1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê êdî qedexeya li ser PKK'ê rabe'
'Divê êdî qedexeya li ser PKK'ê rabe',divê,êdî,qedexeya,li,ser,pkk,ê,rabe

'Divê êdî qedexeya li ser PKK'ê rabe'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li bajarên Elmanya Hambûrg, Frankfurt û Munchenê, bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê meş hatin lidarxistin. Li bajarê Gottîngenê jî panela PKK'ê hat organîzekirin.

Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, li bajarê Elmanya Hambûrgê zêdeyî 500 kes meşiyan. Meş, li ser banga 15 sazî û rêxistinan hat lidarxistin, ku di nava wan de Tatort Însiyatîfa Kurdistanê, Ciwanên Azad Hambûrg, YXK, Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî hebû.

Ji bajarên Hannover, Celle û Kîelê jî ciwanên Kurd beşdarî meşê bûn.

Li banê avahiya bi navê 'Rote Flora' aleke mezin a PKK'ê hat daliqandin û fîşekên hewayî hatin teqandin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin, ku bi qedexeya 21 salan a li ser PKK'ê re, bi sed hezaran mirovên li Elmanyayê hatine krîmînalîzekirin.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr, li ser navê koma partiyê ya li parlamentê xwest, qedexeya li ser PKK'ê tavilê bê rakirin.

Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn jî da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ya bi Sakîne Cansizan destpê kir, di nava civaka Kurd de rê li ber guhertinên mezin vekiriye.

Piştî meşê, li ber girtîgehê mîtîngek hat lidarxistin û hat xwestin, ku siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê di meha Tebaxê de li Bremenê hat girtin û ew sewqî girtîgeha Holstenglacis a Hambûrgê hat kirin, bê berdan.

LI FRANKFURTÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN

Li dijî qedexeya li hemberî PKK'ê, li bajarê Frankfurtê bi organîzeya Yekîtiya Çalakiyê ya Enternasyonal meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Bi hezaran kesênl i ber Hauptbahnhof a Frankfurtê hatin cem hev, bi pankartên bi nivîsa "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" û "Şoreşa li Rojava biparêzin" meşiyan. Girseyan gel dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Berxwedana PKK'ê", "Pitevaniya Rojava-Bes e ji qedexeya li ser PKK'ê re" û "Bes e ji komkujiyên li Kurdistanê re" hatin qîrîn.

Li gel tedbîrên tund ên ewlekariyê, Elmanan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan. Meş li Hauptwacheyê bi dawî bû. Nûnerê Tatort Kurdistan ê di mîtînga li vir de axivî anî ziman, ku PKK li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.

'TÊKOŞÎNA WE TÊKOŞÎNA ME YE'

Di daxuyaniya li ser navê Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya (ATÎF) de ev xal hat destnîşankirin: "Em berxwedana li Kobanê silav dikin. Têkoşîna we, şerê me ye. DAIŞ ji nava kaosa civakî derketiye holê û berhemeke emperyalîzmê ye. Bêyî desteka Tirkiyeyê DAIŞ nikare li ser piyan bimîne.

Erdogan, helwesta xwe ya di dema çalakiyên Gezî de nîşan da, di protestoyên ji bo Kobanê de jî dewam dike. Berxwedana Kobanê mînakeke gelan e ku nîşan dide, bi hêza xwe dikare hin tiştan biguherîne. Divê em ne tenê destekdar bin, em parçeyek ji vê berxwedan û têkoşînê bin.

Girîng e qedexeya li ser PKK'ê were rakirin. Divê paragrafên a û b ên 129 bên rakirin."

DIVÊ ÊDÎ QEDEXEYA LI SER PKK'Ê RABE

Ji rêveberên NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan jî da xuyakirin, ku ew ji bo rabûna qedexeya 21 salan a li ser Kurdan li hev kom bûne û got, "Ji sala 1993'an û heta niha bi hezaran Kurd bi neheqî hatin girtin û li girtîgehan hatin bicihkirin. Ev qedexe ne tenê li ser Kurdên li Elmanyayê, li ser tevahiya Kurdan e. Û li pêşiya çareseriyeke demokratîk asteng e. Banga me li dewletê Ewropayê ev e: Divê qedexeya li ser PKK'ê rabe. Divê ev qedexeya li Elmanyayê rabe û di heman demê de weke nûnerê Kurdan bê naskirin."

Di çalakiyê de parlamentera Die Linke ya Hessenê Sabîne Leîdîg û nûnerê AGÎF'ê jî axivîn.

Piştî bidawîbûna mîtîngê polîsan komên çep ên Elman ên beşdarî çalakiyê bûn sekinandin û nasnameya wan kontrol kirin. Ciwanekî Kurd jî ji aliyê polîsê Elman ve hat binçavkirin.

Komîteya amadekar diyar kir ku 4 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne.

LI MUNCHENÊ BI BEŞDARIYA 500 KESÎ MÎTÎNGEK HAT LIDARXISTIN

Li Munchenê jî, platformeke berfireh meş û mîtîngek organîze kir. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep a Elman Nicole Gohlke ya ji ber ala PKK'ê vekir mafê wê yê destlênedanê hat rakirin, axaftinek kir.

LI GOTTÎNGENÊ PANELA LI SER PKK'Ê

Li zanîngeha Gottîngenê jî, li ser rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn, drama bindestan, êrîşkariya DAIŞ'ê û mijara qedexeya li ser PKK'ê, YXK'ê panelek organîze kir.