Divê wêjeya mirovê azad were afirandin
"Ji bo avakirina mirovê azad, divê wêjeya azad bê afirandin. Bi tenê wêjeya azad dikare mirovê azad bîne ziman."
DÎREN ROJ - BEHDÎNAN 11.05.2014 07:00:00 Endamê Komîteya Wêjeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Berxwedan Botan diyar kir ku pênûsa wêjevanên roja îro di bin desthilatdariyê de ye û got, "Ji bo avakirina mirovê azad, pêwîste wêjeya azad were afirandin. Bi tenê wêjeya azad dikare mirovê azad bîne ziman."
Botan li dû yekemîn Konferansa Wêjeya Kurd a çend roj berê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin daxuyanî da û der barê biryarên li konferansê hatin wergirtin, nêzîkatiya li wêjeyê û sekna rewşenbîran de nirxandin kir.
Bi Berxwedan Botan re li Herêmên Parastinê yên Medyayê em li ser 1. Konferansa Wêjeya Kurd û di dîrokê de wêjeya Kurd axivîn.
Di 1. Konferansa Wêjeya Kurd de, ku weke Akamemiya Wêjeyê ya KCK'ê we lidar xistin, mijarên bingehîn ên we nirxandin çi bûn? We kîjan mijar nîqaş kirin û biryarên bi çi rengî we wergirtin?
Beriya her tiştî, şehîdên me yên destpêkê yên wêjeyê Delîl Dogan, Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Cemşîd, Dr. Mahîr, Şîlan Bakî û Rojînda xwedî kedeke gelekî mezin in, lewma dixwazim bi bîranîna wan destpê bikim. Me salvegera şehadeta Doktor Mahîr weke roja Pêşengeha Pirtûkan, 2'ê Cotmehê roja şehadeta rêheval Cemşîd jî weke roja Bîranîna Şehîdên Wêjeyê îlan kirin. Di vê rojê de ne tenê şehîdên tevgera me, hemû ehîdên şoreşê yên di qada wêjeyê de ked dane, bên bîranîn. Me biryar da 4'ê Nîsanê jî weke Roja Xwendina Helbestê bê pîrozkirin. Me yekemîn konferansa xwe, ji bo afirandin û temsîlkariya rastiyên şoreşê, wêje û xeta azadiyê ya berhemên bi tegera azadiyê ya Kurd re derketine holê, pêk anîn.
Ji bo wêjeya Kurd dil û mejiyê civaka xwe ji êrîşên bi hezaran salan rizgar bike, divê wêjeya Kurd li koka xwe ya welatparêz û orjînal vegere. Pêwîste civaka Kurd li çanda xwedawendê vegre. Di nava serpêhatiya dîrokî ya vê xakê de ezmûnên azadiyê yên jinê berfireh û bingehîn e. Ev yek carna bûey destan, helbest û stran, carna jî mîna qîrînekê xwe gihandiye roja me ya îro. Wezîfeya dikeve ser milê wêjevanên Kurd ew ku vê yekê ji nû ve; lê vê carê bi aso û nêrînên jinê bilêv bike û bicih bîne. Dîroka zext û zilma li ser xaka me bi jinê destpê kiriye. Divê pênasekirina vê baş were kirin. Di vê çarçoveyê de di konferansê de wêjeya jinê jî hat nîqaşkirin, roja jinê ya di wêjeyê de, rola jinê ya di afirandina wêjeya şaristaniya demomkratîk de, bi berfirehî hat nîqaşkirin.
Di konferansê de komîsyonek hat avakirin ku berhemên di dîroka Kurd de berhev bike. Biryar hat dayîn ku berhemên wêjeyî yên gerîla, zîndan û gelemperiya Kurdan, li cihekî bê arşîvkirin. Jİ bo wêjeya nivîskî û devkî ya Kurd li cihekî bên komkirin, werin parastin û bikaranîn û malî gel bê kirin, emê bixebitin. Emê wan bikin arşîveke baş.
Dîroka PKK'ê dîroka lehengiyê ye. Ji ber vê yekê mîrateyeke me ya gelekî dewlemend heye û ji bo xwedî li vê mîrateyê derkeve, emê li cihekî berhev bikin û binirxînin. Xebateke din jî biryara çêkirina portre ye. Em dixwzin xebatên wêjeyî, rojnivîsên hevalên me yên şehîd ketine bikin pirtûk, destanên li nava PKK'ê hatine nivîsandin bigihînin gel.
JI BO WÊJEYÊ ŞOREŞ DIVÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de gotibû, "şoreşeke bê wêje dişibe mirovekî tazî, bi nebedewiya xwe dimeşe, wêje şoreşê bedew dike." Bi dîtina we wêjeya şoreşê divê çawa be?
Wêjeyên tê axaftin her tim li jorê dimînin, wêjeyên temsîlkariya hina dike ne, temsîlkariya civakê nakin. Xebatên wêjeyê yên niha tên meşandin, têkiliya xwe bi gel re qut in, ew wêje nikare bibe bersiv ji şoreşê re. Li Rojhilata Navîn niha serhildanek tê jiyîn û ji vê serhildanê re bi awayekî herî baş wêjeya bi perspektîfa neteweya demokratîk dikare pêşengiyê bike. Eger wêjeyekê mîsyona pêşengiyê li şoreşan bar bike, divê ew wêje ji nava şoreşê derketî be û ancax bi vî rengî dikare serketî be. Em dibêjin divê di nava wêjeyê de şoreş pêk were û pêwistiyeke bi vî rengî heye. Ji bo pêşengiya rast ji şoreşê re.
Bi wêjeya elît (bijarteyan) re şoreş nayê bilêvkirin. Rêber Apo dibêje "Divê wêjeya me bedew bike, wêjeyeke we temsîl dike be." Bi ziman û wêjeyê elîtan re şoreşa PKK'ê nayê vegotin, PKK ancax dikare bi wêjeya xwe ya bi perspektîfa neteweya demokratîk şoreşa xwe binivîsîne, ku bi vî rengî civakê temsîl bike. Em behsa civakeke bi exlaq û polîtîk dikin, divê wêje û şoreşa civaka bi exlaq û polîtîk be.
BANDORA MÊTÎNGERIYÊ
Di nava civaka Kurd de kevneşopiya wêjeya devkî xurt e. Bi dîtina we sedema vê çiye?
Dema wêjeya Kurd tê gotin wêjeya devkî (Dengbêjî) tê bîra mirovan. Gelek berhemên nivîskî yên bi zimanên din (Erebî, Tirkî û Farsî) hatine nivîsandin dibe ku bi Kurdî bin, bi Kurdî nehatiye nivîsandin lê belê bi zimanên din hatine nivîsandin. Ji ber ku civaka Kurd her tim di bin siya hêzên mêtîngeriyê de jiyane. Ji ber ku jiyaneke koçeriyê jiyaye wêjeya devkî hîn bêtir bi pêş ketiye di nava civaka Kurd de. Tevî ku li hemberî çanda Kurdan gelek qirkirinên çandî û fîzîkî hatine meşandin jî, bi dengbêjiyê xwe parastiye û hatiye heta roja îro. Divê ev mîrateya xurt bi awayekî herî baş bibe malê gel.
Çima di roja îro de jî bi hedegirtina ziman û çanda Kurd re tê xwestin qirkirina çandî bê kirin? Ji ber ku Kurdan bi çanda xwe li ber xwe dane û dîroka xwe anîne heta roja îro. Beşa mezin a dîroka Kurd veşartî ye, dibe ku dengbêjan beşek jê anîne ziman lê belê hînê dîrokeke me ya veşartî heye. Mîrateyeke mezin a Kurdan veşartî ye û xwedî dîrokeke veşartî ye.
Wêjeya Kurd di dîrokê de hîn bêtir bi awayekî devkî hebûna xwe parastiye. Dengbêjiyê di pêşveçûna civakî de roleke çawa lîstiye. Hûn çawa dinirxînin?
Di parastina xwe bi xwe ya Kurdan de aliyê Kurdan ê bexwedêriyê roleke mezin lîstiye. Ya ku dengbêj dikin ne tenê huner e. Bi wan re di heman demê de dîrokek tê ragihandin. Dengbêj rola ragihandina dîrokê dilîzin. 'Kilamê' îro Şakiro gotine ji aliyê gelek dengbêjan ve heta roja îro hatine gotin û hatine parastin.
Her gund û eşîr xwedî çîrokvanekî, helbestvanekî, dengbêjekî ye. Vana bi ragihandina berhemên civakê ji bo pêşerojê wezîfedar in. Di nava civaka Kurd de ev yek berê gelekî li pêş bû. Êrîşên li hemberî Kurdan hatin kirin jî di ser tinekirina çanda Kurd de hatin kirin. Qirkirina Dêrsimê jî bi vê armancê hatiye kirin. Xwestine Kurdan bê çand, bê bîr bihêlin. Beriya komkujiyê, li hemberî gelê me yê rastî komkujiyê hat, êrîşên çandî hatin kirin. Hewl dan ji dîrokê qut bikin. Koçberkirin, perwerdeya ji neçarî ya li dibistanan tê dayîn, li ser vê bingehê hatin kirin. Mirovekî ji civakîbûnê dûr çi dike. Stranên xwe, çîrokên xwe ji bîr dikin. Ev jî rê li ber jibîrkirina dîroka xwe vedike. Sîstem ev 200 sal in li hemberî Kurdan polîtîkayên bi vî rengî dimeşîne. Ev êrîşên li hemberî çanda Kurd hînê dewam dikin.
ZEND AVESTA JÎ BI ALFABEYA KURDÎ HATIYE NIVÎSANDIN
Li gel wêjeya devkî, gelo berhemên dîrokî yên nivîskî yên Kurdan hene?
Pirtûkên dîrokî yên bi Kurdî hatine nivîasndin hene. Zend Avesta jî bi alfabeya Kurdî hatiye nivîsandin. Lê belê ji ber ku Kurd timî rastî êrîşan hatiye, neçar maye wêjeya xwe bi devkî dewam bike. Berhemên Ehmedê Xanî jî bi Kurdî hatine nivîsandin. Dibêje dixwaze ala wêjeya Kurd bilind bike. Destana Mem û Zîn bi devkî tê ragihandin. Lê ew dixwaze bibe nivîskî jî. Dest bi nivîsandina wê dike û bi vî rengî dikeve nava hewldanan. Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî jî di vî warî de ketine nava hewldanan û li dû xwe berhemên nivîskî hiştine.
Herî dawî banga we li wêjevanan, rewşenbîran û gelê Kurd çiye?
Di konferansa me de gel hemû wê xwe bibînin. Ereb, Fars, Suryanî, Tirk dikarin hemû xwe li konferansa me bibînin. Wêjeya Kurd wêjeya Rojhilata Navîn e. Wêjeya Heqîqetê ye. Ji bo afirandina wêjeya karibe heqîqetên şoreşê vebêje em bang li hemû wêjevanan dikin ku bikevin nava hewldanan. Divê yekitiya wêjevanan hebe.
Pirsgirêka ketina nava civakê ya wêjevanan, rewşenbîran heye. Divê wêjeya civakê temsîl dike were pêşxistin. Ne wêjeyeke ji civakê dûr. Wêjevan dikarin di çarçoveya biryarên me stendine de di nava yekitiyê de bixebitin. Ji bo azadiyê pêwistî bi vê heye. Ji bo avakirina mirovê azad pêwîste wêjeya azad bê afirandin. Wêjeya azad ancax bi mirovê azad karibe bê bilêvkirin. Vexwendina me di heman demê de vexwendina ji pêngava avakirina mirovê azad e. Ji bo vê yekê pêwîste beriya her tiştî wêjevanên me xwe azad bikin. Pênûsa wêjevanên roja îro di bin desthilatdariyê de ye. Pênûsên ne azad nikarin şoreşê binivîsînin. Divê wêjevan pênûsa di destê xwe de azad bikin. Bilêvkirina xwe azad bikin.