"Divê ziman mijara konferansê ya sereke be"
Bîrtane: Divê ziman mijara konferansê ya sereke be
Der barê rola ziman a ser yekitîya neteweyî ya kurdan de Zimanzan û Parlementêra BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane destnîşankir ku xebatê ziman ji bo yekîtiya gelê kurd gelek giringe û wiha got: “Ziman ji bo hebûna gelan mijara ewlehiyê ye. Dibê ziman pêşîya sîyasête be dîtin û ji bo hemû zarava ji nev fam bikin xebat bê meşandin. Bîrtane der barê Konferansa Netewî ya Kurdistan de jî anî ziman ku Konferans nebe nabe û ziman jî di konferansê de wek mijara serekê cîhe xwe bigre.
Di avakirina netewdewletan de ziman mijara herî girîng e. Li Rojhilata Navîn, zimanê kurdî ji aliye zêdeyî 40 mîlyon kurd ve tê axaftin. Lê li gel vê yekê wekî zimanê fermî û perwerdehiyê nayê dîtin. Ji ber qedexeyên li ser kurdî gelek weşanên kurdî hatin girtin û rastî cezayan hatin. Gelek pirtûkên kurdî hatin komkirin. Nivîskar Cezmî Ersoz bi pirtûka Nanekî bi Tirkî Bide Min pirtûk nivîsand rastiyê tîne ber çavan. Bi destkeftiyên Herêma Federal a Kurdistanê bi zimanê Soranî ku zaravayê Kurdî ye perwerdehî tê dayîn. Dîsa bi tekoşîna dehan salan li Tirkiyeyê bi pêşenktîya Tevgera Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZP-Kûrdî) û Ensitûya Kurdî kûrsên zimanên kurdî hatin wekirin û nezê 100 şaredarîya ku BDP’yî ne bi zaravayên zimanê kurdî hizmetê dikin. Li Sûriyeyê jî Tevgera Civak a Demokratîk (TEVDEM) gelek akademî, komele, qursên perwêrdehî zimanê kurdî hatin wekirin. Gelek dibistanên bajarên kurdan bi zimanê kurdî perwerdehî tên dayîn.
Ziman ji bo yekitîya neteweyi xwedî roleke giring e
Tekoşîna dehan salan a kurdan, rê li pêşxistina ziman vekir. Ji bo ziman bi dirûşmeya “Yekitîya Neteweyî” gelek zimanzanên kurd yen Bakûrê Kurdistan bi pêşenktiya Tevgera Zimanê Kurdî (TZPKurdî) û Ensitûya Zimanê Kurdî ketin nava liv û tevgerê. Piştî rê li pêş kurdî hate vekirin bi sedan pirtûkên kurdî, rojname, televîsyonan dest bi weşanên kurdî kirin. Gelek karên li ser nivîsandin û dezgehên kurdi hatin vekirin. Li ser kurdî Konferansa Neteweyî ya Kurdistan pêk hat. Di derbarê rola ziman ya yekitîya neteweyî ya gelê kurd de Zimanzana Kurdî û Parlamentera BDP'ê ya Qarsê Mulkiye Bîrtane ji DÎHA’yê re axivî.
Bîrtane: Zordarîya deshilatdaran zaravayên kurdî ji hevdû dûr xistîye
Bîrtane, da zanîn ku zarawayên di nav zimanê kurdî de hene ji bo gelê kurd devlemendîye ke û got. “Hin dewletên serdest dibejîn ku ‘zimanê kurdî zimanêk şaristanî nîne û evqas zarava ji hevdû fem nakin’ le ev newisayê. Zarava di nav gelê kurd de devlemendîye. Le mixabin ji ber ku gele kurd her çar parçêya de bin zordarîya deshilatêk jîyan kirîye ji bo wê jî ev zarava ji hevdû dûr ketine. Le dîsa jî gava ser kurdî hûrbûn hebê ji hevdû fem dikin. Karên nezîkkirina zaravayan pêş bikevê di demen pêş de hemû kurd zaravayên hevdû ye fem bikin. Le dava sitandartkirina zimanê kurdî nerînek serdest ê. Ev devlemendîya me ji holê radikê û ev nezîkatîya deshilatdarîyê ye. Her mirovêk divê kijan zaravayê dizanê bi wê zaravayê biaxivê û perwerdêhîya xwe bi wê zarawayê bibîne. Niha bo nêzîkkirina zaravayan karê fêrheng ten kirin û ev jî bo hemû kurdan başê. Bi wê ferhêngê hemû kurd jî hevdû fem bikin û ye nezîkbûna zaravayên kurdî jî bibînin. Dîsa bi tekilîyen navxweyî ya kurdan jî femkirina hevdû ye baştir bikê”
‘Ziman ji siyasetê girîngtir e'
Bîrtane diyarkir ku ji bo kar û barên zimanê kurdî piştê konferansên zimanê kurdî lijnêyek berpirsyar hatîye hilbijartin û got “Ev lijnê ye wan karan ye bişopîne û encamê de gavên berbiçav be avîtin. Biryarêk me hebû ku em her çar parçêya Kurdistanê de bi tîpên Erebî û Latînî kar bikin û bikaribin alfabêyek hevbêş derxin holê. Ji xwe gelek pirsgereken mê jî cûdahîya alfabêyan derdikevê pêş me. Berhêmen ku her çar parçê hatine nivîsandin hemû kurd nikarin bixûnîn. Ji ber wê yekê jî hedî hedî ev alfabêya hevbêş pêş dikeve. Xwe li Başûr gelek ciwan di dibistanan de ji bo Îngîlîzî tîpen latînî hîm dibin. Gelê Başûr ji bo wê tîpê latînî dizanin le gelê Bakûr tîpê Erebî nizanin. Di wê warî de sîyaset ser nasekinê û ev jî yekitîya tîpa alfabêya kurdî dereng dixe. Dibe bo pêşêrojê ser ziman bê sekinandin û giringîya ziman be femkirin. Ji ber ku ziman ser sîyasêtê ye. Her dibê ku hûn çiqas sîyasetek baş jî bikin ziman polîtîkayê sereke bibe. Kes nikarê ziman li pişt sîyasetê bibîne. Çiqas karên ziman pêş bikevê evqas jî yekitîya kurdan ya her çar parçeya Kurdistan ye mejûyî ava dibe”
'Ewlehîya gel bi hebûna ziman ve girêdaye'
Zimanzan Bîrtane destnîşankir ku ziman mijara ewlêhîya netewa ne û wiha peda çû. “Ji bo ewlêhîya gelekê hebûna ziman gelekê giringê. Di zanistê de jî ev yek wisa yê. Gel bi ziman heyê û gava ziman wihda bibê ev gel jî winda dibê. Gava ev gel bi zimanê xwe ne axivin ev nikarê bejê ez ji wê gelê me. Ji ber wê yekê jî Konferansa Netewî ya Kurdistan gelek giring e. Divê hemû zimanzanên kurd, sîyasetmedar, zana û zanyarên kurd bêşdarê konferansê bibin û mijara ziman bikin mijara serekê ya konferansê. Teqqês em neçarên ku ziman bikin mijara serekê û her tiştê xwe di konferansê de aşkere bikin. Di wê warî de biryarên giring û bihez be girtin”
'Konferans nebe nabe’
Bîrtane anî ziman ku konferansên hatine lidarxistin hemû ji alîye xwe de hêzek mezin ye bidin Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê û wiha dawî ya axaftina xwe anî. “Konferans di şert û merca niha de nebê nabê. Gava em rêwşa Rojhilata Navîn û Cîhanê bidin ber çavan ev rêyêk dide pêş gelê kurd. Diwê ev baş be karanîn û dîzayn kirina Rojhilata Navîn de kurd jî para xwe ya azadî bigrin. Em hewl didin ku konferansa jinan berîya Konferansa Netewî lidarbixin. Konferansa Netewî de em pêyama xwê ji bo her çar parçêya Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn aşkere bikin û ji bo Cîhanê dîyar bikin. Warî leşkerî, sîyasî, çandî û aborî de dibê em biryarên xwe eşkere bikin û bidin zanîn ku em jî wek netewêk dikarin ser lingen xwe jiyan bikin. Ji ber wê yekê jî ez dibejîm eger em yekitîya netewî ava bikin konferans ye bibe serkeftina gele kurd”
Wêne-dimen: Murat Kolca
(mae)