixwazin em jî kuştinê biparêzin. Lê em li dijî vê yekê ji bo çareseriyê û aştiyê di nava hewldana dene. Ji bo em vê rastiyê bi civakê re parve bikin em çûn herêmê. Me dît ku rastî ji Tirkiyeyê tê veşartin. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê dikin û dixwazin li dijî vê feraseta şer dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ev rastî ji aliyê her kesî ve ê dîtin û her kes ji bo ronîkirina rastiyê têbikoşe."

'Kesên doza wan ne mezin bin dernakevin çiya'

Tugluk, da zanîn ku wê li wir hestên birh kur jiya û wiha berdewam kir: "Min li wan çiyan gerîlla dît ez ketim nava hestên pir kûr. Kesên vîna wan û doza wan a mezin tune be naçin wan çiyan ranahêlin çekan. Ew her tim bi kuştinê re rû bi rûne. Dibe ku çend saet şûnde di pevçûnekê û bombebaranekê de jiyana xwe ji dest bidin. Em vê kuştinê qebûl nakin. Heta îro nêzî 45 hezar mirov hatin kuştin. Ger ku dîsa mirov rahêlin çekan û li çareeriyê bigerin wê demê vînek mezin ji vê yekê re lazim e. Ev kes ji bo ziman, nasname, çand û statuya xwe li çiya ne. Divê her kes vê rastiyê bibîne."

Pêkanînên dewlet û hikûmetê yên salên 1990'an dubare dibin

Kişanak jî axivî û destnîşan kir ku li herêmê şerekî pir dijwar heye, lê ji ber zora hikûmetê ya li ser medya tirk, medya vê rastiya şer sansur dike û kuştiyan vedişêre. Kişanak, bilêv kir ku her çend medya vê yekê veşêre jî rayagiştî ya Tirkiyê êdî hin tiştan zanin û ev yek êdî nayê veşartin. Dixwazin mirovên li hemberî vê yekê bi hestiyar û medyayê bêdeng bikin. Kesên li hemberî vê yekê derdikevin jî dixwazin wan wekî ên dijber bidin nîşan û civakê bikin du perçe. Hemû kesên ku li dijî şer rastî gefên hikûmetê tên û wekî dijmin tên ilankirin. Di salên 90'î de jî heman tişt pêk hatin. Me hemûyan bi çavê xwe dît. Dîsa heman tişt dubare dibin."

'Rastiya şer ji gelê Tirkiyeyê tê veşartin'

Kişanak destnîşan kir ku li herêmê kuştinên bûyer nediyar pêk tên, lê ev yek tê veşartin û wiha berdewam kir. Di 10 salên dawî de li Tirkiyeye bi hezaran welatî hatin kuştin. Berê wê dîsa 4 hezar gund hatin valakirin û 5 milyon kurd koçber bûn. Wê demê jî mirovên me bedelên giran dan, niha jî mirovên me bedelên giran didin. Em ji bo li hemberî vê pêkanîna hikûmeta AKP'ê rawestin em vê di nava hewldanan dene. Ji bo em rastiyê bibînin û bi raya Tirkiyeyê re parve bikin em çûn Colemêrgê. Meyda ku bi me re ket herêmê rastiya herêmê dît. Lê dîsa sansur kir. Dît ku dîwarên malan bi guleyên hawanê û topan hilweşiyane. Dît ku xahî bûne hedefa guleyên top û tanqan. Lê disa ev rastî aşkere nekir. Zarokên ku ji ber topan ker bûne dît. Daristanê ku şewitîne dîtin. Bajarê Şemzînanê ku bi maşîneyên zirxî yên teknolojiya pêşketî hatiye dorpêçkirin dît. Lê ev rastî li Tirkiyeyê nayê dîtin. Ji ber ku tê veşartin. Divê her kes rastiya vê derê bibîne û bide kuxayikirin."

Kişanak: Medya li vir valakirina gundan nabîne

Kişanak, helwesta medya tirk a nedîtina valakirina gundan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Li vir bi zora leşkeriyê û zora gulebarana tanq û topan dixwazin gundan vala bikin. Lê welatiyên ji bo demborî hatine li Şemzîanê bi cih bûne ji ber ku di salên 1990'an de carekê gundê xwe vala kirine û birîn û êşa wê dizanin, dîsa naxwazin ji gundê xwe û çavkaniya jiyanê qut bibin. Ji ber ku naxwazin xizanî, bindestî, zilma dewletê dubare bijîn. Lê medya valakirina gundan nabîne û nade nîşandan. Ger ku topbarana leşkeriyê bi dawî bibe dê welatî dîsa li gundê xwe vegerin. Welatiyên vir naxwazin careke din axa xwe, warê xwe û rezên xwe terk bikin. Naxwazin kanî û rûbarên xwe terk bikin. Dîsa di navbera Şemzînan û Geverê de her ji 10 kîlometreyan Qereqol di nava gundan de hatine avakirin û herêmê gund lê hene didin ber topbaranê. Rez, zevî û daristanên welatiyan û gundiyan dişewitînin. Li wê herêmê hêj şer berdewam dike. Ger ku Tirkiye vê rastiyê nebîne û niqaş neke dê pêşeroja xwe winda bike. 2 kilometre dûrî qereqolan gerilla hene. Divê Tirkiye vê rastiyê bibîne û çareseriya li gorî aqilane bibîne. Wezîrê dewletê Şahîn hat vir rastî êrîşê hat. Lê Em hevserokên KCD, hevserokên BDP'ê Serokên Partiyên siyasî yên çepgir bi hevre hatin herêmêmê. Em li gel çapemeniyê li vir bi pey rastiyê ketin. Li gel her tiştî me xwest rastiya vir bibînin û bidin nîşandan. Em dixwazin li gorî ratiya herêmê li çareseriyê bigerin. Ev tişt bi înkar, veşartin û îmhayê çareser nabe."

(mae)