1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dixwazin plana şerekî di navbera Kurdan de bixin meriyetê'
'Dixwazin plana şerekî di navbera Kurdan de bixin meriyetê',dixwazin,plana,şerekî,di,navbera,kurdan,de,bixin,meriyetê

'Dixwazin plana şerekî di navbera Kurdan de bixin meriyetê'

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û tifaqên van hêzan, ji bo destketiyên neteweyî yên Kurdan ji holê rakin, planên şerê navbera Kurdan dikin

A+ A-

HEWLÊR - HALÎT ERMÎŞ Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û tifaqên van hêzan, ji bo destketiyên neteweyî yên Kurdan ji holê rakin, planên şerê navbera Kurdan dikin.

Berwarî nerazîbûn nîşanî PDK û çapemeniya wê da, ku îdîa kirin wê di salvegera Raperînê ya 5'ê Adara 1991'an de gel rake ser piyan û got, "Propagandayên bi vî rengî helwesteke bêberpirsyarî ye. Bi vê yekê re dikevin xefika ji nû ve destpêkirina şerê navbera Kurdan."

'HEWL TÊ DAYÎN TÊKOŞÎNA LI BAKUR BÊ QELSKIRIN'

Dr. Kamûran Berwarî da zanîn, ku îdîayên bi vî rengî zerareke mezin dide yekîtî û azadiya Kurdan û destnîşan kir, armanca propagandayên bi vî rengî qelskirina têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ye.

Berwarî got, "Xuya ye li hemberî tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku li Bakur û Rojava têdikoşe, dixwazin projeyeke kirêt a komployê bixin dewrê. Girîng e Kurd di vê der barê de hişyar bin. Divê zanibin ev komplo ye û nekevin vê xefikê."

Berwarî da xuyakirin ku weke KNK ew siyaset partiyên Kurd ji nêz ve dişopînin, hemûyan ji nêz ve nas dikin û destnîşan kir, ku ti polîtîkayeke PKK'ê ya zerarê bide Kurdan, yekîtiya neteweyî qels bike, dest deyne ser Başûrê Kurdistanê nîne.

'BI NÛÇEYÊN DEREW RE PKK'Ê HEDEF DIGIRIN'

Berwarî hişyarî da û ragihand, hewl tê dayîn li herêmê şerekî di navbera Kurdan de rû bide, bixin dewrê. Berwarî da zanîn, bi vî şerî re tê xwestin hemû destketiyên neteweyî yên Kurdan ji holê werin rakirin û ev nirxandin kir:

"Diyar e bi krîzên bi vî rengî re dixwazin bi taybetî PDK û PKK'ê li hemberî hev rakin û bi tevlîkirina hêzên din re şerek di navbera Kurdan de bê derxistin. Tevî vê yekê dixwazin têkoşîna li Bakur jî têk bibin. Dixwazin qels bikin. Hewl didin têkoşîna li Rojava û destketiyên li wir têk bibin. Lewma divê hêzên Kurd hişyar bin; destûrê nedin vê."

Berwarî diyar kir, hêzên dixwazin di navbera Kurdan de şer derkeve, gavên ji bo yekîtiya Kurdan hezm nakin, lewma propaganda dij bi PKK'ê dikin.

Berwarî got, "Dixwazin bi şerê di navbear Kurdan re, Kurdan kontrol bikin. Ji bo vê jî nûçeyên derew û rojevên lihevçêkirî diafirînin. Bi vî rengî êrîşî PKK'ê dikin. Karayilan jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê mijarê û hişyarî da. Diyar kir ku divê kes nekeve vê xefikê. Tevgera azadiyê ya Kurd û PKK timî radigihînin ku ji tifaqek, yekîtiyek navbera Kurdan re amade ne. Niha têkoşînek tê meşandin. Rewşeke xwezayî ye ku hin kêmasî û şaşîtî jî rû bidin. Lê belê li şûna ku ev yek di ser çapemeniyê re bê bilêvkirin û veguhere krîzekê, girîng e bi diyaloga navbera hêzan bê çareserkirin."

'BERSIVA HERÎ BAŞ AVAKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Kamûran Berwarî da xuyakirin, ku serkêşên hêzên dixwazin Lozaneke din bînin serê Kurdan û komplo xistine dewrê dewleta Tirk û Erebîstana Siûdî ne û bibîr xist, hêzên li dijî tevlîbûna Kurdan li civîna Cenevre-3 derketin, ev hêz in.

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Kamûran Berwarî destnîşan kir, ku bersiva herî baş a li hemberî hêzên dixwazin Kurdan li hemberî hev rakin, avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e û banga avahirina yekîtiya neteweyî li hemû hêzên Kurd kir.