Divê 'Xelata Aştiyê ya Nobelê' bidine Ocalan
MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM 09.05.2014 07:10:06 Parlamenterê Partiya Keskan a Swêdê Jabar Amîn ê ji Başûrê Kurdistanê, bi hewldanên xwe yên zext û bêedaletiya li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê xist rojeva Parlamenta Swêdê û karên xwe yên ji bo serketina pêvajoya aştiyê tê naskirin.
Amîn ê di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yê 25'ê Gulanê de namzet e, di gotara xwe ya jib o rojnameya Aftonbladet a hejmara duh de ragihand ku ji bo Xelata Aştiyê ya sala 2014'an ji Rêberê Gelê Kurd û Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê dayîn, wî serî li Komîteya Nobelê ya li Oslo daye.
Amîn serlêdana li Komîteya Nobelê û pêşveçûnên li Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Di gotara we ya di rojnameya Aftonbladet de hat weşandin we pêşniyar kirin ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Abdullah Ocalan re bê dayîn. Sedema vê çiye?
Beriya her tiştî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Ocalan re bê dayîn min di meha Çileyê de serî li Komîteya Nobelê da. Lê îro vê yekê ji raya giştî re aşkere dikim. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina lihevnekirineke sed salî, pêvajoya aştiyê da destpêkirin, lewma xelat mafê wî ye. Ya dueymîn jî divê Xelata Aştiyê ya Nobelê hevdîtinên navbera Gelê Kurd û dewleta Tirk de teşwîk bike, xurt bike.
Em neçar in destekê bidin vê pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin. Pirsgirêkên mafên mirovan û neteweyî em nikarin bi çekê çareser bikin, em neçarin bi diyalogê çareser bikin. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk di serî de Gelê Kurd divê mafên demokratîk û neteweyî yên hemû hindikayiyan qebûl bike.
Dibe ku hin derdor, mora rêxistina terorê ya welatên Rojava li PKK'ê daye, weke sedema dijderketina li pêşberiya min nîşan bidin.
Lê belê dixwazim destnîşan bikim ku hem ANC hem jî FKO dema li hemberî dewlet û aktorên cuda berxwedana çekdarî û têkoşîn azadiyê dimeşandin weke rêxistinên terorê dihatin dîtin. Ev yek nebû asteng ku di sala 1993'an de ji lîderê ANC Nelson Mandela û di sala 1994'an de ji lîderê FKO Yaser Arafat re Xelata Aştiyê ya Nobelê bê dayîn.
Ez vê rewşê niha şîrove dikim; xelatên aştiyê ne tenê ji bo kesên hewldanên wan bi aştiyê re bi encam bûye tê dayîn, di heman demê de ji bo pêkhatina aştiyê bi armanca destek û teşwîkirina hewldanan, tê dayîn. Demeke dirêj beriya hewldanên aştiyê yên lîderên tevgera berxwedan û azadiyê ya Tîmor a Rojhilat bi peymana aştiyê bi encam bibe, ji wan re (1996) Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dayîn. Dema ji Arafat re jî xelat hat dayîn, planeke aştiyê (Peymana Oslo) hînê di asta amadekariyê de, li holê hebû, ku hînê jî di roja îro de encam jê derneketiye.
Hûn mora 'rêxistina terorê' ya DYA û welatên Rojavayî ya li PKK'ê çawa dinirxînin?
Weke Partiya Hawirdorê ya Keskan em PKK'ê weke rêxistina terorê nabînin. Em vê yekê bi awayekî zelal bilêv dikin. PKK tevgereke berxwedan û rizgariya neteweyî ye.
Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin hûnê çi bikin?
Di vê mijarê de gelek tişt hene dikarin werin kirin. Lê belê ji bo îro nikarim bêjim ku emê kîjan gavên şênber biavêjin. Lê ev mijar di rojeva me de ye. Par bi Per Gharton re em çûn Qendîlê, me bi rêveberên PKK'ê re hevdîtin kirin. Îro jî gotara me ya ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ji Ocalan re bê dayîn, hat weşandin, lê hînê gelek tiştên divê em bikin hene.
Li Bakurê Kurdistanê hevdîtinên ji bo aştî û çareseriyê tên meşandin, lê belê yên muzakereyê dikin di şert û mercên wekhev de nînin. Ocalan li Îmraliyê dîl girtî ye. Di van mercan de mirov dikarin behsa muzakereyeke adîl bikin?
Bêguman na. Heman tişt li Afrîka Başûr jî hatin jiyîn. Lê belê rejîma nîjadperest a Afrîkayê fêm kir ku ragirtina lîderê ANC Nelson Mandela li girtîgehê bi kêrî tiştekî nayê û li pêşiya aştiyê asteng e. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk hemû girtiyên siyasî û Ocalan serbest berde.
Ji bo hevdîtin û muzakere baştir bimeşe, çavdêriya aliyekî sêyemîn nîne gelo?
Bêguman pêwistî bi vê heye. Me ev mijar berê jî anîbûn rojevê û ji Yekitiya Ewropayê xwestibûn ku bikeve navberê. Di muzakereyên berê li Oslo hatin meşandin de hikûmeta Norwêcê weke çavdêr cih digirt. Bêyî çavdêriyê meşandina muzakereyê bi dewleta Tirk re zehmet e. Lewma pêwistî bi aliyekî sêyemîn heye ku muzakereyan bişopîne, dema hewce bike karibe bikeve navberê û pêşniyarên çareseriyê hêsan dikin, bike. Saziyek ku her du alî jî pê bawer dikare vê wezîfeyê bicih bîne.
Di vê rewşa hevdîtinan de li aliyê din AKP destekê dide komên El Qaîdeyê û wan bi ser Rojava ve diajo. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Em dizanin ku dewleta Tirk li ser înkarkirina gelê Kurd û hindikayiyên din hatiye avakirin. Têgihiştina 'her kesê li Tirkiyeyê dijî Tirk e' rehê xwe berdaye koka dewleta Tirk. Ji ber vê yekê qebûlkirina PKK ya ji bo azadiya Kurdan têdikoşe, ji bo wan zehmet e. Rêxistinbûyîn û qezençkirina azadiya gelê Rojava, ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî hebûna xwe weke gefeke potansiyel tê dîtin. Ji ber vê yekê naxwaze pêvajoya demokrasî û aştiyê ya li Rojava bike serî. Bi girtina hemû sînoran re hewl dide Rojava bifetisîne, bi astengkirina çûyîna derman û xwarinê re dixwaze îzole bike. Ev jî têrê nake, berê cîhadperestan dide gelê Kurd.
Lê ev hemû wê negihêjin armanca xwe. Dibe ku pêşketinên li Rojava û avakirina civaka demokratîk hêdî bike, lê ti carî nikare bifetisîn û nikare ji holê rake. Daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bi tedbîrên bi vî rengî nikare ji holê bê rakirin.
Gefên li hemberî Rojava bi tenê êrîşên AKP'ê nîne. Hûn kolandina xendekan ji aliyê PDK'ê ve çawa dinirxînin?
Beşa mezin a gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî kolandina xendekan ji aliyê PDK'ê ve ye û kolandina xendekan jî weke cihê şermê dibîne. Kolandina xendekan li ser sînorên Rojava bi rastî jî cihê şermê ye. Pêwîste Kurdên li Başûrê Kurdistanê alîkariyê bidin têkoşîna gel a li Rojava, alîkariya derman û xwarinê bi wan re bikin. Divê Rêveberiya Kurdistana Federal aşkere bike ku destekê dide têkoşîna gel a li Rojava. Ez beriya du rojan ji Başûrê Kurdistanê vegeriyam. Her mirovên ji nêrîn û partiyên cuda yên pê re axivîm, polîtîkaya PDK'ê lanet dike. Kolandina xendekan bi temamî îzole bûye.
Partiya Keskan wê ji bo destekkirina gelê Rojava çi bike?
Beriya her tiştî em dixwazin dawî li polîtîkaya îzolasyona Rojava bê anîn, Tirkiye deriyên sînor veke û destûr ji çûyîna alîkariya derman û xwarinê bê dayîn. Em dixwazin pêvajoya aştî û demokartîk a li wê derê bê destekkirin. Ji bo vê yekê jî me pêşniyar name radestî Parlamenta Swêdê kirin. Pêşniyarnameya me wê di 19'ê Gulanê de li parlamentê bê nîqaşkirin.