Dixwazin gundên Şemzînanê vala bikin
Leşker her êvar heta derengê şevê heremê topbaran dike
ERDOGAN ALTAN / VAHAP BAY Li Navçeya Şemzînan a Colemêrgê piştî bi çalakiyên ji roja 23'yê tîrmehê ve herêm ketiye bin kontrola HPG'ê, leşker her êvar heta derengê şevê heremê topbaran dike. Ji ber vê yekê 2 gund û 8 mezrayên girêdayê wan ku nêzî 20 kîlometer dûrî navçeya Şemzînanê ne hatin valakirin. 10 gund û 42 mezrayên girêdayê wan ji bo gundê xwe vala nekin li berxwe didin. Gundiyên gund û mezrayên wan hatine valakirin tenê pêdiviyên xwe yên acîl hildan û vala kirin. Sewal û bax-bexçeyên ku li gundan mane, xwedîkirina wan jî ji HPG'yiyan re ma.
Piştî çalakiyên qontrolkirina rê û avêtina ser qereqol û saziyên fermî yên dewletê ya ji hêla HPG'yiyan ve di 23'yê tîrmehê ve destpê kiribû hê jî didom e. Yekîneyên leşkeran ên ku di bejayiyê de nikarin derkevin xwe spartine qereqol û noqteyên ewlehiyê, her êvar heta derengê şevê guleyên top û obusê davêjin. Gund û mezrayên nêzî navçeyê dibin hedefa van topbaranan de ne. Ji ber vê yekê 2 gund û 8 mezrayên girêdayên wan ji ber van topbaranan hatin valakirin. 10 gund û 42 mezrayên girêdayê wan jî ligel hemû pêkûtiyan ji bo gund vala nekin li berxwe didin. Gundê Qeleşq û mezrayên Nêrkûle ya Jor, Navîn û Jêr, Gundê Nehrê û mezrayên Mûşê, Tuwa, beyteran, Rubunus, Gergêt, Bêgert, Navrezan ji ber topbarana top û obusê ya ji hêla leşkeran ve tên avêtin, hate valakirin.
Xani, dibistan û mizgeft jî bûne hedefa guleyan
Topbarana ji hêla leşkerên ku ji navenda Şemzînanê tên avêtin xanî, mizgeft, dibistan û gom ên di gund û mezrayan de tên hingavtin. Gelek sewalên mezin û biçûk ên gundan hatine kûştin. Ji ber topbaranê rê, bex û bexçeyan de texrîbatên mezin çêkiriye guleya obusê ku xwedî taybetmendiyeke dema li erdê dikeve guleyên barût li dora xwe direşîne, zindiyên dora xwe dikûje û gelek malan jî taxrîb dike.
Tenê lazimiyên kesayetî hildan û gund valakirin
Ji ber ku hê jî topbaran didom e, gundê Qelaşk û mezraya wê Nêrkûlê yên di navbêra qontara Çiyayê Kûrêmizgevtan, Bereqeşkê, Çiyayê Reş, Sertet, Mirgesavê û Gomanê de ne, 20 roj berê bê ku ji gund tu eşyayê hildan xwe spartin xizmên xwe yên li navçeya Şemzînanê ne. Piştî bi rojan rayedarên dewletê destûr da hemwelatiyan ku herin amûr, gida û nivînên xwe yên li gund mabûn bînin.
Xwedîkirina sewal, bax-bexçeyên gund ji HPG'ê re ma
Hemwelatiyên gundên ku hatin valakirin, hin ji wan çûn cem xizmên xwe yên gundên din, hin çûn cem xizmên xwe yên li navçeyê û hin ji wan jî li navçeyê xaniyê kirê girtin û jiyana xwe didomîn in. Gundiyên 10 gund û 42 mezrayên din jî ji bo vala nekin berxwedana xwe didomîn in. Xwedîkirina sewalan û avdaniya bax û bexçeyên li gundên hatine valakirin jî ji HPG'yiyan re ma.
'Ciheke ku gule nehatibe hingavtin nema ye'
Hemwelatiyê bi navê Muzaffer Beduk a ji ber topbaranê fersend nedît ku tiştekê hilde cem xwe û piştî bi rojan ji bo erzak û nivînên xwe hildin hatin mezraya Nêrkûleyê, rewşa xwe wiha got:"Piştî bi dehan rojan destûr dane me ku em bêne gund. Me gundê xwe ji ber topbaranan vala kir. Niha em dê amûrên malê hildin û herin Şemzînanê. Lê em nizanin çewa jiyana xwe bidomîn in. Em neçarbûn ku gund terk bikin ji ber ku ciheke ku gule nehingavtibe tune ye. Binêrin di xanî de tijeye cihê guleyan, di derî, şibake, her derî de cihê guleyê heye."
'Ji qeymakam kirî ku em parsek in'
Hemwelatî Saît çîftçî ya mezraya Nêrkûla Jor de dimîne, diyar kir ku ew dê tiştê xwe bigire bi zorê be jî dê jiyana xwe li navçeyê di xaniya kîrê bidomîn in. Çîftçî, wiha got: "Em ji ber bombebaranê gund vala dikin. Em debara xwe bi sewalan dikin. Niha em tu sewalekê jî nikarin bi xwe re bibin. Qeymekamê navçeyê Mesût Gençturk ji me re got 'em dê li gor nifûsê serê malbatê di navbêra 300-500 TL de pere bidin. Em her tiştê xwe li gund dihêlin û diçin, vê pereyî dide me. Ez bawerim li gor wî em parsek in." Îdrîs Çîftçî jî diyar kir ku ew ji ber bêhistiyariya rayedarên dewletê gund vala dikin. Çîftçî, ev tişt gotin: "Her roj her roj top tên avêtin, ma ev ne bêhistiyarî be çi ye? Sewalên me hatin kûştin, hinek jî winda bûn. Pêşberê vê ma 300-500 TL ye?"
(ea/bd)