1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dixwazin berxwedana Rojava bi koçberiyê bişkînin
Dixwazin berxwedana Rojava bi koçberiyê bişkînin,dixwazin,berxwedana,rojava,bi,koçberiyê,bişkînin

Dixwazin berxwedana Rojava bi koçberiyê bişkînin

A+ A-

RAHMÎ YAGMÛR/SEYID EVRAN - NAVENDA NÛÇEYAN 19.08.2013 07:00:34 Rojavayê Kurdistanê, ku li dijî êrîşa çeteyên oldar ên radîkal lê berxwedaneke mezin tê jiyîn, bi dorpêçiya dewletên dagirker, çete, noker û bazirganên bazara reş, tê xwestin were valakirin. Li gorî agahiyan, piraniya mirovên koç kirine malbatên şervanên El Ekrad in û li gel Kurdan, Ereb, Tirkmen û Asûrî jî cih û warên xwe diterikînin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ev koçberî bi giranî ji 117 gundên mîna Nêrebiye, Erhaz, Çobanbey, Dûdyan, Til Şehîr, Dîdrîş, Karagoz, Çombey ên ser bi nahiyeyên Til Hasil, Til Eran û Kefer Zîxîr ên li sêgoşeya Heleb-Bab-Ezaz in.

Pirsgirêkên ji ber ambargoyê û êrîşên çeteyan rê li ber koçberiyê vedikin. Yek ji fermandarên El Ekradê Mehemed Xidir agahî da ANF'ê û got, "Bi qasî ku êrîşî me dikin, eger êrîşî rejîma Esad bikiraya, rejîm nekarî çend rojan li be xwe bide."

Bêguman, sedemên ekonomîk bi tenê ji ambargoya xwarinê pêk nayê. Tevî dorpêçiyê, hejîna ji ber bilindbûna nirxê dolarê DYE'yî û ketina xwarina alîkariyê ya ber destê bazirganên bazara reş li holê hene.

Lîreyê Sûriyê li pêşberî dolarê DYE'yî nirxekî mezin wenda kir, hêza wê ya kirînê qels bû. Ev aliyê şer, bi tenê yek ji çend sedemên pirsgirêkên xwariyê yên tên jiyîn e. Ji ber ku alîkarî bi ser Artêşa Azad ve tê kirin, beşeke mezin a alîkariyê dikeve destê bazirganan. Alîkariya Rojava û arteşa Tirk, bazirgan û axayên şer xwedî dike.

Mînak tupekî gazê 2.000 Lîreyê Sûriyê ye, lê bazirganên bazara reş vê bi 10.000 Lîreyê Sûriyê difiroş in. Yên kasibkar tînin, buhatir difiroş in.

Endama Konseya Bilind a Kurd Îlham Ehmed der heqê mijarê de nêrînên xwe bi re parve kir û da xuyakirin ku bi valakirina Rojava re dixwazin berxwedanê bişkînin. Ehmed ragihand ku dorpêçeke leşkerî û aborî li holê heye û bi xepixandina koçberiyê re hewl tê dayîn hewayeke têkçûyînê biafirînin û desnîşan kir ku li gel van hewldanan hemûyan, berxwedana Rojava dewam dike.

Ehmed diyar kir ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê bûye parçeyek ji dorpêçê û anî ziman ku pêkanînên deriyê sînor, penaberî afirandiye. Ehmed axaftinên xwe weha dewam kir: Bi giranî ji Heleb û herêm Cizîrê yanî ji Dêrik û Qamişlo koçberiyek ber bi Tirkiye û Başûrê Kurdistanê ve çê bû. Ev ev herêm herêmên ku lê ambargoya aborî lê bi bandor in. Herî zêde ji deriyê Sêmalka, herikîneke penaberiyê ber bi Başûrê Kurdistanê ve çê bû. Sedema bingehîn a koçberiyê aborî ye.

Tê zanîn, ev demeke hem dewleta Tirk hem jî Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê ambargoyê dimeşînin. Di hundur de jî komên çekdar ên ser bi El Qaîdeyê rêyên diçin bajarên Kurdan digirin û çûn û hatina xwarinê asteng dikin. Yanî, hemû derfetên ji bo tedarikkirina pêdiviyên jiyanê yên mirovan, tên qutkirin. Ya li hundur û derve tê meşandin, planeke dorpêçandinê ye.

Di rewşa ambargoyê de êrîşên komên çeteyan rû dan. Li Serêkaniyê, Efrîn, Kombaniyê destpê kir û herî dawî li herêm Rimêlan bi dijwarî dewam dike.

Armanca bingehîn a ambargo û êrîşan, şikandina vîna Kurdan a li Rojava derketiye holê ye. Kengî Kurdan xwe bi rêxistin kirin, herêma xwe parastin û azadiya xwe bi dest xistin, nêzîkatiyên dijminane û êrîşan destpê kirin. Di vê çarçoveyê de planeke rêk û pêk tê meşandin. Planeke hevbeş a derdorên şoreşa Sûriyê naxwazin û dijminên Kurdan e.

Bi berxwedana xurt a hêzên YPG û xwedîderketina gel a li vê berxwedanê re, dor li komên çete hat girtin û çeteyan darbeyên giran xwarin. Komên çete li ser vê yekê serî li rêbazên reş dan û bi êrîşên bombeyî re hewl dan tirs û xofê têxin dilê sivîlan. Beşeke mezin a van êrîşan jî ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin pûçkirin. Lê ambargoya welatên derdorê û êrîşên çeteyan dixwazin herêma Kurdan bikin herêmeke ji şer û birçîbûnê lê nayê jiyîn û bi vî rengî vîna Kurdan bişkînin."

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛ PARÇEYEK JI PLANÊ

Ehmed da xuyakirin ku çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî roleke neyînî lîstiye û diyar kir ku weşanên wan rê li ber mezinbûna penaberiyê vekiriye û got, "Çapemeniya Başûrê Kurdistanê her roj bi nûçeyên şaş ên derbarê Rojava de gel tirsand, nûçeyên spekulatîf ên îdîa dikirin ku deriyên sînor vekirî ne, lewma bû sedem ku girseyên gel biherikin ser sînor. Dema girse li ser sînor kom bû, mîna ku xwedî lê derdikevin ew bi statuya penaberiyê xistin hundur. Bi vî rengî xwest hin herêman vala bikin.

Di çapemeniyê de hejmara penaberan weke 7 û 10 hezar tê bilêvkirin. Ev ne rast e. Roja destpêkê nêzî 5 hezar mirovan koç kirin. Di roja duyemîn de jî nêzî 2 hezaran koç kirin. Ev koçberî ne bi tenê ji bajarekî hat jiyîn, ji herêma Cizîr yanî Hesekê tevahî hat jiyîn.

Koçberî bi giranî ji herêmên lê pirsgirêkên xwarin û herêmên şer tê jiyîn. Bi şêweya nîşandana koçberiyê re dixwazin nîşan bidin berxwedana li herêma Kurdan hatiye şikandin û herêm êdî nayê jiyîn. Ev ne rast e."

KOMÎSYONEKE BI WÎ RENGÎ, ŞIKANDINA RÛMETÊ YE

Endama Komîsyona Bilind a Kurd Îlham Ehmed, komîsyona lêkolînkirina rewşa li Rojava, ku bi ferza Hikûmeta Kurd a Herêmî ve ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hat amadekirin nirxand û destnîşan kir ku armanca avakirina komîsyonê wan bêzar dike. Ehmed da xuyakirin ku lêkolînkirina komkujiya ku ji aliyê çapemeniya cîhanê û dijberên Kurdan ve tê qebûlkirin, rewşeke şikandina rûmetê ye. Ehmed axaftina xwe weha dewam kir: "Her kesî komkujî qebûl kir, hin ji wan jî sersaxî xwestin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, mîna ku li vir rewşeke gumanbar heye û ji bo piştrastkirinê pêwistî bi lêkolînkirinê heye, nêzîkatiyekê nîşan dide. Dixwazin pirsgirêkeke baweriyê derxînin holê û bi şandina komîsyona lêkolînkirinê re der barê komkujiyê de gumanan biafirînin. Ev ji bo Kurdan şerm e, nayê qebûl kirin. Nêzîkatiyek şikandina rûmetê ye. Lê eger ev heyet wê rewşa Kurdan lêkolîn bike, pêwistiyan diyar bike û hewl bide alîkarî û hêzê bide, hingî em amadene komîsyonê qebûl bikin.

Lê em ew kesên ji bo afirandina şik û gumanê bên, qebûl nakin. Ji ber ku rastiyek li holê heye ku tevahiya cîhanê qebûl kiriye. Nêzîkatiya wan a bi guman li vê rastiyê, ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.

Yanî, der barê heyetê de helwesta me rast e. Heta ku ambargo neyê rakirin û deriyê sînor bi durustî neyê vekirin, ne rast e ku heyetek were şandin. Eger heyet dixwaze alîkariyê bide, hingî divê bi durustî deriyê sînor ji bo alîkariya xwarinê û pêdiviyên jiyanê vekin."

Ehmed bal kişand ser şêweyê bikaranîna deriyên sînor û diyar kir ku hin navgînên çapemeniyê, deriyê sînor mîna dixwazin penaberiyê ava bikin, bikar tînin. Ehmed got, "Dema me xwestin deriyê sînor bê vekirin, me nexwest bi vî rengî ku rê li ber koçberiyê vedike, were vekirin. Me xwestin ji bo tedarikkirina pêdiviyên xwarin û alîkariyê, derî bên vekirin.

JI TEV-DEMÊ BANGA ÇALAKIYA LEZGÎN

Ji aliyê din ve duh danê êvarê TEV-DEM'ê belavokek weşand û li dijî plana qirêj a valakirina Rojavayê Kurdistanê banga çalakiya lezgîn a neteweyî kir.

TEV-DEM'ê di belavoka xwe de diyar kir ku êrîşên 16'ê Tîrmehê li Serêkaniyê destpê kir û li Rimêlan, Efrîn û Kobanê belav bûn bi armanca tevlîhevkirina Rojavayê Kurdistanê ne û got, "Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê bi girtina deriyên sînor re, li hemberî Rojava ambargo û dorpêçek pêk anîn. Her roj ji Tirkiyê ji bo mûxalefet û çeteyan bi kamyonan xwarin, çek û bi milyonan dolar alîkarî tê şandin, lê destûr ji Kurdan re nayê dayîn ku pêdiviyên xwe yên bingehîn tedarik bikin. Deriyên sînor, ji aliyîkariya însanî girtin û rêya penaberiyê weke çareya yekane danîn pêşiya gel."

TEV-DEM'ê di belavoka xwe de bang li Başûrê Kurdistanê jî kir û jê xwest ku li gel şoreşa Rojava cih bigire. Di belavokê de banga çalakiyê hat kirin û hat destnîşankirin ku têkçûna şoreşa Rojava, têkçûna tevahiya Kurdan e.