1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Divê vîna gelê Rojava bê naskirin
Divê vîna gelê Rojava bê naskirin,divê,vîna,gelê,rojava,bê,naskirin

Divê vîna gelê Rojava bê naskirin

A+ A-

12:18 04.10.2013 1 / 2 HEWLER (DÎHA) - Heyeta DOHK’ê ku serlêdana wan a ji bo hin hevdîtinan bikin biçin Rojava ji aliyê Wezîrê Karê Derveyê Tirkiyeyê ve hat redkirin di ser Herêma Federal a Kurdîstanê re xwestin derbazî Rojava bibin. Heyet ji bo ji deriyê Sêmalka derbasî Rojava bibe li Daireya Karên Derve ya Herêma Federal a Kurdîstanê serlêdan kir û li Hewlêrê li benda bersivê ye.

Heyeta DOKH'ê ku ji bo biçe Rojava piştî serlêdan kir, ji bo bersîvê li Hewlerê rawestîna xwe berdewam dike. Di nava heyeta DOKH'ê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, Cîgira Hevserosên Giştî ya BDP Yuksel Mutlu, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Seroka Şaredariya Licê Fikriye Aytin û Endama Meclisa Daîmî ya KCD’ê Nurhayat Altun û 10 endamên DOHK’ê jî hene. Di nava demê de wê li Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bînin. Heyet wê ji ber kesên ku di êrîşa li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane Wezîrê Karên Derve yê Herêmê ziyaret bikin û welatiyên ku ji Rojava koçî Başûr kirine û Kampa Penaberên Mexmûrê jî ziyaret bikin.

Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk armanca ziyareta heyetê ya diçe Rojava vegot. Tugluk, diyar kir ku têkildarî Rojava li Tirkiyeyê gelek agahiyên qîrêj, dezenformasyon û manîpulasyon tên kirin ji ber vê yekê dixwazin şoreşa Rojava bibînin û ji tevayî raya giştî re aşkera bikin. Tugluk, bilêv kir ku şoreşa li Rojava pêk tê raste rast gel bi xwe birêve dibe û li wir modela cehwerî heye û wiha got: “Ev demek dirêje weke saziyên jinan me xwest gelê Rojava ziyaret bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan.”

'Ziyaretan qebûl nakin'

Tugluk, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa hemû parçeya ne. Tugluk da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji bo ku gelê kurd ji hev bandor nebe ji bo wê jî deriyê sinoran digere û ji bo wê jî destûr nehat dayîn ku heyeta DOHK’ê derbasî Rojava bibe. Tugluk der barê serlêdana Wezîrê Karê Derveyê Tirkiyeyê jî ev tişt anî ziman: “ Bi awayekî vekirî gotin em destûr nadin. Wek her carê jî ewlehî kirin hincet. Lê belê armanca sereke ew e ku pişgiriya me ya ji bo gelê Rojava asteng bikin.”

Tugluk, da zanîn ku polîtîkaya Tirkiyeyê hêjî li dijî Rojava polîtîkayek dijminahi ye û wiha pêda çû: “Tirkiye bi siyaseta xwe piştgiriyê dide çeteyên ku êrîşên Rojava dikin. Dê rojek ev siyaseta Tirkiyeyê bi awayekî neyînî lê vegere.”

'Êrîşa li dijî Rojava li ser hemû gelê kurd e'

Tugluk, bi lêv kir ku êrîşên li dijî Rojava ku pêk tê, li ser hemû kurdan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rêveberiya Herêma Kurdîstanê jî vê yekê wisa fêm bike. Ger ku kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de li buyerê binêre; dê wê demê bigiîhîje pergala xwe ya xweser. Divê di vê demê de kurd bibin yek, kesê ku vê yekê pêk neyne, dê li hemberî dîrokê zehmetiyan bikişîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji ber ku vê yekê dibîne pêşengiyê dike. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd gelek lîstikan dibîne, lewma dibêje ku hemû kurd werin gel hev û hêzên xwe bikin yek. Stratejiyek hevpar ji bo kurdan gelek girîng e.Ji ber wê jî Kongireya Navneteweyî girîng e. Divê kongire neyê paşxistin û divê kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.”

'Divê Gelê Rojava bi birçibûnê terbiye neke'

Tugluk, xwest ku demildest rêveberiya Herêma Federala Kurdîstanê deriyê Sêmalka veke û gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye neke û wiha bi dawî kir: “Girtina deriyê Sêmalka di nava kurdan de dibe sedema bertekbûnê. Divê em wekî kurd bi hêza xwe li hev xwedî derkevin û pêvajoyê bi vî awayî bi rêva bibin.”

(aw/mae)