1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Divê êdî mercên Ocalan baş bibin´
´Divê êdî mercên Ocalan baş bibin´,divê,êdî,mercên,ocalan,baş,bibin

´Divê êdî mercên Ocalan baş bibin´

Endamê Koma Diyalog û Temasê Osman Kavala: Divê êdî mercên Ocalan baş bibin

A+ A-

MEHMET ŞAH ORUÇ / SEVDİYE ERGÜRBÜZ Endamê Koma Diyalog û Temasê Osman Kavala, diyar kir ku başkirina şert û mercên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ne tenê hin sîmgene û lazime ku êdî pêvajoya başkirina mercên Ocalan bê destpêkirin. Kavala, xwest êdî qanalên ragihandinê bi hêsani bên vekirin û ji bo biryarên bi ewle bên stendin rê li pêş qasidan bê vekirin.

Bi destpêkirina hevdîtinan re niqaşên der barê şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir. Piraniya saziyên sivîl ên civakî dixwazin şert û mercên Ocalan baş bibin û diyalog û muzakere dest pê bikin. Endamê Koma Diyalog û Temasê Osman Kavala, der barê diyaloga di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de nirxandin kir. Kavala diyar kir ku pêvajoya diyalogê pir girîn e û wiha got: "Bawer dikin ku herdu aliyan êdî ji pêvajoyên berê ders derxistin. Serpêhatî û pêkanînên berê ji bo herdu aliyan bûn ders. Ez bawer dikim ku heyeta ku di navbera Îmraliyê û Osloyêde hevdîtin kir dê ders ji vê pêvajoyê derxistibin. Bawer dikim ku çûna siyasetmedaran a giravê dê pêvajoya pêşerojê diyar bike. Ger ku BDP'ê bêtir aktiv tev li vê pêvajoyê bibe û û rê li pêş tevlêbûnan bibe dê pêşiya vê pêvajoya aştî û çareseriyê bê vekirin. Dê rê li pêşiya gelek rîskan bigire. Divê baweriyek bê avakirin. Gel û cemawerî erênî nêzî vê pêvajoyê dibe. Helwesta çapemeniyê erênî ye. Serokê Giştî yê CHP'ê diyar kir ku dê piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Pêvajoyek hasas û krîk e. Di mijara "Ji bo pêvajoyê stratejî rast in?" hin fikarên min hene. Ez dikarim bêjim bi wasî ez têr bibim gav nehatine avêtin.

'Zimanê aştiyê nayê axaftin'

Kavala, anî ziman ku niha zimanê tê axaftin ne zimanê aştiyê ye û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê divê ev pêvajoya krîtîk bi lezgîn bê derbaskirin. Divê herdu alî jî aştiyê bidin pêş xwe. Divê êdî dewlet ji PKK'ê re nebêje terorist. Divê PKK' jî ji dewletê re nebêje 'dijmin. Ger ku herdu alî jî zimanên xwe neguherînin ev pêvajo derbas nabe. Ger ku em zû vê neqebê derbas bikin em dê bêtir ber bi aştiyê ve nêzîk bibin. Ez bawer nakim ku hikûmet vê yekê baş li ber çvan digire. Dive hikûmet jî zimanê aştiyê bikar bîne."

Kavala, da zanîn ku berê di navbera dewlet û Ocalan de gelek hevditin pêk hatin û wiha got: "Lê van hevdîtinan tu gav bi pêş nexistin. Ger ku siyaseta BDP'ê biçe Îmraliyê dê rê li pêş vê pêvajoyê veke. Ev nayê wê wateyê ku berê bi Ocalan re hevdîtin nekine. Berê mejî bêtir tev li hev bûn. Lê niha pratîkek heye."

'Azadiya Ocalan divê ne tenê sîmge be'

Kavala xwest ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê wekî sîmge heyê destgirtin û xwest rol û rista Ocalan a ji bo çareserî û aştiyê baş li ber çavan bê girtin. Kavala, da zanîn ku bawer nake ku ewil azadiya Ocalan têxin bin ewlehiyê, Bi taybetî rewşa Ocalan ji bo PKK'ê û kurdan girîng e. Bi taybetî ji bo kesên piştgiriyê didin PKK'ê û Ocalan muzakere û diyalog ji bo wan girîng e. Divê gavên tên avêtin ne simgeyî bin. Divê divê gavên tên avêtin berdewam û rê liepêşiya ragihandin û diyalogê vekin. Divê qanalê çûn û hatin û ragihandinê bên vekirin. Divê qasid heyet karibin biçin û bên. Divê şert û mercên Ocalan ên ji bo karibe tev bigere û muzakereyan pêş bixin bên başkirin."

Kavala qedexeyên li pêş parêzerên Ocalan jî rexne kir û da zanîn ku ew tu wateyê nade vê yekê.

(mae)